Vîrûsa Covîdê careke din guhê xwe vît kirîye û di kûçe kolanan da li merîyan digere. Kîngê û li kûderê bikeve pêsîra kê, ti kes nizane. Loma çûyîn û hatina di civakê da kêm, têkilîyên mirovan ji hev qut bûye. Pêwîst nebe, ne kes ji mala xwe derdikeve, ne jî derê mala xwe ji heval û hogirek xwe ra vedike.
Jibo ku Covîda guh-vît bi pêsîra min nekeve, ez jî zêde ji mal dernakevim. Di nav rojê da dema min bi xwendin û nivîsandinê, êvaran jî bi litemaşekirina fîlm û rêzefilman va derbas dibe.
Carcaran liser Netflixê, carcaran jî li ser kanalên Alman li film û rêze fîlmên dîrokê digerim. Ger ku gor dilê xwe tiştek bibînim, pal didim û lê temaşe dikim.
Du roj berê min di MagentaTV da rêzefilmek nû hatîye kişandin, dît, Atlantic Crossing – Xaçerêya Atlantîkê. Rêzefîlmeka dilşewatî û şer e, şerê cîhanî yê duyemîn…
Rêzefilm ji 8 beşan, mijarâ wê jî ji serpêhatîya Prenses Märthayê pêk tê. Prenses Märtha bûka Qralê Norvegê û birazîya Qralê Swêdê ye.
Wek tê zanîn, di destpêka sedsala 20an da pirranîya dewletên Ewropa bi rejima qralîyetê dihatin îdare kirin. Qralên hemû dewletan jî bira, pismam, ap û birazî û xal û xwarzîyên hevbûn.
Di destpêka şerê cîhanî yê duyemîn da, Qralê Norvegê Haakonê VII. birayê Qralê Danîmarkayê, xwarzîyê Qiralê Swedê, pismam ya jî lawxaltîyê Qralê Îngilîz Georgê VI e.
Bûka wî Prenses Märtha jî dîsa birazîya Qralê Swêdê yê wê demê Gustavê V e.
Di sala 1940î da Hitler berê Danîmarkayê dagir dike, dûra berê xwe dide Norvegê. Berî dagirkirina Norvegê Prenses Märtha bi sê zarokên xwe va derbasî Swêdê dibe û tere di mala bavê xwe da bicîh dibe. Mixabin Apê wê yê Qral Gustav ji hatina wê nerazîye û dixwaze hê Hitler berê xwe nedaye welatê wî, Märtha vegere Norvegê, ew jî ji bela Hitler xilas be. Prenses Märtha herçiqas nexwaze jî, bêçare dimîne û berê xwe dide Amerîkayê. Bi alîkarîya Serokê wê demê Franklin D. Roosevelt bi keştîyek di ser Atlantîcê va derbasî Amerîkayê dibe. Mêrê wê Prens Olav û xezûrê wê Qral Haakon jî direvin û berê xwe didin Londrayê.
Dema keştîya ku Märtha tê da digihîje NewYorkê, bi merasimeke fermî tê pêşwazî kirin. Märtha salek berê jî bi mêrê xwe, Prens Olav ra serlêdana Amerîkayê kirîye, li Koşka Sipî bûne mêvanê Rossevelt û di navbera wan da hevalbendîyek çê bûye. Jibo xatirê wê hevalbendî û nêzikayîyê, Roosevelt pêşnîyar dike, ku ew bi her sê zarokên xwe va, qasî ku dixwaze, dikare di Koşka Sipî da bicîh bibe.
Roosevelt jî, di xortanîya xwe da nexwaşîya felcê derbas kirîye û ji navê jêr va lingên wî nalive, bi kursîyê biteker digere. Her sê zarokên Märthayê wek nebîyên xwe dihesibine, ji wan hez dike û bi wan ra mîna zarokek dilîze.
Herçiqas di Koşka Sipî da bijî jî, Prenses Märtha xemgîn e, jiber ku ji mêrê xwe, ji welatê xwe dûr e. Penaber e û çavê wê hergav li rêya vegerê ye. Mixabin alava şer roj bi roj zêde dibe û hemû Ewropayê dişewitîne. Londra ji alî firokeyên Alman va tê bombebarankirin. Îngiltere di tengasîyê da ye û li dijberî êrişa Alman, xêncî parastinê tişta ku bike nîne.
Amerîka ji destpêka şer va bêalîbûna xwe îlan kirîye, ne têkilî şer dibe, ne jî çek û silehan difroşe welatên Ewropa.
Qral û hukumetên welatên Ewropa hemû bang li Amerîkayê dikin, ku dixwazin, çek û sîlehan bifroşe wan. Lêbelê Roosevelt bi navê dewleta Amerîkayê bêalîya xwe îlan kirîye û ji şer û ji firotina çekan dûr disekine. Prens û balyozê Norvegê ji Prenses Märthayê rica dikin, ku ew daxwaza alîkarîyê ji Roosevelt bike. Di destpêkê da Märtha vê yekê qebûl nake, lê piştî rasthatina wê ya bi birîndarekî Norvegî ku di şer da herdu lingên xwe wenda kirîye, dibîne, biryar dide û ji Roosevelt alîkarîyê dixwaze.
Roosevelt jibo ku cara sêyemin were hilbijartin, di nav kar û xebateke giran daye. Li pêşnîyara Märthayê guhdarî dike, lêbelê biryara dewletê ya bêalîbûnê tine bîra wê û helwesta xwe naguherîne.
Märtha demek şûnda bi sê zarokên xwe va koşkek kirê dike û ji Koşka Sipî derbasî mala xwe dibe.
Hilbijartina serokatîyê çê dibe û Roosevelt cara sêyemîn jibo serokatîya Amerîkayê tê hilbijartin. Sedema hilbijartina Roosevelt ya herî girîng, sîyaseta wî ya jidûrsekinandina şer e.
Piştî hilbijartinê Prenses Märtha careke din berê xwe dide Koşka Sipî û serlêdana Roosevelt dike.
Di hevdîtinê da ji Roosevelt ra dibêje, „Ez îro ne Prenses wek balyozê Norvegê alîkarîyê ji we dixazim, ku hûn hewl bidin û ev agirê ku li seranserê Ewropayê belav bûye, bitemirînin…”
Roosevelt, careke din helwesta dewleta xwe tîne bîra Märthayê û dibêje; “Jibo ku ez bêalî bimînim, hemwelatîyên min, ez careke din hilbijartim…”
Lêbelê Märtha, çawa ku du heval jihev biqahirin û bi dengê bilind bi hev ra biaxifin, dengê xwe bilind dike û ji Roosevelt ra dibêje; “Herkes dikare di Koşka Sipî da rûnê. Lêbelê tenê yekî xwedî kesayteke bi hêz dikare biryareke rast bide… Ewropa dişewite, ji dûr va temaşe neke û alîkarîya welatê min bike…“
Märtha gotina xwe dibêje, li benda bersiva Roosevelt nasekine û ji Koşka Sipî derdikeve.
Roosevelt xwe di bin bandora gotinên Märthayê da dibîne, jibo alîkarîyê, li rê û rêbazan digere. Cîgir û şêwirmendên Roosevelt nerazîbûna xwe nişan didin, ew li wan guhdarî nake. Jina wî, Eleanor, Roosevelt rexne dike û dibêje; “sedem sîyaseta te ya jidûrsekinandina şer gelê Amerîkayê te hilbijartin. Tu çawa ji wê sîyasetê dûr dikevî û hêvîya wan dişikînî…”
Roosevelt li Eleanorê jî guhdarî nake û di encamê da biryara firotina çek û sîlehan jibo welatên Ewropa bi awayekî formûle dike û wê ji Kongreyê jî derbas dike.
Bi şandina çek û sîlehan ra, Îngiltere ji dagirkirinê difilite û reng û rewşa şer jî diguhre. Di encama şerê ku, bi salan kudîya, Almanya têk diçe, ew welatên ku ji alî rejima Hitler va hatibûn dagirkirin, ew jî yekoyek ji zilm û zordarîya faşizmê xilas dibin…
Rêzefilm herçiqas gor senaryoyek hatibe kişandin û tê da pevxistin hebe jî, di bingeha wê da rastîyek heye û pevxistin jî gor bûyerên ku wê demê qewimîne, hatîye kirin.
Bêguman sedemên guhartina sîyaseta Amerîkayê ya di derbarê şerê cîhanî yê duyemîn da cîh digre, zêde ne. Lê çawa ku di vê rêzefîlmê da jî tê dîtin, ji wan sedeman yek jî hevaltî û dostanîya Roosevelt û Prenses Märthayê ye.
Cîhê bila bê sebeb nabêjin, dema ku mirov têk here, bêçare bimîne, bavê merîya jî li merîya xwedî dernakeve. Lê heval û hogirek merîya yê dilsoz û bi hêz hebe, mirov dikare xwe bavêje ber bextê wî û ji tengasîyê xilas be. Prenses Märthayê jî wê demê wusa dike…
Li welatê xwe yê lê jidayîk bûye, li mala navê xwe û koşka apê xwe nasitire, loma berê xwe dide Amerîkayê û xwe davêje ber bextê heval û hogirê xwe yê ji dûr û ji dil. Roosevelt jî jibo xatirê dost û hevala xwe, helwesta Amerîkayê ya bêalî diguherîne û bi awayek daxilî şer dibe. Bi guhartina helwesta Rossevelt va berê qedera şer, dûra jî qedera Ewrupa û dinyayê diguhure…
Şeva min a dirêj bi temeşekirina vê rêzefîlmê va qedîya. Ez ji cîhê rabûm, xwe amade kir û ketim nav nivînan. Çavên min girtî, mêjûyê min bi rêzefîlmê ra mijûl… Li ser gotina ku Biden salan berê ji Barzanî ra gotibû, difikirîm. Ew hevdîtinên wan ên ku bi rûken dest pê dikir û bi dilşayî diqedîya, mîna rêzefîlma ku lê temaşe kiribû, di ber çavên min ra derbas dîbûn…
Xewa min direvîya, fikar û kelecan tevlihev û li min zêde dibû. Çawa ketibûm xewê û dem çiqas derbas bibû, nayê bîra min. Lê yak u tê bîra min ev bû, ku ez li ser paldanka xwe rûniştibûm, li ekranê televîzyonê temaşe dikir. Li ser ekranê televîzyonê, NewYork, Monûmenta Azadîyê, Waşîngton, Koşka Sipî li pey hev derbas dibûn. Li ber derîyê Koşka Sipî, Biden pêşwazî li Barzanî dikir. Bi rûken hevdu hembêz dikirin û dûra derbasî hundur dibûn. Li ofîsa hêkanî da rûndiniştin û wek du hevalên ji dil, bi hev ra diaxifîn.
Barzanî bi kelecan diaxifî û digot:
- Heval û dostên min ê hêja, tê bîra te, te salan berê gotibû emê Kurdistaneke serbixwe bibînin. Ew dem îro ev dem e. Hewldan ji min, alîkarî ji te…
Biden:
- Rast e, min ew pêşbînîya xwe bi te ra parve kiribû. Lêbelê dewleta me îro jî hê ne amadeye û wê gave wek gaveke zû dibîne…
Barzanî:
- Salên te bûne 78, yê min jî bûne 74. Bizanibe, ku em roj bi roj ber bi dawîya emrê xwe diçin. Ez jî dizanim, ku dewleta we serxwebûna Kurdistanê hê gaveke zû dibîne. Lêbelê ger ku tu bixwazî, dikarî wê helwestê jî biguherînî…
Biden:
- Bêguman ez jî dixazim ew pêşbînîya min rast derkeve û em bihev ra Kurdistaneke serbixwe bibînîn. Mixabin, pirsgirek ne tenê bi helwesta dewleta me va, berî her tiştî bi helwesta Kurdan va girêdayî ye. Bi dîyarkirina pêşbînîya xwe, min xwestibû ez îşaretek bidim Kurdan, ku ew jibo xwedîdewletbûnê xwe amade bikin. Lêbelê xêncî lidarxistina referandûmê ti amadekarîyek nehate kirin. Enîyeke milî û artêşeke milî nehate ava kirin. Hê hîm nehatîye avetin, ku em jibo danîna banê wê alîkarîya we bikin…
Biden kêmasîyên Kurdan yekoyek dianî ziman û li hev dirêj dikir. Ez di cîhê xwe dipirpitîm, bi kelecan guh dabû gotinên wî, ku gelo ewê hê çi bibêje… Dawî li rexneyên wî nedihat, dirêj dikir û dikir. Bêhna min teng dibû û diqahirîm, ku ji nişkava ji cîhê xwe qilbûm. Çi bibînim, di nav nivînan da me û li arikên odê mêze dikim… Di şevereşa şevê da ne arikên sipî xûya dike, ne jî Biden û Barzanî…
24.11.2020