Li welatên sêyemın û paşvemayî û pêşve diçin problema însanan ya mezin ew e ku gotin û peyvên wan hevûdu nagre. Tiştêki dibêjin nakin.. An jî tiştekî dibêjin, tiştekî din dikin.
Bi taybetî jî siyasetvanên van welat di vê pirsê de xwediyê sicîleke gelek xerab in. Siyasetvanên van welatan di qempanyayên hilbijartinan de ji bona ku partiya wan qezenç bike; bi xwe bibin parlamenter û şerokşeradarî qezenç bikin, teahhudên mezin didin xelkê. Lê dema ku hilbijartin diqede wê demê gotinên xwe jibîr dikin. Lê dema ku hilbijartinên nû jî hatim li dar xistin, wê demê wek qet tiştek nebûye tên nav xelkê heman helwesta xwe didomînin. Dema vê yekê dikin şerm jî nakin.
Ev rastiya ji bona partiyan jî derbas dibe. Partiyên siyasî ji bona xwe bernameyên gelek “baş” û “naverokdagirtî” çê dikin, lê xebata wan bi bernameyên wan re tu wext hevûdu nagrin. Xebat û bernameyên wan bi hev re xwediyê eleqeyekê nînin.
Bi taybetî jî di mijara demokrasiyê, maf û azadiyên însanî yên şexsî û kolektîf, hiqûqê de helwesta partiyan bi her awayî dramatîk e.
Her partiyeke siyasi ya Tirk, ji demokrasiyê qal dikin, lê ne di hûndirê xwe de ne di nav gel de û ne jî di avakirina demokrasiyê de hewildaneke rasteqîne nîşan didin.
Di mijara hiqûqê, maf û azadiyan de helwesta wan hîn xirab e. Dema ku însan helwesta partiyên siyasî ya di derbarê maf û azadiyan de şirove dike, digihîje wê armancê ku dê bibêjî partiyên siyasî, ji bona maf û azadiyan biperçiqînin, hatine ava kirin.
Di pirsa kurd û Kurdistanê de rewşeke xirabtir ya bi awayekî din heye. Berê ji mijara Kurd û Kurdistanê tiştek nedihat gotin û qal nedihar kirin.. Lê di van salên dawî de derbarê kurdan de gav hatin avêtin, ev car jî mijara kurd û Kurdistanê ji berê xirabtir wek malzemeyekê hat bi kar anîn û manipule kirin.
Ez di sala 1960yî vir ve siyaseta li Dewleta Tirk tê meşandin dişopînim. Piştî salên 1965an jî ji nêzik ve siyasetê şirove dikim û dibim şehîdên siyasetvanan. Min her dem ji vê rastiyê re şehîdî kiriye. Loma jî bi hezaran caran ev yeka ji aliyê min de jî hatiye ser zimên, nivîsandin, hatiye rexne kirin..
Di van rojên dawî de di derbarê zimanê kurdî de jî ev exleqa û çanda ne baş tê meşandin û dubare kirin.
Wek tê zanîn demeke ku Platforma Zimanê Kurdî ava bûye. Ew ji bona zimanê kurdî dixwaze xebat bike. Bi vê mebestê û armancê hewil dide.
Di van rojên dawî de jî Platforma Zimanê Kurdî, bi Partiyên Siyasî yên dewletê re xwestin danûstandin bikin. Bawer dikim ku bi CHPê, HDPê, Partiya Saadadê re danûstandin kirin.
Gor daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî û berpirsiyarên wan, ew ji van danûstandinan gelek kêfxweş bûn. Gor daxuyaniya wan ji danûstandinan encamên baş wergirtine.
Berpirsiyarên Platforma Zimanê Kurdî bi taynetî di derbarê CHPê nêrıneke balkeş diyar kirin û gotin ku „Kemal Kiliçdaroglû got ku di warê ziman de yasa werin em ê piştgirî bidin. „
Ez di wê baweriyê de me ku dema ku gelek kesan ev daxuyaniya xwendin, kêfxweş bûn. Lê dema ku mijar û gotina serokê giştî yê CHPê Kiliçdaroglu bê lêkolîn wê demê dibîne ku manewreke gelek xirab ya siyasî ye.
Baş tê zanîn ku MAFÊN NETEWEYÎ YÊN NETEWEYA KURD encama felsefeya damezrênêr ya Dewleta Tirk a kolonyalîst, nîjadperest HATİN QEDEXE KİRİN û hatin xesip kirin.
Zimanê kurdî jî loma qedexe bû.
Xwediyê vê siyasetê jî CHPê ye. Lewra damezrênêrê dewletê ew e.
Gor daxuyaniya berpirsiyarên Platforma Zimanê Kurdî, CHPê amade ye ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Lewra di pirsê din yên biçûk de AK Partiyê gav avêtine û ew gavan dimeşin. Loma jî ez jî bi vê wateyê daxuyaniya Kiliçdaroglu fahm dikim. Lewra ne wusa be Kiliçdar oglu tiştekî nû nabêje.
Telewîzyonên kurdan jî bi vê wateyê nûçe belav kirin.
Serokê Giştî yê CHPê Kiliçdaroglu diyar e, amade ye ku piştgiriya qanûnên di derbarê perwerde ya zimanê kurdî de bike!!
Dema ku ew nêrîna rast be, gelek baş e. Divê her kurdek jî piştgirê vê helwestê be.
Gelo baş e CHP û serokê wê yê giştî Kiliçdaroglu li benda kîjan partiyê ku ew dê qanûnê pêşkêş bikin?
Heger li benda AK Partiyê be, ew ne rast e û gotina Kıliçfdaroğlu bê wate ye. Lewra heger AK Partiyê ev yeka bipejiranda, heta nûha pêşniyarek ji meclîsê re dikir. Dema ku Ak Parti bi MHPê ve di nav Tîfaqa Cumhûr de cî girt, tê zanîn ku ev yeka bi tevayî qediya.
Diyar e ku HDP û Partiya Saadetê jî, ji perwerde ya zimanê kurdî re piştgir in!!
Ew 3 partî di Meclîsê de xwediyê erk in ku qanûnan pêşniyar bikin.
Divê ev sê partrî di bin pêşengiya CHPê de qanûnekê di derbarê perwerde ya zimanê kurdî de amade bikin, pêşkêşî Meclîsê bikin.
Tê gotin ku “ew nikarin vê qanûnê di meclîsê de bidin qebul kirin. Lewra ew di meclîsê de ne piranî ne.”
Ev nêrîna rast e.
Lê ev qanûna bi xwe dê zorê bide felsefe û fikrê Dewleta Tirk ya kolonoyalîst û nîjadperest. Di civatê de dê bibe sedema reformeke zihniyetê.
Di heman dem de ji bona CHPê jî dibe ezmunekê.
Gelo ew li benda kê ne?
Berpirsiyarên Platforma Ziman Kurdî jî diviya bû ku ev daxwaza ji wan bikira.
Heger CHPÊ vê yekê neke, ew dibe propandaya rojane ku kurdan bixapînin û piştgiriya kurdan qezenç bikin.
Diyarbekîr, 14. 02. 2020