
Evîna Hemê Şivan û Zeynê weke destana Memê Alan, Cembelî û Binevşa Narîn li herêma Dersimê dihat gotin. Ev çîrok û strana li ser evîna wan cara ewil kingê hatîye gotin, nizanim. Lê ya ku dizanim ew e ku, di şevên payîz û zivistanê da dema ku civat saz dibû, ji civatê yekî dest diavêt guhê xwe, diaxifî û distira.
Min xwest ev destana evînê ya li ser Hemê şivan û Zeynê hatîye derxistin winda nebe û neyê jibîrkirin. Heta ku ji destê. Min were ezê berhev bikim beş bi beş di vî kuncikê xwe biweşînim, pêşkêşî we bikim…
Hemê dibêje:
Xwezaya (tebiet) bajarê Dersimê xwezayeke rengîn e. Bi hêşinayî û dar û beran va xemalinadîye. Di nav erdnîgarîya Dersimê da çem û kanî gelek in. Avên ji çavkanîyên çîyan derdikevin û di nav mêrg û zeviyan da derbas dibin. Weke melodîyên staranan deng derdixin û ber bi deryayan diherikin. Dersim bajarê evînîyê ye. Çiyayen wê ji mehên payîzê heta destpêka havînê, weke bûkên serbixêlî bi berfê va xemilandîne.
Ez û Zeynê, me jî li Dêrsimê, li ser erdê Budan hevdu naskir. Dema ku min ew cara ewil dît, bedewîya wê hiş û aqil ji serê min bir, dilê min bi awayekî din lêxist. Ji bo xatirê evîna wê, min heft salan ji malbata wan ra şivantî kir. Di wan heft salan da hemû şev û rojên min bi xewn û xeyalên li ser dîtina wê dikir, derbasbûn.
Evîna min evîneke yekalî bû, heta roja dawîyê jî min ji tirsa ku ew min red bike, dilê xwe jê ra venekir û bi dizî jê hezkir. Rojek di gund da dilanek çêbû, di hemahengîya dîlanê da ez li fisendekî gerîyam. Dema ku min firsend dît, hemû hêz û quweta xwe da serhev û dilê xwe jê ra vekir. Bi gotinên min ra Zeynê kêfxweş û bextewar bû.
Lê dîsa jî ez ditirsîyam ku daxwaza dilê xwe ji birayê wê ra bibijim. Heger ku min bigota wan ê ez cawbikirima û dawî li şivantî ya min bianîyan. Yek rêyek li ber min mabû ku ew jî rev bû.
Min biryara xwe da û xwest dawî li şivantîya xwe bînim, evîna dilê xwe Zeynê birevînim û bibim bi malbata xwe ra bidim nasîn.
Zeynê keçikek 22 salî bû. Min dixwest ez û wê jîyana xwe bikin yek û weke jin û mêr heta dawîya emrê xwe, serê xwe bidin ser balgîyekê. Şev û rojên xwe di nav malekî da derbas bikin, ji ava kanîya gundê me, ava sar û zelal vebixwin û heta roja mirinê, evîna xwe bidomînin.
Roja mayîn bi serê sibê ra çûm ser kanîyê, dest û rûyê xwe şûşt. Dûra min berê xwa da Rojê got:
Roja zerîn tu me tenê mehêlî
Ji me ra alîkar be, ya Xizirê qelek û gemîyan!
Xwedê nasîp bike, risqê me hemuyan.
Sibê roja min a dawîyê ye li ser erdê Budan
Tu min tenê mehêlî li hember bêbext û namerdan
Ya Heq bide min, sebra merxasê Kurdan
Ya roja zeri!
Tu sibê li me xwedî derkevî!
Sibe roja 21 ê Adarê
Hê germî neketîye erdê û darê
Ez piroz bikim du cejnan gel hew, yek carê
Yek ji bo Zeynê can ê
Ya din jî cejna me ya Newrozê, ji bo min karê
Hemê Şivan û Zeynê rojek berê çawa ku biryar dabûn, danê sibê di nav bostanan ra derbas bûn û di bin dara sêvê da hatin ba hev. Hemê destê Zeynê girt, bi hev ra li ber koka dare rûniştin. Çend xulek bêdeng û bi kelecan li rûyê hev nihêrîn û bêdeng man. Dûra Hemê destê xwe awêt guhê xwe, dest pê kir û kilamek ji Zeyn xatunê ra got…
Zeyne destê xwe bide min
Ezê te birevînîm, bibim bavêjim paş mala Ejder Begê.
Mala agît û mêran e,
Kel û stargeha xwînîyan e
Wele ne malekî ne ji dudîyan e,
Mara min û te dibirrin bi destan e.
Ewê neqetînin miradê du dilane
De rabe Zeynê de rabe…
De rabe hesreta dilê Hemê şivan Zeynê de rabe!
Çavê Zeyne ne birrî, rabe û bide dû Hemê. Tirs û xof kete dilê wê, bersiva Hemê bi kilamek da û got:
Ay lo, ay lo, ay lo, ay lo, ay lo….
Wele nabe Hemo nabe, lo soysizo nabe
Li balgîyê bin xwe bigir rabe
Poze birayê min pir bilind in,
Gel aşîrê Kurdan alçax nabe
Dilê min jane sê caran jane
Her sê birayê min sîyar dibin li seklavîyan e
Zore didin qamçî û zengîyan e
Lê dixin û digrin talanan e
Eriş dikin ser mala Ejder Begê dikevin ber deryan e
Ez û te, eme bikin sêr û temaşan e
Wele nabe Hemo nabe.
Ser me da şev bû sibe Hemo rabe..
Carek dilê Hemê ketîye Zeynê û tu car lê waz nayê. Hemê li be serê Zeynê sikinî û kilamekî din avit ser Zeynê û got:
Ay lê, ay lê, ay lê, ay le…. Zeynê …
Dilê min bi kelecan e, zor kelecan e
Keçe malxirabê bejna te mina tayê rihan e
Ev zilma ku tu li min dikî ne yek û du, ne jî ya sisîyan e
Were destê xwa bide Hemê şivan bila te birevîne ser çiyan e
Dixwazi taburek leşker li dû me bin, me nabînin li şekeft û zinaran e
De rabe Zeynê rabe, roj ser me da çû avan e..
Ezê destê te bigirim, bibim û bavêjim ser zinaran e