
YNKê di sala 1975an de piştî rûxandina Otonomiya Kurdistanê û şerê kurdan û ereban yê dijwar li Iraqê hat ava kirin. Di destpêkê de diyar bû ku YNKê dê li Başurê Kurdistanê bibe xwediyê mîsyon û roleke girîng. Di rastiyê de jî wûsa bû. Lewra YNKê xwediyê serokekî karîzmatîk û xwenda û çalakvanê PDKê yê berê bûn.
YNKê, her çiqas ji sê bask’an jî ava bibû, qerektera wê ya îdeolojîk, çepgirî bû. Piştî ku Dewleta Federe ya Kurdistanê jî ava bû, xwe wek rêxistineke sosyal-demokrat terîf kir. Hezar mixabin gor pîvanên partiyeke sosyal-demokrat tevnegeriya. Loma jî di nav xwe de demokrasî nekir sîstemeke jiyanî û bingehî. Her çiqas bû endamê Enternasyonalîsta Sosyalîst jî, dîsa jî wek rêxistineke otorîter tevgeriya. Siyaseta xwe jî gor jakobenîzmê tespît kir û biryarên xwe gor zîhniyeta otorîter û jakoben wergirt.
YNKê nikarî siyaseteke neteweyî ya xurt bimeşîne. Ji bona ku li Sûriyeyê ava bibû, zihnîyet û helwesta îcazetê pejirandi bû. Loma jî bi dewletan re dema danûstandin dikir, her dem bi pirsgirêkî danûstandinên xwe dom dikir. Loma jî Îran di van salên dawî de li ser jiyan û siyaset û biryarên YNKê bû xwediyê giraniyekê.
YNKê girêdayî qerektera xwe ya jakoben û otorîter, bi kongreyan ve zêde navbeyna wê ne baş bû. Demekî dirêj bê kongre berpirsiyarên xwe tespît kir, biryarên xwe wergirt.
Lê qonaxa ku Kurdistan tê re derbas dibe, rewşa YNKê mecbûrî kir ku YNKê kongreya xwe lidarbixe. Demeke di mijara kongreya YNKê de niqaşe hebûn. Di encamê de kongreya xwe li dar xist.
Qasî min şopand kongreya YNKê ser kevtî nebû û pirsgirêk çareser nekir; kongreyê pirsgirêkên YNKê zêde kir.
KONGRE LADARXISTINA YNK-Ê ERÊNÎ YE…
Dema dîrok û helwesta YNKê ya bihûrî bê analîz kirin, tê dîtin ku YNKê di dema xwe de tu wext kongreyê li dar nexistiye. Heta dikarim bibêjim ku ji bona YNKê kongre girîng jî nebû. Îradeya serokê giştî û an jî îradeya sekreterê giştî û grubekê, ciyê her tiştekî digirt. Yanî Mam Celal û an jî grûbeke bi wî re girêdayî di derbarê jiyan û konseptên YNKê de biryar digirtin.
Lewma lidarxistina Kongreya YNKê girîng û erênî ye. Ev kongreya 4emîn ya dawî dikare bibe sedem ku jinûha şûnda YNKê di wexta xwe de kongreyê xwe li dar bixe. Di hemandem de ev kongreya ji bona demokratîzebûn û sosyaldemokratîzebûnê jî bibe gaveke girîng. Loma divê berpirsiyar û endamên YNKê qiymeta vê kongreyê baş bigrin.
HEZAR MIXABIN KONGREYA YNK-Ê GOR PÎVANANÊN DEMPOKRASÎ û SOSYAL-DEMOKRASIYÊ NEMEŞIYA…
Qasî min şopand û tiştên di derbarê kongreyê de hatine nivîsandin û qewimandinên hatine rojevê diyar dike ku, Kongreya YNKê gor pîvanên demokrasiyê, hiqûqê, sosyal demokrasiyê nemeşiya.
Wek tê zanîn ku kongre bes li salonan pêk nayên. Beriya Kongreyan, ji bona amadekirina kongreyê xebat jî, di çarçeweya xebata kongreyê de tê hesibandin. Hezar mixabin YNKê di amadekirina kongreyê de jî pîvanên demokratîk û sosyal demokrat bi kar neanî.
Divê ev yeka ji aliyê berpirs û endamên YNKê ve baş bê şopandin, şirove kirin, ji vê yekê encam bê derxistin.
KONGREYA YNK-Ê DESTUREKE ÇÊNEKIR Û XWE JINÛVE TERÎF NEKIR…
Min berê bi tirkî û bi kurdî di derbarê YNKê de gelek meqele nivîsandin. Min gotûbû ku “YNKê hevcedarî reformeke demokratîk û civakî ye.”
Wek tê zanîn: YNK-ê ji sê gruba ava bû. Ev sê gruban: Xeta Pahn ku jê re Celal Telebanîyî serokatî dikir, Komeleya Marsîst-Lenîstî, Bizava Sosyalîsta Kurdistanê bû ku jê re Elî Eskerî serokatî dikir. YNK-ê xwe wek nîv-eniyekê/cepheyekê terîf dikir. Lê wek rêxistineke plural û pir-rêxistinî ne, wek partiyekê û rêxistineke homojen xebata xwe meşand. Di encamê de jî, bi taybetî jî piştî pêvajoya Iraqa federal û Kurdistana federe bû partiyek.
Dema ku YNK-ê ava bû, îdeolojiya çep di YNKê de xwediyê giraniyekê bû û tesîra baas a Suriyeyê jî Ii ser YNKê realîtek bû.
YNKê rêxistineke çep, radîqal, jakoben, alîgirê şerê çekdarî bû.
YNK-ê di merheleya Dewleta Federe ya Kurdistanê de xwe wek partiyeke sosyal-demokrat terîf kir. Pişt re jî bû endamê Enternasyonala Sosyalîst û Celal Telabanî jî bû cîgirê serokê enternasyonalê. Lê hezar mixabin YNK-ê xwe gorî pîvanên Enternasyonala Sosyalîst û partiyên sosyal-demokrat jinûve ava nekir. Hîn taybetiyên YNKê yên radîqal, çep, jakoben dom dikin. Ev jî pêşiya demokraîzebûna YNKê digre û YNKê nake partiyeke demokrat, hevdem û serokatiyeke plural.
Nûha ev taybetiyên YNK-ê dibin sedem ku di nav YNK-ê de qrîz çê bibe û grubên muhafazakâr û reforxwaz bên hemberî hevûdu.
Bi taybetî piştî ku Goran ji YNKê veqetiya û Mam Celal jiyana xwe ji dest da, YNKê wek rêxistina berê nema. Loma jî divê jinûve xwe terîf bike. Ew jî çarçeweya hiqûqê de dibe. Hiqûq jî bi destûrê xwe dide nas kirin.
Hezar mixabin diyar e ku ji Kongreya YNKê destûrek derneket û YNKê jî jinûve nehat terîf kirin.
DI KONGREYÊ DE NAMZETBÛNA NÎVIYÊN NÛNERAN NÎŞANA DEMOKRASÎ NÎNE Û NÎŞANA KU XURTBÛNA HÊZÊ NE HİQÛQÎ Û BERJEWENDÎPARÊZIYÊ Û BÊBAWERIYÊ YE…
Di kongreya YNKê de nîviyê nûneran bûn namzetê serokatiyê. Ev yeka wek demokrasiyeke xurt hat şirove kirin. Ev tespîta ne di cî de ye. Ev yeka encama demokrasiyê nîne. Ev yeka encama bêbaweriya di nav YNKê de û di hemandem de gor berjewendiya grubî û şexsî tevgerandinê diyar dike. Ji aliyê din de parçebûn û belavbûna di nav YNKê de diyar dike.
Encamên kongreyê ev xeteriyên ji bona YNKê di rojevê de ne, ji holê ranekir. Diyar e ku ew bêbawerî û belavbûna di nav YNKê de dom dike. YNKê nebû partiyeke hevbeş ya plural.
DI KONGREYÊ DE MUHASEBEYA KERKUKÊ NEHAT KIRIN, EV YEKA JI BONA YNK-Ê ŞIKESTINEK E…
Wek tê zanîn Kurdistaniyan di encama referandûma serxwebûna Kurdistanê de (2017) ji dewleta serbixwe re got “erê”. Ev biryara neteweya kurd û Kurdistaniyan, dewletên metîngehkar tirsandin. Ew ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê jiholê rakin, ketin nav HEWİLDAN û planên xirab. Biryar dan ku êrişî Kurdistanê bikin. Lê bi serê xwe nedikarîn vê yekê bikin.
Dewletên kolonyalîst ji bona xwe hevalbend dîtin û bir alîkariya wan dest bi êrişê kirin. Di encamê de Kerkuk û gelek herêmên din yên Başûrê Kurdistanê hatin dagir kirin. Ew kes û gruba ku ji dewletên kolonyalîst re bibûn alîkar, endamên YNKê bûn.
Vê yekê hîç şik tune ye ku zirareke mezin da Kurdistanê û di hemandem de da YNKê ne. YNKê ji neteweperestî dur xist.
Diviya bû ku ev pirsa dîrokî di kongreya YNKê de bihata şirove kirin, sebebên wê û kesên xiyanetkar tespît bibûyan.. Hezar mixabin kongreya YNKê ev yeka nekir.
DI KONGREYÊ DE XIYANETKARÊN KERKUKÊ SIZA NEKIRIN Ü EW BÛN DESTHİLATDAR Û BÛ QEZENÇKIRINA XIYANETKARAN.
Min berê jî nivîsandibû ku: “Grûba Xiyanetê nûha jî hewil dide ku di YNKê de desthilatdar be. Ji bona vê yekê lîstikên siyasî dike û santajan bi kar tîne û gef dike. Bi piştgiriya Iraqê û Îranê mirovan dikire. Loma jî dixwazin ku gor şertên wan kongreya YNKê bê li dar xistin. Ew jî bibin desthilatdar. Divê ku kurdperwer îzin nedin Grûba Xiyanetê. Ji Grûba Kosret Resûl û Necmedddîn Kerîmî re yanî ji Grûba Kurdperwer re alîkari bikin.
“Rewşa YNKê raste rast qedere Kurdistanê eleqeder dike. Loma jî YNKê bes rêxistina endamên YNKê nîne. YNKê rêxistina hemû kurdan û kurdpereweran e.
“Loma divê hemû kurd û kurdperwer ji YNKê re xwedî derkevin ku bila Grûba Xiyanetê nebe desthilatdar.
“Dema ku Grûba Xiyanetê di YNKê de desthilatdar be. Li Başurê Kurdistanê gelek guhertinên nexweş û xirab dibin û gelek qewimandinên nexweş û xeter tên holê.
“Divê bû ku YNKê di kongreyê de vê pirsê binirxîne û xwe jinûve ava bike. Di YNKê de guhertineke bingehî çêke. Ew kesên û gruba ev xiyaneta kiribû, siza bike, derxe derveyî YNKê.”
Hezar mixabin Kongreya YNKê ev yeka nikarî bike.
Ji bona YNKê xeteriyeke din ya mezin derket holê. Ew gruba xiyanetkirî di serokatiya YNKê de cî girt.
Hîç şik tune ye ku ev yeka ji bona Kurdistanê û YNKê xeteriyeke mezin e.
Lewra YNKê li Kurdistana federal rêxistinekî girîng û xwediyê roleke girîng û îradeya damezrênêr ya Dewleta Federe ye.
Ev grûba hîç şik tune ye ku dê ji bona YNKê û Kurdistana federal xirabiyên xwe dom bikin.
Divê hemû kurd li dijî vê grubê xiyanetkar rawestin. Îzin nedin ku ew zirar bidin Dewleta Federe ya Kurdistanê.
Amed, 03. 01. 2019
Têbinî: Xwendevanên hêja, ez sala nû ya pîroz dikim. Bextewarî û serkeftina we dixwazim.