
CHP, çend roj berê derbarê Sûriyeyê de konferanseke navneteweyî li darxist.
Ji bona ku em CHPê baş nas dikin ku heta nûha nêrînên wê yên di derbarê Suriyeyê, rejîma Sûriyeyê, partiya baasê, Rojavayê Kurdistanê de aniyê ser zimên jî diyar in; ji aliyê din de beşdariya konferansê, mijarên dihatin niqaşe kirin, diyar dikir ku dê çi encam derkevin holê.
Rastî jî bi beşdaran û naveroka konferansê derket holê ku CHP, li ser navê Partiya Baasê û rejîma Sûriyeyê konferansê li dar dixe.
Lewra di konferansê de banga mixalîfan nehatibû kirin. Bi taybetî jî bangî berpirsiyarên kurdan nehatibû kirin. PKK/PYD nehat gazî kirin. Ev yeka dihat fahm kirin. Lewra ji aliyê dewletê de terorîst dihat nas kirin. Ji aliyê kurdan de jî wan temsîla kurdan nedikir. Lê ji bona ku PKK/PYD eciz nebe, ENKSê jî ji bona konferansê nehat vexwendin.
Lê tê zanîn ku li Sûriyeyê neteweya kurd û Kurdistanê mijarên gelek girîng û bingeh in. Bê kurdan jî, pirsa Sûriyeyê çareser nabe.
Lê dîsa jî her kes li hêviyê bû ku CHPê dikare tiştên nû bibêje. Lê dema min Serokê Giştî yê CHPê guhdarî kir, min derbarê axevtina serokê giştî yê CHPê de çend nêrînên bingehî nivîsand, bi raya giştî re parva kir.
Konferansê ev nêrînên min, neguhert, eqisê wê konferansê nêrînên min “erê” kir.
Dema ku axevtina Serokê Giştî yê CHPê, axevtinên di konferansê de, encamnameya konferansê bê şirove kirin û analîz kirin tê dîtin ku:
1-Konferansê, di derbarê felaketa li Sûriyeyê di derheqê berpirsiyariya Rejîma Baasê û Dîktatoriya wê de hîç tiştek negot. Konferansê dewletên li Suriyeyê û hêzên mixalîf yên li Sûriyeyê ji rewşê berpirsiyar îlan kir.
Wek tê zanîn Rejîma Baasê jî heman tiştî dibêje.
Lê tê zanîn ku dema di sala 2011an de encama Bihara Ereban li Sûriyeyê li Derayê serhildana sivîl dest pê kir, rejîmê daxwazên gel neda ber çav. Bersîva serhildana siwîl, bir şidet û bi leşkerî bersîv kir.
Rejîmê însan kûşt. Wê demê gel jî mecbûr bû ku li hemberî rejîmê çek bigre destê xwe, xwe biparêze.
Di nav demê de li Sûriyeyê şerê hûndir dest pê kir.
Ji wê rojê heta îro, di 8 salan de rejîm bû sedem bû ku 700 hezar kes bên kûştin, deh mîlyon însan ji Suriyeyê koçber bin, bajar ji holê rabin.
Rejîm nûha jî daxwazên gel nade ber çav. Dixwaze bi zorê û bi piştgiriya Rûsyayê û Îran û Tirkiyeyê desthilatdariya xwe dom bike.
2-Konferansê, ji bona guhertina Rejîma Baasê pêşniyarek pêşkêş nekir û helwestek diyar nekir.
Gelek aşkere ye ku rejîma Sûriyeyê, ne demokrat e; faşîst û otorîter û mezhebî ye.
Loma jî di sala 2011an de gel serhildana siwîl li darxist. Ew serhildana di vê qonaxê de bi şerê çekdarî û bi şerê hûndir didomîne.
Kurd, ereb, hemû kêmnetewe dixwazin ku rejîm bê guhertin. Rejîm bibe rejîmeke demokrat, plural, parlameteriya rasteqî ne.
Dewlet, unîter û kolonyalîst e. Wek dewleta ereba xuya dike. Lê dewlet, dewleta ereban jî nîne. Bes grûbekî biçûk û mezhebî yê ereb xwediyê dewletê ne.
Lİ Sûriyeyê xwediyê dewletê bûrokrasiya siwîl û leşkerî ye. Ew jî bi baas tê bin av kirin.
Dewleta Sûriyeyê, bi her qerekter û taybetiyên xwe dişibe Dewleta Kolonyalîst ya Kemalîstan.
Lewra Dewleta Kemalîst jî dewleta burokrasiya siwîl û leşkerî ye.
Divê li Sûriyeyê dewlet jî bê guhertin. Dema dewlet nayê guhertin, rejîma faşîst ya nedemokrat jî nayê guhertin.
Dewlet, divê bibe dewleta neteweya kurd, ereb, kêm neteweyan.
Ew dewleta jî, dewleta federal e.
3-Konferansê, di derbarê kurdan û Kurdistanê de tiştek negot. Siyaseta heyî ya dagirkerî û neyênî “erê” kir.
Li Sûriyeyê mijar û pirsa bingehî, mijar û pirsa neteweya kurd û Kurdistanê ye. Neteweya kurd heger hemû mafên xwe yên neteweyî, civakî, siyasî qezenç neke; neteweya kurd li Kurdistanê desthilatdar û serwer nebe, rejîma faşîst nabe rejîmeke demokrat; dewlet jî, ji unîterîzmê rizgar nabe, nabe dewleta hemû neteweyan û kêmneteweyan.
4-Konferansê dizanî ku ji bona ku dewleta Sûriyeyê bibe dewleta herêmên ozerk/xweser, dewleta federal, pêşniyarên cidî hene. Li hemberî van pêşniyaran konferansê tiştek negot.
Vê yekê jî diyar kir ku konferans piştgirê dewleta unîter û kolonyalîst a Suriyeyê ye.
5- Konferansê gelek aşkere diyar kir ku ji têkoşîna dewleta Tirk ya di nav sînorên Sûriyeyê de tê meşandin re, piştgirî bike.
Konferans û CHPê bi vê tespît û siyaseta xwe, gelek aşkere ye ku ji siyaseta Hikûmetê re bû dûvik. Ferqa siyaseta wan û hikûmetê tune ye.
6- Piştgiriya Konferansê û CHPê ji vê siyasetê re, îşgala Dewleta Tirk ya li axa kurdan Efrînê û ereban jî taswîp dike. Ji îşgala nû ya Kurdistanê û erebkirina Kurdistanê re jî piştgirî ye.
Konferansa CHPê û CHP bi vê yekê jî siyaseta klasîk ya nîjadperest ya Kemalîst û kolonyalîst ku li Sûriyeyê bi awayekî dom dike re bû alîkar..
Amed, 05. 10. 2019