
Di dîroka gelê Kurd da roja 25ê Îlone jî êdî rojekî dîrokî ye.
Sê sal berê Kurdên li çarnikalên Kurdistanê dijîyan û yên li seranserê dine bêlav bibûn, di destên wan da ala rengîn, derketibûn kûçe û kolanên bajaran.
Bi rûken û dilşa, bî bîr û bawerîya ji bo jîyanek azad û serbixwe pêşwazî li roja 25ê Îlonê dikirin.
Jiber ku di dîrokê da cara yekem bu, ku gelê Kurd bi helwestek azad û aşîtîyane, di derbarê pêşeroja xwe da biryara xwe dida û qedera xwe bi destê xwe tayîn dikir.
Herçiqas Referandûma Serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê û ji bo Kurdên Başûr ba jî, kelecana wê di dilê hemû kurdan da cîh girtibû. Hemû Kurdên li rû dinê, bi kelecen şev û roj, saet û xulek dijmartin. Hemû li benda roja 25ê Îlonê bûn. Bi hatina wê rojê ra, ji xew radibûn û bi wê ra radizan. Bi nêzîkbûna wê rojê ra bîr û bawerîyên wan xurt dibûn, xewn û xeyalên wan dixemilîn.
Kurdên ji derveyî Başûr ên xwedî derfet berê xwe dabûn Hewlêr û Silêmanîyê, yên mayîn jî dilê wan li Hewlêr û Silêmanîyê lêdixist.
Hewlêr û Silêmanîye, Dihok û Kerkûk, hemû bajar û bajarokên din bi ala rengîn hatibûn xemilandin. Bi reng û dengên xwe di dawîyâ payîzê da mizgînîya bihara Kurdistanê didan.
Bi berbanga roja 25ê Îlonê va, Kurdên Başûr mîna ku beşdarî şahîyan bibin, bi kinc û berên xwe yên rengîn û bi rûken çûn ser sandoqan. Bi îradeya xwe azad, daxwaza xwe ya jibo Kurdistaneke azad û serbixwe, bi rajeyek bilind, %92,73, nîşan dan.
Dewletên dagirker, Îran û Tirkiye, ji encama referandûmê tirsîyan.
Ji destpêka pêvajoya referandûmê va tirs û xofa ku ketibû dilê wan, bi encama wê ra zêde bû. Ew tirs, ne tenê ji encamdana raya Kurdên Başûr bû. Ew ji alava agirê azadî û serxwebûnê, ku li Başûr bilind dibû û tîna xwe dida çarnikalên Kurdistanê, ditirsîyan.
Tîna alavê, dilê hemû Kurden li rû dinê germ dikir, dest û pîyên dagirkeran dişewitand.
Dagirker di cihê xwe da diqilqilîn. Bi dengekî hovane diqêrîyan û gef dixwerin.
Digotin; „Referandûmê betal, encama wê jî pûç bikin!”
Serok û rayedarên Başûr ji encama referandûmê serbilind bûn. Ji serkeftina xwe ya dîrokî tu gavek şûnda nediavêtin.
Herdu dewletên dagirker, Tirkîye û Îran, jibo ku wê serkeftinê pûç bikin û alava ku li asîmanên Başûr diçûrise û ber bi Bakûr û Rojhilat tê, bitemirînin, hewl dan.
Bi tank û topên giran derketin ser sînor û ber derîyan. Hemû rê yên li erd û ezmanên Başûrê Kurdistanê ra derbas dibûn, girtin û dorbeç kirin.
Têkilîya Kurdên Başûr bi dinyayê ra hate birrîn, Kurd di nav gund û bajarên xwe da asê man.
Dewleta Iraqê ya têkçûyî jî vala nesekinî. Ji helwesta herdu dewletên dagirker cesaret girt û bi piştevanîya wan erişî Kerkûkê kir û dû ra berê xwe da Hewlêrê…
Mixabin sedem îzolasyon û erîşa Iraqê di nav mala Kurd da jî careke din dubendîtîyek rû da û tevlihevîyek çê bû.
Li alîkî dorpeç û erîşa dagirkeran, li alîyê din tevlihevîya navmalî û îhtimala derketina şerê navxweyî…
Sedem vê yekê hêzên Kurd, ji Kerkûk û hin gund û bajarokên ku gor madeya 140î wek heremên bêstatû tên bi nav kirin, vekişîyan.
Bi navbekarîya dewletên Europa dorpeça ku ji alî Îran û Tirkîyê va hatibû kirin, rabû, rê û dirbên ku li ber Kurdên Başûr hatibûn girtin, careke din vebûn.
Mixabin bedela referandûmê bi redestîbûna Kerkûkê va hate dayîn.
Lê referandûm betal, encama wê jî pûç nebû.
Herçiqas encama wê heta îro nehatibe cîh jî, pêvajo neqedîya û tenê nîvco ma…
Loma dewleta Tirk iro jî li jor û jêr a binxetê, sînorê dagirkerîya xwe fire dike û dixwaze dawî li wê pêvajoyê bîne.
Îran bi fêl û fêlbazîyê, nav mala Kurd tevlihev dike û dixwaze rê li ber yekitîya hêz û partîyên Kurd bigre.
Lêbelê ne bi kirin û kiryarên dewleta Tirk, ne jî bi fêl û fêlbazîyên Îranê va tekoşîna gelê Kurd naqede.
Jiber ku di kurahîya dilê her kurdekî da daxwaza Kurdistaneke azad û serbixwe cîh digre, ha li Başûr û Bakûr, ha li Rojhilat û Rojava…
Bingeha tirs û xofa dagirkeran jî ev daxwaza gel e.
Sedem vê yekê, dem tê dewletên dagirker bi zulm û zordarîyê, dem tê bi fêl û fêlbazîyê rê li ber vê daxwazê digrin.
Di nav civaka Kurd da, li xayîn û xapînokan digerin.
Bi rastî, carcaran bi ser jî dikevin.
Hinek, sedem berjewendîyên xwe yên kesane, rasterast bi dagirkeran ra tevdigerin û li dijberî tekoşîna gelê Kurd di nav kozika dagirkeran da cîhê xwe digrin.
Hinek jî, bi qewlê biratîya gelan û biratîya olî, deynê xwe yê ji dagirkeran ra, bi navê kurd û kurdayetîyê tînin cîh. Çawa ku xapîyane, dixwazin kurdan jî bi biratîya gelan ya jî bi biratîya olî bixapînin.
Sedem vê yekê ye ku, dostên Kurd ên mîna Peter Galbraith dibêjin, „neyarên Gelê Kurd pirr in, lê belê yên herî dijwar jî Kurd bixwe ne…“
Bêguman ev tespîta Peter Galbraith tespîteke rast e. Jiber ku Galbraith ne tenê dostek ji dostên kurdan, ew alîgir û xebatkarê doza Kurd e jî. Loma qasî neyar û dagirkerên Kurd navmala kurdan jî baş nas dike, xetarnakên navxweyî tîne ziman û dostên xwe hîşyar dike.
Lêbelê îro dinya piçûk, ewqas jî ronahî ye. Kurd jî di vê dinya piçûk û ronahî da dijîn, qasî dagirkerên xwe, xapînok û xizmetkarên wan ên di nav xwe da jî baş nas dikin.
Jiber vê yekê ye, ku ne bi zulm û zordarîya dagirkeran, ne jî bi kirin û kiryarên xapînokên navxweyî va, daxwaza ku di kurahîya dilê kurdan da cih digre, tu car nayê guhartin.
Gelê Kurd ew daxwaza xwe, bi îradeya xwe ya azad û bi aşîtîyane, di 25ê Îlona 2017an da li Başûr îlan kir û jibo Kurdistaneke serbixwe gava xwe ya bingehîn avêt.
Gelê Kurd bi wê gavê, çirûska serxebûnê dît û îro jî ber bi wê çirûskê meşa xwe li çarnikalê Kurdistanê didominê…
Çirûsk roj bi roj nêzik, ronahî jî zêde dibe.
Loma, 25ê Îlonê herçiqas rojek ji rojên dawîya payîze be jî, êdî di dîroka kurd da destpêk û mizgînîya bihara Kurdistanê ye…
25.09.2020