Rîwayet e…
Dibêjin, Joe Biden salan berê di hevdîtinek xwe da, ji Mesûd Barzanî ra gotîye: „Temenê me herduyan jî têr dike, ku em Kurdistaneke Serbixwe bibînin.“
Ev rîwayet çiqas rast ya jî derew e, ez nizanim.
Lê ya ku dizanim, Kurd ji rîwayetan hez dikin.
Dema ku min bîhist, min jî jê hez kir.
Bi hilbijartina Biden ya ji bo Serokatîya Amerîkayê va, ev rîwayet careke din hate bîra min.
Gor vê rîwayetê, dema ku Joe Biden ev pêşbînîya xwe ji Mesûd Barzanî ra gotîye, ew Cîgirê Serokê Amerîkayê, Mesûd Barzanî jî Serokê Herêma Kurdistanê ye.
Piştî heşt salan, di sala 2016an da Trump bû Serokê Amerîkayê û cîgirîya Biden jî qedîya.
Salek şûnda, bi hewldana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî va, di rija 25ê Îlona 2017an da li Başûrê Kurdistanê referandûma serxwebûnê hate lidarxistin.
Gelê Kurd di hilbijartina referandûmê da bi rajeyeke bilind, %93 raya xwe nîşan da û daxwaza xwe ya ji bo Kurdistaneke serbixwe li dinyayê îlan kir.
Gor encama referandûmê, Rêvebirîya Başûr wê demê jî dikarîbû serxwebûna Kurdstanê îlan bikira, îro jî dikare îlan bike.
Mixabin desthilatîya Amerîkayê, ku di bin serokatîya Trump da bi rê va diçû, li dijberî referandûmê derneketiba jî, referandûmê wek gaveke zû dît û xwest ku du sal şûnda were paşvexistin.
Jibo vê yekê Wezîrê Derveyî yê wê demê Rex Tillerson, ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ra nameyek fermî şandibû û helwesta Amerîkayê ya di derbarê referandûmê da bi zelalî anîbû ziman.
Mesûd Barzanî pêşnîyara Amerîkayê nepejirand û ji bo pêkanîna referandûmê gavek şûnda neavêt.
Sedem vê yekê Amerîkayê jî piştgirîya referandûmê nekir û bêalî ma.
Dewletên dagirker, Tirkîye û Îran ji helwesta Amerîkayê cesaret girtin û piştî referandûmê, Başûrê Kurdistanê dorpeç kirin.
Ji Rêvebirîya Başûr betalkirina referandûmê xwestin.
Rêvebirîya Başûr ji seknana xwe tawîz neda û referandûm betal, encama wê jî pûç nebû.
Hukumeta navendî ya Iraqê êrişî Kerkûkê kir, mixabin di bin çavdêrîya Amerîkayê da Kerkûk û hinek deverên Kurd ên ji derveyî Rêvebirîya Başûr, ji destên Kurdan derketin û bedelek mezin hate dayîn.
Mesûd Barzanî dest ji serokatîya herêmê ber da, bi pêşnîyara Amerîkayê va, desthilatîya Başûr di navbera Neçîrvan Barzanî û Kubat Talabanî da hate parvekirin.
Dûra, bi piştgirîya Amerîkayê û deweletên Ewropî va, sînorê herêmê, ku piştî têkçûna Sadam hatibû kifşkirin, hate parastin.
Dawî li dorpeça ku ji alî dewletên dagirker va hatibû kirin, hat û rewşa herêmê ji nû va asayî bû…
Di ser referandûmê ra sê salên dirêj derbas bûn.
Li Rojavayê Kurdistanê jî gavên nû hatin avêtin û Rojava û Başûr nêzikî hev bûn.
Îro têkilîyên Amerîkayê bi herdu parçeyên Kurdistanê ra jî xurt e û li dijberî dewletên dagirker wan diparêze û piştgirîya wan dike.
Guhartina herî girîng îro li Amerîkayê diqewime.
Gor encama hilbijartina serokatîyê dawî li desthilatîya Donald Trumpê delodîn tê û ya Joe Biden dest pê dike.
Joe Bidenê ku, salan berê ji Mesûd Barzanî ra gotîye, “emê herdu jî Kurdistaneke Serbixwe bibînin…“
Ger ku ev rîwayet rast be û Biden ev gotin kiribe, hilbijartina Biden jî tê vê wateyê, ku di nav çar salên serokatîya wî da dê Kurdistaneke serbixwe ava bibe û Biden û Barzanî jî wê Kurdsitanê bibînin.
Mesûd Barzanî herçiqas îro Serokê Herême nebe jî, Serokê PDKê, PDK jî desthilatdarê herême ye.
Mesûd Barzanî gor encamdana referandûmê hewl bide û serxwebuna Kurdistanê îlan bike, Biden jî wek Serokê Amerîkayê nas bike, dinya rabe ser pîyan jî kes nikare rê li ber serxwebûna Kurdistanê bigre.
Bes ku Barzanî li ser biryara xwe be, Biden jî bixaze pêşbînîya xwe ya ji Barzanî ra gotîye, di jîyana xwe da bibîne…
07.11.2020