
Dibêjin heger ku meriv dîroka xwe ne zane dûwaroja xwe jî (nikare rêk û pêk bike) nizane.
Berê berê malbat, ji ber pirsgirêka erazîyê, ji gundê Mêzgirê Qevaxtepe terikandine hatine li Rîçikê barê xwe danîne. Di vê rêwîtîya de ji ber nakokîyên aşîrtîyê, li nezikî gundê Dawalî yê mezinê malbatê Şah Hisên tê kuştin. Cendikê wî tînin mezre ku lê datînin, Gundê Rîçikê/mezra Budan binax dikin. Li ser gora wî jî kevirekî ku serê beran li ser heye datînîn. Bi wê dixwazin bidin zanîn ku Şah Hisên him merivekî jêhatî bûye, him jî ne kal bîye. Yanê mirina wî bê wext û zu bûye. Bi vî awayî cîyê gora mezinê xwe ji xwe re dikin war.
Ser kuştina Şah Hisên tê gotin ku, pîrê malbatê Sey Cafir di zevîya xwe de cot dike, piştî demikê diwestê û navber dide cotkirina xwe radizê. Di xewna xwe de dibîne ku marekî sor xwe li talibê wî Şah Hisên pêçaye, di wê demê de jina pîr xwarin anîye bangdike û Seyîd Cafir ji xewna wî şîyar dike. Seyîd Cafir jina xwe re hêrs dibe dibêje, ‘’te ez ji xewê bêwext şîyar kirim, min xewna xwe tam nedît. Xûyaye ku talibê min di tengasîyê de ye:’’ Pîr gayên xwe ji binê nîr derdixine dike pêşîya jina xwe dişîne mal, xwe jî ber bi gundê Qevaxtepê tere. Lê di rê de agahî digire ku Şah Hisên hatîye kuştin.
Malbata mala Budê cara pêşin li Gundê Rîçîkê mezra Budan cîh bûne. Dura Haysiva Jêrin (mezra gundê Hulman ê), gundê Qilxir û Kotarîcê belav bûne. Ji ber polîtîka dewleta Tirk a ku hebuna gelê Kurd napejirîne navê Mezra me Haysiv bi zimanê Tirkî kirine Hacîyusuf. Lê pir eşkereye ku ji Haysivê kes neçûye Hecê û ew ne ji mezheba Sunîyan, ji mezheba Alewîyan nin. Malbata Budan ji aşîra Hîzolan e, ji ber wê li gundê Rîçîkê rehet cih dibin.
Heta demekê mezra Budan debara wan dike.[1] Lê dema ku Mala Mehemed, Mala Hisên, Mala Avdila, Mala Kekil û Mala Welî Budê çê dibe, hêjmara wan zêde dibe, mezra Budan hemûyan nikare têr bike Ji ber kêmbûna axê û zêdebûna hejmara mirovan debara malbatê dikeve tengasîyê. Ji bona wê hin malbat li cîyên din ax û çareyan digerin. Malbata Mehmedê Budê dora sala 1900ê zaroyên xwe (bi nave Bapîr, Welîaxa, Mıstefa, Weyis, Qîya 5 lawên xwe hene. Lê em keçan nizanin. (Bapîr û Welîaxa li çîyayê Dizgunê têne kuştin.) girtîyê û hatine, mezra Haysiva Jêrin. Ew der kirîne û têde cîh bûne.
Husê mala Kekil jî demikê li Îsnîs’ê rudine lê dure derbazî gundê Qilxir’ê dibe. Gundê Qilxir’ê wek malê hikumatê dihat hesibandin, kesên ku ji gundên dorê çûne vir, erazî lê hat belavkirin. Husê kekil jî gora hêjmara malbata xwe erazî girt û li Qilxirê runişt. Mala Hisên, Mala Avdila, Mala Welî Îmê Budê û Birayê Hisên, Zilfî Kekil li mezra Budan ya Rîçikê dimînin, lê piştî mirina Zilfî Kekil zarokên wî jî gund terikandın u çûn Stenbolê.
Sê lawên Îmê Velî Budê jî (Hisên, Zilfî, Mehmet) sala 1951 de ji Budan bardikin terin Goma Golortê, goma Îbrahîmê Gêdug (Gom girêdayîyê gundê Mastan e) Piştî çend salan li vir ziraat dikin heywan xwedî dikin aborîya xwe xurtdikin,1964 de terin li gundê Kotarîc ê erazî digirin û li wê cîh dibin. Îro jî li Gunde Kotarîcê erazî û malên xwe hene jî, zarokên wan ber rewşa Tirkîya yê ya sîyasî mecbur mane li hemû Ewrupayê belav bune. Piranîya wan li Londrayê ne. Lawê Îmê Welî Hesen jî tere li gundê Depê, Qerepinar ê cîh dibe, nuha jî mala wî li hindirê Depê- Qereqoçanêye.[2] Ji Mala Avdilê du bira hebûn, Îsmaîl û Hesen. Îsmaîl li gund mir, bê zarok bû. Hesên jî zarokên xwe li Stenbolê ne. Ya ku dereng mezra Budan terikand mala Hisên bû. Lawê wî îbrahîm heta 1984 an li mezra Budan berxwe da, lê dure wî jî gund terikand çû Stenbolê cem lawê xwe Qasim. Niha mezra Budan ya ku girêdayêyê gundê Rîçikê ye, xirabeye. Sala 2018 de Dizgunê lawê Zilfî Kekil çû li Budan xwe re xanîk ava kir.
Sala 1934 an de li Tirkîyê qanuna ji xwe re paşnav girtinê derdikeve, malbata Budê sê paşnavan dibêjêrin, Budak, Çîçek û Uslu.
Ji malbata Alî Axa qismek li mezra Haysiva Jêrin- Sîngê Kovê yên din jî li mezra Gundê jorin jîyane. Gundê jorin jî ser bilindahîyekê ava bûye, 7, 8 (heft, heyşt) mal bûne, ew jî ji eqrebeyîn wan bûne. Îro jî xirabeyên vî gundî dide xuyakirin ku avahî ji Kevir û kerpîçan hatîye avakirin, qatê binî ji bona girtîyên ku di şeran de dîl hatine girtin re wek zîndan karanîne.
Xwedîyê Kevn a mezra Haysivê Mala Alî Axa ji eşîra Şadîyan e. Malbat dewlemend û xwedî hêz e. Gundên cîran ji wan ditirsin. Rojekê esp û dewarên gundê Mankiragê dikeve nav êkina mala Alî Axa. Ew jî heyvanên wan dikin axurê xwe û nadin xwedîyan. Bona ku gundî ji wan ditirsin, xwîşka Hamlî Axa ku li Mankiragê mêr kirîye wek navbeyîncî dişinin Haysivê ku heywanan bîne. Lê mala Alî Axa ji zeyîya xwe re jî gotinên grab dibêjin û bê heywan ji mal dişînin. Xweşka Hamlî Axa dibêje ‘’mala bavê min heyvan şunda nedan, serda jî li min heqeret kirin. Çûyîna min tu fayda xwe nebû.’’Gundîyan himber mala bavê xwe tuj dike. Piştî vê buyerê eşîra İzolan li hev dicivin, di nava xwe de hin gengeşîyê-guftûgo dikin û êrîş dibin ser mala Alî Axa.
Di vê êrîşê de yên ku dikevin dest têne kuştin. Xortek bi navê Elîbeg, çekê jinan li xwe kirîye dixwaze bazde, wi ji digirin. Xort ji bona berdewamkirina nîjadê xwe daxwaza efukirinê dike, ema ew jî tê kuştin.
Gundê Haysivê, malen ku li dîyarî Sîngê Kovê ne hemû têne şewitandin. Îro jî li wan cîyan meriv erdê piçikê bikole, rastî bermayîyî şewatê tê. Lorandina (lawek, lawij) ku bi Kurdî û bi navê Haysiva Şewitî li ser şerê nav aşiran hatîye gotin û heta îro hatîye gotin mirovan gelekê xemgîn dike. Lorandina Haysiv Şewitî li Jêr e.
Haysiv Şewitî
Haysivê dipirsî dayê li min, lê hay lê wax, bi dev jêr e
Av jî jê difirî, dayê li min lê hayê mîna kêr e
Malşewıtî Muro siyarê hespê sor û nêr e
Kuda dajoyî mîna cengewar û merxas kî şêr e
Ware way li minê, way li minê, way li minê bê kesîyê wax wax..
Way li minê, way li minê, mal maye bê kesîyê way way..
Haysivê dipirsin dayê li min lê hayê, lê wax, cîkî ne pan e
Qolê Hîzolan (îzola ) qolikî pir giran e
(Ji) Mastanê xwa dayê Hulman e,
(Ji) Karê xwa dayê hetta Gazê Xellan e,
Kesik tune xeberekî bide Moxındîy”e, Şîlkê, û dirban e
Bibên qolên Hîzolan agır berdane qonaxa Alî Axa şev saat çaran e
Xelkên we topkirinê, dane ber xwe dibin mina naxirê şivanan e
Hindik kesan jî serê xwa pêçiyaye hember Hîzolan wek kurugan e[3] (wek, mîna kirugan e) olmasin!
Ware way li minê, wax li minê, way li minê bê kesîye way..
Way li minê, way li minê, mal maye, bê kesîyê way way..
Haysiv şewitandin, Haysiv şewitandin pûl bi pûl tew mêrg û kanî
Têda diçêrî, têda diçirî kar û mî, hesp û canî
Lawikî min heye navê xwa Muro ye, bi xwe mala xwa helanî
Haysiv şewitandin dayê li min hetta Bargê
Qol hatiye ser, pîyê Soragê
Ber kirine pezê malê ber çardaxê
Lo lavo Muro ber xwe bide îro,
Sankî bave te şevekî ne ketî ye gerdegê!
De way li minê, wax li minê, way li minê, li minê bê kesi yê way
Way li minê, way li minê, mal maye bê kesîyê ax.
Piştî vê buyerê xwedîyê gund dixwazin Haysivê bifiroşin. Mala Mehemedê Budê gund dikirin, lê li cîyê berê xanîyan ava nakin. Him dibêjin kêç lê pirdibin, him jî dibêjin, qedera cîyê şewitî dikare carek din şewat be. Ji ber wê yekê malan di cîyê îroda avadikin. Piştî şewatê ji xwedîyê gund kesên mayî di xanîyên Gundê Jorin de cîh dibin.
Mala Budê haysiv girtine lê malbata Alî Axa û Aşîretên pişt wan neheqîyan dikin, gund nadin wan, Gund du-sê caran tê kirîn. Wê deme zêdetir ser soz û bext li hevdikin. Fermî senet sepet tuneye. Him jî wê deme dezgehên dewletê jî li herderê Kurdistanê têkuz nîne.
Piştî şewat û talanê kesên ku li jîyanê mane, li malên xwe yê gundi jorin dimînin.
‘’Hamlî têra xwe neheq û zorker bûye. Mezinê me digotin, piştî ku me Haysiv kirîye, rojek biharê çirpoz xwe dide çongê merivan, Hamlî bi cotek ga tevî nîr û hevcar di nava axpînan da dajo û tê.
Apê bavê min Weyîs dibîne, lê dengê xwe nake. Hamlî bang dike û dibêje: Weyîs, tu çima dengê xwe nakî, eger ku em bûna, me xwîna hevûdû dirijand.
Weyîs[4], lê vedigerîne, dibêje: Hamlî Axa bila canê te sax be, hesav bike ku em li ber genimin parsekçîyek[5] hatîye me barek genim dayê.
Hamlî dibêjê “herê lawê Bûdê bi vê binfrehtîya te Haysiv xwar û çû.” (Ji Haysivê Heta Stockholmê- Kazim Budak, rûpel/ 11)
Piştî derba leşkerî ya 12 Îlona 1980 e li mezra Budan- Haysiva Jêrin dewletê pir kes ji xwe re kir hedef. Xwendevanê wê mezrê girtin zîndanan û êşkence kir. Êşkence û zilma ku hate kirin, di dîroka vê mezrê de carek din ne mimkune ku bê dîtin. Ji ber vê yekê netîcên giran hatin holê. Gelek kesî berê xwe da xerîbîyê, li seranserê Tirkîyê û Ewrupê, Swêd, Danîmark, Almanya, Îswîçre, Avusturya Îngîltere, Amerîka û Kanadê belav bûn. Kesên ku gund û axa xwe terikandin dora 25-30 salî ji cîh û warê xwe dur jîyan, nuha jî havîn havînan terin gundê xwe wedigerin. Di vê pêvajoyde xanîyên berê xirabe bûne û li mezra me de tu îşaretên jîyandinê nema bû.
Bizor salên 2000 de rewşa sîyasî piçkê nerm bu, vegera gundan destpêkir. Gel nermbûna sîyasî firsend dît û vegerîya gundê xwe, xirabêyên xwe serast kirin, malên nu avakirin. Me biran jî firsenda vegerê dît û vegerîn mezra xwe. Bi alîkarîya birazîyê me Arşîtek&mîmar Zana Budak li gund xanîkî nu ava kir. Dîsa tornê Apê Qîya zarokên Bayrem û Adilê lawê Hisên jî xwe re xanî avakirin. Haysiv hedî hêdî şên dibe.
Pêvajoya aşitîyê ku dewleta Tirk jarkir şûnda carek din girtin û kuştina kurdan vegera gundan da rawestin. Îro jî polîtîka dewleta Tirk a hemberî gelê Kurd hişk e, vegera gundan kete astengîyê. Dîsa tade û zilm girtin êşkence li Kurdistanê berdevam e.
Kekê me yê mezin Mistefa (Apê Selîm) 1984 an de li Swêd ê çû ser dilovanîya xwe. Ji Mistefê û Xanima wî Şadîyeyê sê (3) lav û du (2) keçên xwe hene. Bi arîkarîya lavê wan Mîmar Zana ji mera xanîyekî nu hate avakirin. Me piştî 24 salan bilêtên vegerê girtîbûn ku herin welatê xwe, Lê mirin û qezayên ku ser malbatê de hatin, heves û şahîya me di bin sîya xwede hiştin. me mîmar Zana di qezayek trafîqê de wenda kir. A nuha li Haysivê ji bona nuva kirina jîyanek nu mala me ya heyî ji Zana û Kekê me Kazim dîyarîye, em spasdarên wanin.
Dewleta Tirk tu wext nehişt ku em li Haysivê bextewar bijîn. Li wir daxwaza me, ya jîyanek aşitîxwaz û aram wek gundên Kurdistanê yên din Dewleta dagirker her tim nerehet kir. Hêvî dikim nifşên me yê hatî bikarin ji dewleta dagirker û zilumkar hesav bipirsin û azad bijîn. 2020.05.08
[1] Lawê Zilfî Kekil Dizgun Uslu du salan berê hat li mezra Budan xanî avakir.
[2] Mala Hesen li Dep ê ji xwendevanên eqrebe dostan re yên ku li Lîsa Depê dixwendin bu wergeha cîyê razan û mayînê. Em sipas dikin.
[3] Kirug: Ji jinê Ermenîyan re dihat gotin. .
[4]Weyîs apê bavê min bû, di salên şerê Cîhanê yê yekê da ew tevî birayê xwe Qîya çûne Amerîqayê. Ew bi salan li wir mane û xebitîne. Weyîs di xebatê da lingê xwe ber tirênê dikeve û tê jêkirin, ew vedigerî welat, lê Qîya çend salan şûnda vedigere. Li Amerîqayê jê ra ortopedîk ling çêkirîbûn wî her wext ev kar dianî. Me zarokan ji lingê wî xu dikir û dema ku dengê lingê wî dibihîst me xwe ji wî vêdişart.
[5] Wê demê kesên ku debara xwe nedibûn, li zevîyan digerîyan, gurz gurz an jî bar bar genim tevî sap pars dikirin, ew dibirin di bênderan da digerandin tene jê derdixistin.