
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian hat Baxdatê bi wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên re danûstandin kir. Fuad Husên wek tê zanîn kurd e. Li Iraqê nûha ciyê Hişyar Zebarî girtiye.
Piştî danûstandina herdu wezîrên derve, civîneke hevbeş ya çapemenî çêkirin. Herdu wezîran naveroka civînê û peymanên di civînê de hatine rojevê lihevkirî pêşkêş kirin. Ev yeka tiştekî gelek xwezayî bû. Dema ku du wezirê derve yên du dewletan bên cem hevdu vê yekê dikin.
Di axevtina Wezîrê Derve yê Fransayê de peyveke/têgehêke gelek girîng hebû. Ew jî peyva/têgêha “serwer” bû. Wezîrê Derve yê Fransayê got “pêwîst e rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin.”
Vê yekê ji bona min li ser têgêhe “serwerî” fikarindin û terîfê vê peyvê û li Iraqê rewşa serwerî çiye anî rojevê.
Serwerî peyveke xweş e. Pirr caran ev peyva ji bona însana û ji bona dewletan bes wek peyv bi kar tê. Naveroka wê tu wext cî bi cî nabe. Peyve serwerî, wek enstrumeneke siyasetvanan pêşkêş dibe. Pirr caran jî, ji bona ku siyasetvanên welatekî nebûna serwewriya welat û dewleta xwe veşêrînin, qala serweriyê dikin.
Serwerî peyveke gelek kevn e. Di sedsal 16an de ji aliyê Jean Bodîn de bi kar hatiye. Lê piştî wê jî gelek terîfên serweriyê hatine kirin. Bodîn dibêje ku serwerî pîvaneke dewleta modern e. Bodîn di derbarê dewletê de fikrê xwe di pirtûka “Biniyê Dewletê” de tîne ser zimên. Bodîn di derbarê dewletê de dibêje ku dewlet ji gelek enstruman û organan tên cem hevdu çê dibe. Dewlet wek kêşteyê ye. Dibêje ku “guwerteya kêştayê ji 3 melzemeyên esasî ava dibe. Ew melzeme jî, mutlakbûn, domdarî, dewirnekirin e .”
Gor baweriya min serwerî, di serweriya însanan re derbas dibe. Serweriya însanan jî, qedere xwe bi xwe û bi aqlê xwe tayîn û tespît kirine. Dema ku serweriya însana jî, bû civakî û komî, dibe serweriya giştî ya neteweyan.
Serwerî li hundirê welêt û li derveyî welêt li ser qedera dewleta xwe hikûm kirine. Hiqûq çêkirin û hiqûq pêk anîne. Tetbîkkirina hiqûqê ye.
Di rejîmên totalîter de, serkaniya serweriyê xwedê ye. Di rejîmên demokrat de serkaniya serweriyê, xelk e û neteweyê ye.
Dewletên federal jî divê ku demokrat bin. Serkaniya serweriya dewleta federal jî neteweyên cûda yên ku di dewletê de şerîk in.
Dema ku em ji serweriya Iraqê qal dikin. Ji serweriya dewleta federel qal dikin. Dewleta federal ya Iraqê jî bes ji bona ku ne dewleta ereban e, ji serweriya neteweya ereb û welatê ereb qal nakin. Di hemandem de ji serweriya neteweya kurd û kêmneteweyên Iraqê û welatê kurdan Kurdistanê qal dikin.
Dewleta federal a Iraqê xwediyê serweriyê ye? An jî xwediyê serweriyeke Çewa ye? Ev mijarek girîng û hewcedarî şirove û analîzê ye.
Divê ku em li ser çend opsîyonan rawestin.
Dewleta Federal ya Iraqê xweser dikare axa xwe biparêze? Bersîva vê pirsê erênî nîne. Iraqê xwe nikarî li hemberî hêzeke ne dewletî DAEŞê biparêze. Emerîka û tîfaqkarên wê ji bona ku zora DAEŞê bibin, ji Iraqê re bûn alîkar.
Dewleta Federal ya Iraqê li hemberî Dewleta Islamî ya Îranê serweriya xwe diparêze? Ji bona vê jî bersîv pozîtîf nîne. Lewra li her herêmê û di her dezgehê de Îran destwerdanê dike. Iraqê wek dewleta xwe û wek koloniya xwe bi kar tîne. Hêzên xwe yên terorîst li Iraqê cîwar dike. Haşdî Şabî û hêzên Îranê yên taybet li Iraqê ji bona vê nimûne ne.
Dewleta Tirk her demê axa Iraqê bombaran dike, Dewleta Federal ya Iraqê dikare pêşiya wan bigre? Bersîv dîsa ne pozîtîf e.
Hêzên terorîst wek Haşdî Şabî û PKKê gelek bi rehetî li welatên wan çalakiyan dikin, tevdigerin, destwerdanê dikin, Iraq nikare pêşiya wan bigre.
Wê demê ji serweriya Dewleta Federal ya Iraqê qal kirin, mimkun dibe? Bersîv dîsa negatîf û “na” ye.
Hebûna PKKê li axa wan dibe sedem ku Dewleta Tirk axa wan bombabaran bike, nikarin ku li ser PKKê hikûm bikin. Nikarin hiqûqa xwe li ser PKKê û hêzên din yên terorîst ferz bikin.
Di hemandem de demokrasiyeke têkuz jî tune ye. Loma jî, li hundir ji, ji serweriya Dewleta Federal ya Iraqê qal kirin dîsa zehmet e.
Li Iraqê serweriyek hevbeş divê hebe. Ew serweriya, serweriya neteweya kurd û ereb e. Gelo ev yeka heye? Bawer dikim kes nikare bibêje erê.
Dema ku Dewleta Federal ya Iraqê serwer nebe, Herêma Federe ya Kurdistanê jî serwer nabe. Loma serwerî her demê bi problem dom dike.
Bi salan e ew operasyonên Dewleta Tirk ji bona qelsiya serweriya Kurdistanê mînakeke gelek girîng e.
Divê ku kurd û ereb û hemû kemneteweyên Iraqê, li ser serweriya xwe bifikirin. Bigihîjin encamekê.
Diyarbekîr, 17. 07 2020