Li cîhê ku tê da jîyanek hevpar hebe, li wir nakokî jî cîh digre.
Sinorê jîyana hevpar çiqas kûr û fire be, di wê jîyanê da nakokî jî ewqas zêde û kûr dibin.
Gor sînor û zêdebûna wan, mirov dikare nakokîyan jî cûrbicûr bi nav bike.
Nakokî di her xalên jîyanê da derdikevin pêş û ji alî kesên nezan va kûr û zêde, ji alî kesên zana va jî çareser dibin.
Jiber ku, kesên zana aştîxwaz in, li pêşerojê dinêrin û li serkeftîyan digerin. Di pêşveçûna heval û hogirên xwe da, di dewlemendîya der û cînarên xwe da, tesîrek wan hebe, xwe serbilnd û serkeftî dibînin.
Nezan hesûd û xêrnexwaz in, berê wan li paşe û li serhevdeyan digerin. Di binketîya heval û hogirên xwe da, di belengazî û xizanîya der û cînarên xwe da, serkeftîya xwe dibînin.
Zana, di jîyana xwe da bihuştê ava dikin û dixemilînin, nezan jîyana xwe ya di dojehê da bi xewn û xeyalên bihuştê va derbas dikin.
Pêşveçûn û paşdemayîna her civakê jî bikaranîna nakokîyên wê civakê va girêdayî ye.
Bi hêz û xebata ji bo çareserkirina nakokîyan civak pêş va diçe, bi kûrkirin û zêdekirina nakokîyan jî civak rûbirû astengîyên nû dibe û paş va dimîne.
Civakên azad û serbixwe, li hevparîya jîyanê digerin û ger ku hebe, nakokîyên xwe bi aşîtîyane çareser dikin
Civakên bindest jî sedem dagirkerî û nezanîyê, li nakokîyan digerin, wan derdixin pêş û bi destê xwe, rê li ber azadî û pêşveçûna xwe digrin.
Loma di civakên pêşverû da gel bi rayedarîya xwe xwedî, rêvebirên civakê xizmetkarê wan, di civakên paşverû da jî rêvebir, serok, şah û qiral, hukumdar û zordar, gel jî xulam û xizmetkarên wan in…
Wek mînak:
Warê jîyana hevpar mal be, nakokî jî malbatî ye.
Bav ji kar hatîye, westîyayî û bêhnteng e.
Dê bi tirs û kelecan sifrê radixe.
Qîz û law, bêdeng û li ber televizyonê rûniştî ne…
Sifre amade dibe, bi kevçîyê yekemîn ra, bav kulma xwe li sifrê dixe û girar dirije.
Pirsgirek, tamsarîya girarê ye û girar bêxwê ye.
Xwêdank li ser sifrê ye, lêbelê armanc ne çareserkirina pirsgirekê, kûrkirina nakokîyê ye.
Şer û pevçûn, bi cihêbûna dê û bavê ra, encam wêranîya malbatê ye…
***
War siyaset, nakokî jî sîyasî ye.
Komcivîna komel ya jî partîyê ye.
Serok êdî kal û xurifî ye.
Ne bixwe rê digre, ne jî dihêle hevalek wî rê bigre.
Komcivîn bi rexneyên sivik va dest pê dike û bi bersivên kûr û dirêj va didome.
Bi giranîya rexneyan ra, şûna bersivên kûr û dirêj, tawanbarîya tund û tûj digre…
Pirsgirek, kêmasîya rêvebirîyê ye.
Rê û rêbaz kifş e, lêbelê armanc, demoqrasî û wekhevî nîne.
Şer û pevçûn, bi dubendîtî û tawanbarîya bêpîvan ra, encam parçebûn û belavbûna partîyê ye.
***
War Kurdistan, nakokî jî Kurd bixwe ye…
Kurd, kurmanc û soran, zaza û goran e.
Bi bîr û bawerîyên xwe yên olî va, Êzdî û Elewî, Misilman û Şafiî ye.
Bi nêrînên xwe yên sîyasî va sosyalist û îslamîst, şervan û şoreşger e.
Welat bindest û çar parçe, ziman helîyaye û li ber mirinê ye.
Li Bakûr birîndar, li Başûr topal e…
Li Rojhilat digrî, li Rojava dinale…
Ji hîme hevparîya jîyanê dûrketîye, bi êş û jan li nakokîyên nû digere…
Nakokî carcaran xewn û xeyala ji zarokatîyê, carcaran jî binketîya ji dema kaltîyê ye.
Nakokîyên navxweyî têrê neke, bere xwe dide derva û li yên navdewletî digere…
Loma duh nakokî rengê rû û rûçikên Trump bû, îro jî bejn û bala Biden e…
Trump çû, Biden di dest da ma ye…
Yek dibêje, Badîn Axa ji eşîra me ye, jiber ku bejnkin û qelew e…
Yekî din sere xwe ji kozikê radike û dibêje, xûya ye êdî çavê te ji nêzîk va jî nabîne, Badîn Beg ji êla me ye û bejndirêj û narîn e…
Armanc, kûrkirin û zêdekirina nakokîyan be…
Welatê bindest wêran be û zimanê li ber mirinê can bide jî, xem nîne…
22.01.2020