
Ji komîteya amadekar Partiya Demokrat a Kurdıstan a Sûriyeyê re
Heval û Dostên Hêja,
Ez di despêkê de ji we re sipas dikim ku hûn ji bona serokekî, û nivîskarekî û dîplomatekî Kurd/Kurdistanê Nûreddîn Zaza li ser mezelê wî civînekê li dardixin û hûn wî bibîrtînin.
We ew kesê hêja dîsa tînin bîra me û hemû kurdan.
Hîç şik tune ye ku ez jî wek her kurdekî gelek xemgîn im ku beriya 32 salan me birayê mezin Nûreddîn Zaza wenda kir. Wî ji nav me koç kir. Wî, em ji aliyê zimanê kurdî û edebayata kurdî ve sêwî hiştin. Çû cem serokên Kurdistanê ku ji wan re şewirmenî bike.
Silav ji wî û ji serokên Kurdistanê re.
Heval û Dostên Hêja,
Birêz Nûreddîn Zaza bi çend rêzan danasîn gelek zehmet e û ûstatî dixwaze. Lê ez dixwazim bi çend rêzan wî bidii nasandin û bibîrbînim.
Nûreddîn Zaza,
Zarokê Şoreşa Milî ya 1925an e. Ew dema zarok bû bi birayê xwe yên mezin Serokê Civata Kurd Nafîz zaza re li Bakûrê Kurdistanê çû li Rojavayê Kurdistranê cıwar bû. Dibastana destpêkê, navîn, bakelorî li Sûriyeyê qedand.
Ew li Ewrupayê xwendevanekî jêhatî yê kurd. Wî li WEwrûpayê doxtora jî qedand û ji bona neteweya kurd û Kurdistanê lêkolînên baş û mezin pêk anî.
Ew, zimanzanekî zîrek bû û edebiyatzana bû.
Wî çend ziman bi hev re diaxivî. Ew serkaniya zimanan bû.
Ew serokê cîwanên kurd yên li Ewrûpayê bû.
Ew siyasetvanekî milî, kurdistanî, jehatî bû.
Ew damezrênêr û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Sûriyeyê bû. Wî di sala 1957an de di şertên gelek zehmet de bi çaçen hevalên xwe ve Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê ava kir. Pişt re navê partiya hat guhertrin bû. Navê partiyê bû, “Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyeyê.” Di sala 1960î de hat girtrin û ket hepisxaneyê.
Ew dîplomatekî baş yê kurd bû.
Ew rewşenbîrekî derveyî rêzê yê balkêş bû.
Ew kurdekî serbilind, dostê Şoreşa Milî ya Başûrê Kurdistanê bû.
Ew di nav entellektuelên Ewrupayê de jî kesekî bi navûdeng bû.
Ew damezrênerê Enstitûya Kurd li Parîsê bû.
Ez bi mirina Nûreddîn Zana gelek xemgîn im. Ez ji bona we, malbata Birêz Nûreddîn Zaza, hezkirên wî, Kurd û Kurdistanê sersaxî dixwazim.
Divê em Nûreddîn Zazayê Madenê/Xarpûtê qet jibîr nekin. Her dem di mêjî û dilê xwe de bidin jiyandin.
Xebatkarê Doza Kurdistanê Îbrahîm GUÇLU
Diyarbekîr, 05. 10. 2020