
Serokê PKKê Ocalan 8 sal in (27. 07.2011) ku bi parêzerên xwe re nikare hevûdîtin bike. Ocalan, di 2ê Gulana 2019an de cara yekemın e ku bi parêzerên xwe re danûstandin kir. Lê ev hevûdîtina piştî 4 rojan ji aliyê parêzerên Ocalan ve hat diyar kirin. Nameya Ocalan di civîneke çapemenî de hat xwendin û pêşkêş kirin.
Diyar e ku 4 rojan piştî danûstandinê diyarkirina nameyê bê sedem nîne. Tê şirovekirin ku di wê navberê de ew nameya çû berpirsiyarên PKKê yên li Qendîlê û li Ewrûpayê jî.
Diyar e ku bi îzina dewletê jî biryar hat girtin ku nameya Ocalan pêşkêşî raya giştî bibe.
Dema ku nameya Ocalan bê xwendfin û şirovekirin 3 mijar derdikevin pêş.
Mijara yekemîn, li hepisxaneyan grewên birçîbûnê ne. Dibêje ku divê girtî jiyana xwe nekin xeteriyê, dev ji grêwên birçîbûnê berdin. Mirov bi Ocalana re ji bona hevûdîtina parêzeran ev pirsa hepisxaneyê wek rasyonal û realîst dikare qebûl bike. Lewra li holê rastiyeke tehl û xeter heye. Ji bona Ocalan çalakî tê kirin. Ew dikare dawiya van çalakiyan bîne.
Mijara duyemîn, ”pêvajoya çareseriyê” ye. Ocalan dibêje ku helwesta min ya di sala 2013an de dom dike. Divê ku pirsgirêk bi şer ne bi aşitî çareser bibin. Di nameryê de gelek aşkere jî nebe ji PKKê re tê gotin ku şerê çekdarî neke û dev ji şerê çekdarî berde. Lê gelek aşkere ye ku dest ji çek berdan ne di destê PKKê de ye. Nûha hêzên PKKê birêvedibin di vê pirsê û gelek pirsên din de xwediyê biryarê ne. Hikûmdar in. Ji aliyê dinve jî ceribandina berê ya “pêvajoya çareserî” derxist holê ku careke din hikûmet vê nexşereyê bi kar nîne.
Sedema din ya girîng jî, AK Partî nûha di nav Tifaqa Cûmhûr de ye. MHPê ji vê yekê re hîç amade nîne.
Beşek nivîskar û şirovekeran jî ev nameya ji bona rê li ber vekirina “pêvajoya çareserî” şirove kirin. Gor baweriya min ev jî şaş e. Ji rastiya rojane ya siyaseta Tirkiyeyê jî dur e.
Lewra dewleta Tirk di van şertan de xwediyê derfet nîne ku bi vê mijarê re eleqeder bibe. Ji aliyê din jî diyar e ku êdî “pêvajoya çareserî” wek berê nabe. Heger ji çareseriyê bê qal kirin, bes di mafên neteweya kurd de ji gavên bên avêtin dikare bê qal kirin.
Mijara seyemîn jî, mijara Sûriyeyê ye. Di vê mijarê de jî Ocalan siyaseta dewleta Tirk diparêzê. Yekîtiya Sûriyeyê diparêzê. Ji PKKê re dibêje ku divê hûn siyaset û xesasiyeta Dewleta Tirk fahm bikin. Li dijî siyaseta dewleta Tirk şer nekin. Bi awayekî dizî be jî divê îşgala Efrînê bê pejirandin. Lê her çiwqas Ocalan van nerînan bîne ser zimên jî, li Sûriyeyê li ser PYD jî nikare bandor çê bike. Lewra li Sûriyeyê ji bona çareserî û neçareserî hêzên mezin hene. Ew nikarine ku nexşerêyeke zelal û vekirî pêşkêşî raya giştî ya dinyayê û herêmê bikin.
Gelo Ocalan dê çewa di çareserî de ji Dewleta Tirk re bibe alîkar.
Ev mijarên min anîn ser zimên, mijarên diyar in. Herkes jî gor mijarên hatine diyar kirin, bûyer û nameyê şirove dikin. Ez bi xwe vê nerîn û helwestê şaş dibînim. Kêmtir in bi zaaf dibînim.
Loma jî gelek kesan û heta beşek apoîstan jî ev nameya rexne kirin ku Ocalan siyaseta dewleta Tirk diparêzê.
Ev helwesta bi xwe jî gelek sosret e. Lewra tê zanîn û Ocalan bi xwe jî diyar dike, ku ji bona xizmeta neteweya kurd ne, ji bona ku pêşiya tevgera milî ya kurd bigre, ji bona ku rêxistin û partiyên Kurdistanê tasfiye bike, hêzên bingehî yên tevgera milî ya Kurdistanê ji holê rake, ji siyaseta dewletê ya tunekirina kurdan re xizmet bike, xebat dike û lewma jî PKkê ava kiriye.
Ocalan, esil mirovê dewleta Tirk e. Lê dewlet ji aliyê kîjan partî û hêzê ve bê birêvebirin, dibe mirovên wan. Nûha jî ew xwe nêzikî Hikûmeta AK Partiyê dibîne û gor wê tev digere. Di pêşerojê de hikûmet bê guherti, Ocalan dibe mirovên hikûmeta nû..
Gor baweriya min esil mijara girîng, mijar û peyamên bi dizî û bi devkî hatine ser zimênû hatine şandin.
Peyama bi dizî, di şertên danûstandina bi ku bi Ocalan re ye. Ev danûstandina piştî biryara YSKê ku li Stenbolê hilbijartin nû bibe, hat rojevê.
Loma jî tê bîra her kesî ku ev danûstandina ji bona hilbijartinê hat kirin. Ez jî di wê bawweriyê de me ku ev danûstandina ji bona hilbijartinê hat kirin.
Peyama Ocalan bi dizî jî, qasî ez Ocalan nas dikim, pêwendiyê wî yên dewletê û hikûmetê şirove dikim, ez tespît dikimku Ocalan ji PKK/HDP daxwaz kir ku ew deng bidin namzetê AK Partiyê û Tifaqqa Cûmhur li Stenbolê.
Piştî nameya Ocalan daxuyaniyên ji wê eniyê hatin ser zimên ev nerîna min rast derdixe. Di eniya PKKê de daxuyaniyê xwediyê nekok hene. Qendîlê jêbere berê dubare kir. Got ku “em dê ji namzetê CHPê re bibin alîkar û dengên xwe bidin Ekrem îmamoglu.” Beşekî HDPê jî ev nerîn anî ser zimên. Lê beşekî HDPyî jî, bi taybetî jî berpirsiyerekî GrûbaMeclîsê yê HDPê diyar kir ku hîn biryara wan di derbarê Stenbolê de ne diyar e. Pêvajo dom dike. Lê Tifaqa Milet jî di derbarê mijara bi Ocalan de rexne dike. Ji nerînên wî derdikeve holê ku ew di av bazariyekê de ne. Mebûsên HDPê jî nerînên cûda tînin ser zimên. Heta S. Demîrtaş diyar kir ku Tifaqa Milet ji çareseriyekê qal nake. Yanî ew jî diyar dike ku ew jî piştî nameya Ocalan ketiye riyeke nû.
Ev nekokiyên di nav PKK/HDPê de derketine holê, diyar dike ku ji bona hilbijartinê piştî nameya Ocalan tevgerandineke cûda heye.
Qedexa parêzerên Ocalan jî ji holê rabû ku ew dikarin bi Ocalan re danûstandin bikin. Ew jî di van şertan de xwediyê wateyekê ye.
Di pêşerojan de ev mijara dê zelal bibin.
Hîç şik tune ku Qendîl û Ocalan xwediyê armancên cihê ne. Ji aliyê hêzên cûdan de tên îdare kirin.
Divê em biçek bi sebir li benda bûyer û tevgerandinan bin ku ev berjewendiyê cûda yên di nav PKKê de dê çewa realîze bibin?
Amed, 17. 05. 2019