Peyvên watedar, ew peyvên ku ji beranberîya xwe bêtir, di naveroka xwe da wateyên sosyolojîk dihebînin, hertim bala min dikişînin.
Dema ku pirtûkek bixwînim, ya jî li çîrokek û li stranek dengbêjan guhdarî bikim, xwe di nav nêçîra wan peyvan da dibînim.
Peyva Kûtxwer jî yek ji wan peyvan e û di nav qilf û henekan da, di çîrok û wêje ya Kurdî da cîh girtîye.
Seydayê Xelîfe Yûsif di helbestek xwe da wiha bikar tine:
Ji ewil nediye heta vî zemanî
Bi vî tertîbê xasima bi vî lîsanî
Lîsanê kurmancî çil bav û kala
Hêj nizanî bi xwendina meh û sala
Kelbê kûtxwer bi kêr şivanî nayê
Cahilekî nezanî Xwedê nedayê
Ey cahilê malxirab û wêran
Neke de’wa meydana piling û şêhran
Kûtxwer, ji koka du peyvan pêk tê.
Ji wan yek „Kût“, ya din jî „Xwerin“ e.
„Kût“ nanê di tendûrê da şewitî…
„Kûtxwer“ jî ji ew kêsên ku ji bo kûtek nan ji yekî ra şelaqîyê dikin ra tê gotin.
Li gundê herêma Serhedê, di her malekê da tendûrek he ye û her roj tê dadan.
Tendûr pêjgeha male ye.
Malîvana male ji danê sibê va tendûrê dadide, ji bo şûştina tiştan li ser tendûrê avê dikelîne, xwerin û vexwerinê çê dike. Dema ku agirê di nav tendûrê da koz bigre, wê gave jî li ber rûdinê û nan dipêjine,
Hevîrê ku ji bo nanpêjîyê amade dike, dide ber xwe û ji bo her nanekî girikek çê dike. Dûra girika hevîr li ser texte û bi kirdanekê vedike, davêje ser refikê û bi hundurê tendûrê va dizeliqîne. Ji vî nanê vekirî ra dibêjîn nanê loş.
Piştî pêjandina nanên loş, girikên hevîr hinekî pahn dike û bi destan bi tendûrê va dizeliqîne, ku ji wî ra jî dibêjin, nanê destik ya jî nanê gilover.
Dema ku tîna tendûrê hinekî kêm, ya jî qalindîya hevîr zêde be, hevîr bi dîwarê tendûrê va nazeliqe, lihev lûr dibe û dikeve binê tendûrê. Di nav xalî û agirê tendûrê da dişewite, ku ji wî nanê şewitî ra jî dibêjin kût.
Ser û binê kût di nav xwelîyê da bimîne û bişewite jî, hundurê wî nerm dimîne.
Nanpêja malê kût ji tendûrê derdixe û davêje ber kûçikê malê. Ger ku kûçikê male tune be, kûçikê cinaran bîhna kût digre û tê ber derê wê male, kûtê xwe dixwe, dike ûzeûz û dûr dikeve.
Herçiqas kût nanê kûçikan be jî, kes ji kûçikan ra nabêje, “Kûtxwer”.
Kûtxwer, wek rengdêrek ji bo hinek mirovan tê bikaranîn.
Ew mirovên ku ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî, xwe nêzikî kesên dewlemend ya jî kesên rayedar dikin û pesnê wan didin, di bûyerek da ew kes neheq bin jî, wan diparêzin û piştgirîya wan dikin.
Di civaka gundan da berjewendîyê kûxweran tiştên piçûk in.
Ew tişt carcaran libek cixare ye, carcaran jî îskanek çay ya jî parîyek nan e.
Kûtxweran li gundan, ger ku hebe, ji axayê gund ya jî ji dewlemendê gund ra kûtxwerîyê dikin.
Bi kûtxwerîya ji bo hinek tiştên piçûk, tenê zerar didin xwe, di çavê civakê da xwe piçûk dixînin û dibin pêkenokê gund û gundîyan.
Mixabin, îro ne tenê li gundan, li bajaran jî Kurdên kûtxwer Kurd zêde bûne û ji dewlet û rayerdarên dewletê ra kûtxwerîyê dikin.
Yên herî xeternak jî rewşenbîr û siyasetvan, nivîskar û hûnermend in.
Roj bi roj hêjmara wan zêde, zerar û zîyana ku didin civakê jî giran dibe.
Jiber ku kûtxwerîya wan, ne ji bo libek cixare, ne jî ji bo îskanek çay û parîyek nan e.
Jibo tiştên bi bihayê xwe giran, maqam û mewkîyên bi asta xwe bilind dikin…
Jibo destxistina wan tiştan, pirrîcaran pesn û piştgirî jî tenê têrê nake.
Loma bîr û bawerîyên xwe vaca dikin û ji binîva duguherînin…
Hebûna xwe û gelê xwe înkar dikin…
Dem tê, dost û hevalên xwe, heta welatê xwe jî difroşin…
Pirrîcaran di çavê civakê da pîçûk jî nakevin…
Jiber ku ew xwedî mal û milk, xwedî meqam û mevkîyê bilind in…
Loma ew ji bo civakê kesên herî xeternak in.
Wek mînak:
Kûtxwer, nivîskar û hunermend be, ziman wenda dibe…
Kûtxwer, ronakbîr û rewşenbîr be, dîrok jibîr dibe…
Kûtxwer, sîyasetvan û rêber be, dem tê axa welat bin pê, bîr û bawerîyên civakê jî vaca dibe…
28.08.2020