
Hemê difikirî û tu rêyek nedidît. Çi bikira jî ji dest birayên Zeynê xlas nedibû. Reşo û Zinar daxîlbûn û teslimbûna Hemo qebul nedikirin. Li ber hemê tenê rêyek hebû, ew jî şer bû…
Biserketina şer, ji bo Hemo û Zeynê jîyan, wendakirin jî ji bo herduyan mirin bû.
Hemo seklawi bi rehwanî ajot ser herdu biran, herdu bira jî hespên xwe ajotin ser Hemo û şerekî dijwar dest pê kir.
Şûr û mertal lihew diketin. Şûrên hesin û polayên di destê wan da, di bin tirîja roje da dibiriqîyan. Dengê ku ji wan derdiketin, di her alîkî deşta Gewran da ağme dibû… merîya digot qey dar û berên deştê li wan û şerê wan temaşe dikin. Refên sîqulingan, bi deng û di bin ezmanan da li ser wan ra derbas dibûn. Kutkutik sli er daran sikinîbûn û bêdeng li wan temaşe dikirin. Ji dengê şûrên wan pezkuvî ditirsîyan û di nav deştê da direvîyan. Rastî şîn ketibû nav deşt û zozanan. Şalul û bulbil deng derdixistin û heta nuha şerekî ewqas dijwar nedîtîbûn.
Zeyne bi ecebmayî li herdu alîyan temaşe dikir. Mîna du hêzên dijmin êrişî hev dikirin. Merîya digot qey li alî kî Romên barbar û xwinxwar, li alîyê din jî Kurdên bextreş.
Xêncî gotinê tu tişt ji destê Zeynê nedihat. Kilamek avêt ser Hemo û got:
Hemo kezeba min dişewite, dilêmin tîn e
Xwedê agir bi mala bawê Hemê Şivan bixin e
Sîyarbûye li seklavîyê çiqas bi bux kîn e
Zor daye rime vir da dibe û wê da tine
Mîna gurê çolê har û pişt heşîn e
Didanên wî tuj in û dev bi xwîn e
Lêdixine dara rimê ji dest birayê Zeynê distîne
Pişta wan girtîye danîye ser kaşê zîn e
Rima destê xwe di ser wan da dixozîne
Reşo û Zinar ji xwe dûr dipekîne…
Hemo, di şer da cîhê dîn û îmanê nîne
Tu wan ji xwe ra xezûr mehesîbîne
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikişîne
Xwîna wan berde ser kaşē zîn e
Tu xatirê Zeynê li gel wan nine
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikîşîne
Hemû gundî ji wan, ew jî li te dikişîne
Qedera min û xwe di vê deştê da baş binivîsîne
Mirî yan jî zindî, me ser gond ra şûnda meşîne
Xençera xwe baş bikar bîne û bihejîne
Hemo wendakirin ji bo min û te dawîya jîn e
Îro ji bo min û te yan jîyan yan jî mirin e
Li ber me tê rê û dirbekî din nine
Şûrê xwe rast lexe û çep bikîşîne
Xwîna birayên min li vê çolê birîjîne
Herku diçû herdu birayên Zeynê zora Hemê dibirin. Zeynê jî bi gotinên xwe Hemê Şivan motive dikir. Cîye ku Hemo xwe lê girtibû, gelek baş bû. Li paş wi kevirekî mezin hebû. Kevir Hemo ji paş va diparêst. Lakîn bê wî kevirî şansê Hemo qe nemabû. Zeyne vê rewşê didît û loma carekî din stranek avêt ser Hemê û bi dengek bilind û zelal xwest cesaretê bide wî. Bi deng û avazên xwe Hemo lûl dikir. Zeynê bênavber klam û digot û bang li Hemo dikir.
Ay lo Hemo, tu şiwanê berxan û kar an
Te pezê me neda cinawir û gur an
Birayên min hatine çi dixwazin hizur an
Hemo, dema ku tu ketî nav şerê gir an
Mefikire mêr û meristanîyê, tu car an
Cem xwe mehêlîne xatirê dost û heval an
Qet mehesîbîne xinamî û xezur an
Gundî derkevin ser behder û şêmug an
Bila xeberê bidin, zava û bûk an
Û ezeb û dergîstîyan
Bila bibîhsin şerê dû evîndar an
Bibe stranek, ji bo evîndar û hezkirîyan
Hemo tu bide heqê mertal û şûran….
Birîna birayên min meyên dermankirin û dûr an
Şerê evindaran dibe zora axa û hukumdar an
Zeynê carcaran geyda gotinên xwe şaş dikir. Dixwest heya dawîye ji Hemo ra alikarî û piştgîrîyê bike. Xizir hat bîra Zeynê. Bixwe jixwe ra dogot, gelo ew ji kîjan koşê deştê derkeve û xwe eşkere bike. Bi bawerîya hatina Xizir careke din xwe amade kir î ji Hemo ra got:
Lo Hemo dengê mertalên te tê çekçekîn e
Şûrê xwe rast lêxe û çep bikişîne
Berxwe bide û li ser kaşê zîn bimîne
Xwîna birayên min zo û zo li deştê birijîne
Ew hatine vê çolê ji mera çi hesabî dibîne
Hemo, tu wan ji xwe ra xezûr mehesîbîne
Şûrê xwe rast lexe û çep jê bikişîne
Me mirî ya jîzindî şûnd va meşîne
Çiqas şer direj dibû, berxwedana Hemê ji dihat guhartin. Herdû birayên Zeynê şûnd va diçûn. Hemê zora wan hêdî hêdi dibir. Rewşa şer dihat guhartin û Hemo ew têk dibirin.
Hemê vê yekê didît û ji Zeynê ra digot:
Ay lê nabe! Zeynê nabe, nabe
Weleh nabe keçê nabe
Min nanê wan pir xwerîye, bila helal be
Destê min jibo xirabîyê di ser wan da ranabe
Dixwazim bigihêm evindara xwe, bê şer halbe
Xizirê kal nîşanî me bide rê û dirbe
Mirina wan ji minra tu car helal nabe
Ew ji xwedî can in bila Xizir ji wanra jî star û yar be
Nabe nabe ji kesî ra feyda helakbûnê nabe
Xwestina min tenê tu ji min ra ewîndar û can be
Zeynê kilê çawên minî, bê te dilê min sar nabe
Ez wan dîl bigirim bila mesela me hal be
Lin gê hespê Zinar ket kormişka mişkan û Zinar axa ji ser hespê ket erdê. Şûr ji destê wi pekîya û destvala ma.
Reşo û Hemê herdu tenê mabûn. Hemo dikarîbû zorê Reşo jî bibe. Lê nedixwast wî bukuje. Jin û zarokên wî hebû. Jîyan her tim ji mirinê baştir e…
Herduyan yek û yek şer dikirin. Lê Hemo gelek derecan li ser wî ra bilind bû. Herçîk wext derbas dibû Hemo zora wi dişikand. Bi hamleyekî dijwar, şûrê destê Reşo jî ji destê wî pekand. Bi lez û bez şûrê destê xwe di bin qirtika Reşo da danî û tenê rîya dutsaxbûnê li ber Reşo mabû. Reşo bi çawê teslimbuyînê li Hemo mêze dikir. Dixwest Hemo qîmîşî wî nebe û bibaxşîne. Reşo gelek nêzikî mirinê bû, rastî ji mirinê jî ditirsîya. Rêhevala wî, Lorîn xatun hatîbû bîra wî û gelek xemgîn bibû.
Reşo û Lorin Xatûn salan berê zewicî bûn, dixwastin zarokên wan hebîn. Lê ew hesret di dilê herduyan da mabû. Lorin hemû malbata xwe di tertela Dersimê da wenda kirîbû, hemû birayên wî hatîbun kuştin. Ew bi xwe jî hîn di 14 salîya xwe da bûye, eskerên Tirkan ew bi gel qefleyek gundîyan komdikin û ber bi çiyê dibin. Dixwezin li nezikî pira Paxê wan bikujin. Lorin Xatûn bi awayekî ji dest leşkêran xilas dibê û bilez û bez xwe davêje nav çemê Xarçîkê. Ajne jî nedizanî bûye. Li disa jî ew dixwaze ku di nav ava erdê Dersimê da bixeniqe û bes tirk destdirêjî wê nekin û bi destê wan neyê kuştinê. Lorîn di nav ava Xarçîkê da qamisêk dirêj dibizîne û dikeve bin avê. Bi saya wî qamişî di bin avê da bêhna xwe digre û dide. Leşker lê digerin wê nabînin û bi wî awayî xilas dibe. Dûra diçe cem ape xwe, ew lê xwedî derdikevin.
Di tengasîyê da carcaranmirin jî tim nakeve destê mirovan. Dem tê bi peran mirin nahê kirîn. Mîna sala 1936-37-38 an. Jibo Kurdên Elewî ew dem wextêkî zor xirab bu. Di komkujîya Dersimê da gelek qiz û bûkên Kurd ji bo ku mekevin dest eskerê Tirkan, xwe ji zinaranda avitibûn xarê. Bi rojan di avên çeman da xwîn herikîbû. Li ser meftê mirovan qertal û hulî kombibûn. Xarçik û Çema Munzur ji xwînê mîna ava sor herikîbûn. Lorin Xatûn bi çawên serê xwe qatliama Dersimê dîtîbû û jîya bû. Di vê cihanê da du sê heb kes tenê di jîyana wê da hebûn. Reşo ji ewan yek kesan bû. Ew ji bi destê Hemê Şivan bihata kuştîn, wê çi bikira?
Ji salan vir da wekî jin û mêr gel hew dijîyan û bi hev ra gelek jî bextewarbûn. Hin rojekî li gel hew şer nekîbûn. Lê Xwedê zarokek nedabû wan. Jibo ku rojek xwedî Zarok bin, ji Xwedê ra dua dikirin û ji Xizir alîkarî dixwestin. Reşo jî wê gelek hezdikir. Evîn û jiyana wê hat bîra wî. Nedixwast Lorîn carek din sêwi bimîne. Lê niha her tişt di destê Hemo da bû. Jibo vê yekê jî xemgîn û bêçare bû.
Hemo jî dizanîbû ku Reşo û Lorîn Xatûn jihew pir hezdikin û bi hewra gelek bextewar in. Lê şer mirovan daîm bê perweû har dike. Lê dem jî dema hesasîyete nîne. Hemo lazime di vî şerî da biserkeve û evîna xwe û pipareze. Li alîyê din nedixwest jîyana Reşo û Lorîne jî xirab bike. Jibo vê yekê Hemo di nav du agiran da mabû. Biryarek bi rûmet ji bo herdu alîyan jî baş dibû.
Lê şaşî yan jî xeterek sedemê mirina wî û Zeynê bû. Tiştekî xirab biqewimîya Reşo axa ew û Zeynê efû nedikirin. Ji bo wî jî ger Reşo bihata têkbiirin. Heta ew nehat derdestkirin kîn û şerûdîya wî nedihat kontrolkirin.
Şûrê Hemo bin qirtika Reşo germ kirîbû. Reşo bênefes û li benda Hemo mabû. Zinarê dudsax bi xemgînî û bi tirs, li herdu şervanan temaşe dikir. Wî didît ku bi rasti jî takat di Reşoda da nemaye.
Reşo êdî nedikarîbû şer berdevam bike. Jiber ku emrê wî 10 salan ji Hemo mezintir bû. Hemo gelek jehatî û mina tajîya tevdigerîya. Bêhn li Reşo teng bibû, dixwast hinekî wêsê bigire.
Zinar di bin sîya dara bîyê da rûniştibû. Xemgînîya di dilê wî da zêde dibû. Qutîya cixara wî ya Erbî bi titûna Mûşa şewitî tijî bû. Qutî vekir jixwe ra cixareyek kalind pêça û di nav lêvên xwe yê ziha da bi cîh kir. Hestê xwe ji cêva xwe derxist, hestê wî ji kewirê gamê bu. Cixara xwe bi agirê pişo wixist û firta yekemin kişand hundurê xwe. Cigera wî ya birîn bibû hat dermankirin. Çend gurmik li ser hev li cixarê xist û duyê wê kişand gewrîya xwe. Dûmana ji dev û pozê wî şûnda derdiket, bilind dibû û di nav ezmanan da wenda dibû. Bi kişandina cixarê va dilê wi ber bi aramîyê diçû.
Di cîhê xwe da bang li Hemo kir û got:
Hemo tu bêbextî û şilf û tazî
Destê tê da şûrê dûx û mazî
Tu li vê çolê ji birayê min çi dixwazî
Ez tu caran bi mirina birayê xwe nabim razî
Ez bi dil ji te dikim întîzar û gazî
Tu me baştir şergirî, jêhatî û bihezî
Li hember me tu mîna hulîyê bazî
Birayê min azad bike, hê nebîye bîrindar û gazî
Lorîn Xatun li benda wiy e û bisaxî dixwazî
Zinar ji cîhê xwe rabû ser pîyan û ban Hemo kir.
“Qêmîşî birayê min nebe! Te ji destê Lorîn Xatûnê da pir nan xarîye. Ew li benda me yê. Ji bo xatirê wê Reşo nekuj û berde. Jina wî histû xwar meke!” Ez dudsaxê destê tê me Hemo…
-didome-