
Hemê ji Zeynê ra got:
-Ez heft sal e li cem birayên te me, min ji wan ra bi salan şivantî û gavantî kir. Ez dizanim ew çiqasî mêr û kêr in. Lakîn tû wê tirsê dikî dilê min ku xewa min neyê û ez ranekevim. Tu bi vê jintîya xwe du gotinan êmiş dikî (lihevtînî) û davê ser min, lê ez nikarim du qeziyan bînim ser hew û bersiva te bidim.
Hemê gotina xwe birrî û bi stranek bang Zeynep Xanimê kir…
Ay le, ay le, ay le Zeynê keça mala Budê ye
Birayê te ku hatin, sîyar dibim li hespê ye
Ezê wan bikim esîr û daxîlê çolê ye
Daxilî qewul nebû, sîyarbim li seklavîyê ye
Dest bavêjim serê hespê û gemê ye
Lê bidim bi şiva bîyê mîna kamçî ye
Her du birayê te bikim daxilê Hemê ye
Ji wan ra derxinim çend listik û qeyda cengê ye
Ez gelek bê teqat û bêxew ketime ber destê Zeynê ye
Bihêle û çoka xwe bike balgi ji bo serê Hemê ye
Ezê direj bibim li Deşta Gewran ser erdê ye
Bibînim xewnekî baş, ji bo bextê Hemê û Zeynê ye
Derkevin ji nav qal û qotikê, qeda û belaya vê dinê ye
Çawen xwe ji xewê rakim bê qisawatê ye
Zeynê:
-Xwedê belayeke mezin mede te! Madem tu dikevî rikê, fermo serê xwe dayne ser çoka min û rakeve…
Zeynê jinûyê xwe danî erdê, Hemê serê xwe da ser her du bihev ra ketin xeweke kûr…
24 saetan rê hatîbun, 14 saetan jî di xewê da man. Zeynê xewna xwe da dît ku du gurê zikbirçî, çenik û didanên xwe çeq çeq lihew dixin û dengekî bilind derdixînin. Bixwe jixwe ra got, min ji piçûktîya xwe wir da timî çîrokên li ser guran guhdarî dikir û ji wan ditirsîyam. Mina Çiroka bizin û sê karikên wê.
“Şengilo, mengilo, alişengilo.
Dîya we çûye zozanan
Çêrîyaye li mêrg û çimenan.
Wa ye hatîye danan, deri vekin,
Ez şîr bidim we…”
Xewn, xewneke ne baş, ne jî bixêr bû. Di xewna Zeynê da, du gurên gewrên dîn û har, êriş anîbûn ser hespên wan.
Çaw û didanên wan dibiriqîn mina elmas û zêr.
Cendekê wan mezin bûn, mîna hurç û şêr.
Ez tenê û bêçare, nedikarîbûm bi wan ra bibim kêr
Ditirsîyam û dilerzîyam mîna teyrê nêr
Di destê min da ne têvir hebû ne jî bêr
Şalan, Hemo xwedî derkeve li kehêlan weke mêr
Li milê wî tiving, di destê wî da jî kêr
Min xwe avêt paş bedana wî ya tûj û têr
Ji tirsê her derekî min di xwîdanê da mabu. Min dixwest bi dengekî bilind bang bikim û herdu gurên dîn û har ji ser hespan dûr bixinim. Lê deng ji min dernediket. Ez şaş mabûm û bêçare li guran mêze dikir.
Herdu gurên dîn û har dabûn dû hespên me yên yavanyazî digerîne.
Ez çi bikim Hemo ranabe ji xewa şîrîn e
Dile min bi rasti kelogîrî û pir xemgîn e
Gazî Hemo dikim ku rabe guran dûrbixîne
Ji tirsê deng ji min dernediket ku Hemo ji xewê hişyar bikim.
Eriş anîbûn ser kehêlan, hindik mabû wan parçe parçe bikin.
Ji nişkava ji xewna direj hişyar bûm. Ser û guhê min di xwîdanê da bibû av. Te digot qey min li ava çemê Munzur xistine û derxistine. Hinek bixwe hatim û jixwe got; şukir ji te ra Xudayê mezin, ya ku min dîtîye xewn e û ne rast e. Min bêhna xwe kur girt û berda, qaytî dora xwe kir ku hesp diçêrin û ber bi çawkanîya avê tên.
Zaynê ji cîhê xwe rabû, bi kefxweşî şimik kirin linigê xwe û ber bi hespan çû. Bi hevsarê wan girt û ew anîn ser avê. Lê hin di bin tesîra xewê da bû. Lingę wê dilerzîyan û dilê wê hê bi kelecan lêdixist.
Li ser xewna xwe difikirî ku, gelo mana wê xewnê çi bu?
Bixwe jixwe ra digot, îro bê qeza û bê bela roj biçûya ava, gelek baş dibû. Hesp li ser avê hiştin û ber bi Hemê çû. Bi dengek nizim bang li Hemê kir. Lê Hemê ji xewa xwe ya kû ranebû. Ji çîyayê hember, dengê kewan, dengê şalul û bilbilan dihat. Bi dengê wan ra Zeyn gelek kêfxweş bû û xwe bextewar hesiband. Dile wê bi kêf û eşq lêdixist.
Çû li kêleka Hemê sekinî, dû ra destê xwe da ser serê Hemê, bi porê wî ra hinek lîst û wî hişyar kir. Hemê çavê xwe vekir û ji Zeynê ra got:
-Zeynê min di xewna xwe da dit ku du hulîyên baz, keweke belengaz girtine û li ser wê şer dikin. Kew ji nav lepên wan filitî û hat li nezika me hêwirt. Ez ji cîhê xwe rabûm, min nehişt careke din eriş bînîn ser kewa belengaz. Min kew parêst û dû ra jî min bi destê xwe ew da firandinê û ber bi Pîye Dilî bege çû.
Lê ez nizanim gelo ev tê çi mane yê?
Zeynê ji xewna xwe ji Hemê ra got. Dû ra hazirîya xwe kirin ku li hespên xwe sîyar bin û berê xwe bidin Qonaxa Dilî begê.
Zeynê rabû ser xwe û qaytî derdora xwe kir. Dûra ber bi kanîyê çû, dest û rûyê xwe şûşt, bi şêhê darik porê xwe şeh dikir. Ji nişkava dengek bihîst, careke din li derdora xwe mêze kir, dît ku ji alî piyê çepê û ji dûr va du sîwar ber bi wan tên. Mina gula ku ji tifangê derbikeve, bi lez û bez dihatin… Ew dibe ku rêwî ya jî birayên Zeynê bûn.
Zeynê tirsya û ji kerba tirsê stranekî awêt ser Hemê û got:
Hemo dilê min bi tîn e, si carî bi tîn e
Kutî di devê mêrê bê emel da birine
Rabe li koşekî meydanê bisekîne
Cawa riman bide û mêran bibine
Ber xwe bide milanekî baş derbixine
Eger dermexinî di ser laşe te da were xwin e
Dilê birayê min girtîye bux û tijî û kîn e
Teslim bigire herduyan li ser kaşê zîn e
Ew hatine vê çolê, çi hesabi ji min û te ra dibine
Eger daxil qebûl nekirin zo zo xwina wan birijîne
De rabe Hemo bila omet mêrxasîya te bibine
Hemê li Zeynê vegerîya û got:
-Ev çi felakete hatîye serê me.
Hemê, şal û şapikê xwe pêt kir. Pişta xwe kişand. Şûr û mertalê xwe girt destê xwe û hazir sikinî. Wexta tengasîyê da timî Xweda te bîra însanan.
Hemê jî ketibû rewşeke pirr xirap û di tengasîyeke mezin da mabû. Xizir hate bîra wî. Bi rastî jî ew pê hesîya ku Xizir gelek nêzik wî ye. Di dilê xwe da hinekî fikirî, dûra stranek Kurdî hat ser zimanê wî û got:
“Bextêk her dem ne razî
Gul buhara min were
Şahê ser text bi razî
Dil hawara min were”
Hê herdu siwar hê negîştîbûn wan, Hemê bi dengekî aram bang li Xwedayê xwe kir û got
Ya Xizirê qêlêk, behr û çeman!
Ya evlîyayên Dersimê, Şahê Merdan, min tenê mehîlînîn!
Ya şehîdên Welat, Pîrê pîran Seyîd Riza!
Ya Munzur û roja zeri tu ji min û Zeynê ra bibî dêrî!
Hemê dua û gotinên xwe qedand û li hespê xwe siyar bu.
Şûr û mertalê xwe girt û helalîya xwe ji Zeynê xwest.
Berê hespê xwe ber bi herdu siwaran wegerand.
Deşt di nav toz û dûmanê da mabû. Yên ku dihatin nêzikî wan dibûn, dişibîyan herdu birayên Zeynê û gelek bi hêrs û şerûd xuya dikirin.
Hemê bi destê zorê Zeynê nerevandibû. Zeyn bi dilê xwe gel Hemê hatî bu. Dixwest bi Hemê ra jîyana xwe bike yek û emrê xwe bi wî ra derbas bike. Lê li gel axa û eşîrên Kurdan ya ku Hemê û Zeynê kiribûn, sûcekî gelek mezin bû. Herdu birayên Zeynê hatîbun serê Hemê dixwestin.
Li ber Hemê du rê xuya dikir. Yan ewê evîna dilê xwe Zeynê li cî bihêle û bireve. Ya jî li ber xwe bide û ji bo evîna xwe û parastina camertîya xwe heya davîyê şer bike!
Hemê, biryara xwe ya şer da bû. Mirin gelek nêzikî wî hatîbû. Halbûkî Hemê dixwest qedera xwe biguherîne û jîyaneke baş peşkeşî Zeynê bike. Niha ew ji li dijî herdu birayên Zeyne, bi berxwedan û serkeftina wî va girêdayî bû.
Hemê cara dawî li evîna ber dilê xwe mêze kir..
Bi çawên xemgîn û bi evîndarîya dilê xwe li bejna Zeynê nihêrî…
Bîhna kincên Zeynê hat pozê wî. Ew kincên wê yê ku bi sabûn, xulav û rihanê hatibûn şûştin.
Zeynê xemgînîya xwe ravayî Hemê nedida, lê Hemê xemgînîya xwe nikarîbû vebişêre…
Birayên Zeynê bêtir nêzikî Hemê bibûn. Hemê, gemê hespa xwe bi pêt di destê xwe da girtibû. Nedixwest li hember herdu birayên Zeynê şer bike. Pirr bêdil û bêhewî bû…
Lê mixabin jîyan heyfa xwe ji kesî ra nahêle. Aqil û jêhatîbûn, carcaran zora fendê dibe.
Strana ku demek bere Zeynê jê ra lorandibû, hate bîra wî û kenîya. Di dilê wî da kefxweşîyek nû veda bû. Ew ji bo jîyanek teze bi her awayî amede bû… Tiştekî bêtarif di dilê wî da cîh girtibû.
-Didome…-