
Di dîroka her miletî da leheng cîhekî giring digrin, ku navê wan dîroka gele wan dixemilînin. Ji wan lehengan yek jî Mele Mistefa Barzanî ye ku, navê wî û Kurdistan bi hev ra girêdayî ne. Jiber vê yeke ye ku, ew Teyrêbaz ê Kurdistanê tê binavkirin.
Tespîteke dîroknivîsên Kurd û biyanî ye, dibêjin, Mele Mistefa Barzanî rêvebirê Kurd yê yekemîne ku, bi xebata xwe ya sîyasî û niştimanî bi daxwaza mafê mirovî û kulturî va xemiland.
Bi sîyaseta xwe daxwazên tevgera rizgarîxwaza Kurd bilind û tevgera rizgarîxwaza Kurd veguhast û bi bernameyeke siyasî ronî û diyar kir. Di 16ê Tebaxa 1946an da bi damezarandina Partiya Demokrat a Kurdistanê va daxwazên Gelê Kurd di çarçova bernameyeke siyasî da bi cîh kir.
***
Nivîskarê amerîkî William Eagleton di pirtûka xwe ya bi navê “Komara Mihabadê” da, di derheqê Barzanî da qala bîranîneke xwe dike û wuha dibêje:
“Di dema Şoreşa Îlonê de, xwendekarek hat, ji Barzanî dixwest, ku ew di nav refên pêşmerge da cîh bigre. Barzanî bang li wî kir, pê ra axifî û wî şûnda vegerand. Ji xortê xwendekar ra got; ‘Here bere xwendina xwe temam bike. Ji ber ku pêwîstiya me zêdetir bi xwendin û zanistiyê heye’.”
***
Di dîroka her miletî da leheng cîhekî giring digrin, ku navê wan dîroka gele wan dixemilînin. Navên wan bi nav û dîroka miletên wan va girêdayî ne û weke cêwîyên hev, tu car ji hev nayên qetandin.
Gava ku navê welat û miletên wan were kirin, ew, gava navê wan were gotin, welat û miletên wan tên bibîranîn.
Di nav kurdan da jî mînakên wusa hene, ku ji wan yek jî malbata Barzanîyan e. Jiber ku navê malbata Barzani jî bi navê Kurd û Kurdistan va girêdayî ye.
Dîroka Gelê Kurd dîrokeke kevnar e.
Dîrokeke bi êş û derd, bi kul û keser e.
Weke dîroka hemû miletan, di dîroka kurdan da jî, şer û kuştin, têkçûn û serkeftin, qencî û xirabî, mêranî û mêrxasî cîh girt û ji vir şûnda jî digre.
Lê tiştên ku dîrokê dixemilînin, qasî serkeftîyan, mêranî û mêrxasî ya lehengê wî miletî ne.
Bêguman ji mêrxas û lehengên ku dîroka me dixemilînin, ji wan yek jî, Serokê Gelê Kurd Mele Mistefa Barzanî ye.
Mele Mistefa Barzanî kî ye?
Mele Mistefa Barzanî di roja 14ê Adar a 1903an da li gundê Barzan û di malbatek welatperwer da çavê xwe li dinê vedike.
Sedem vê yekê ye ku, di sala 1905 an da, hê 2 salî ye û bi dîya xwe ra ji alîyê Împaratorîya Osmanî va tê zîndankirin.
Mele Mistafa di zarokatîya xwe da bi zulm û zordarîya ku li gelê Kurd tê kirin, rû bi rû dibe û di nav tevgera milî ya Kurd da cîhê xwe digre.
Birayê wî yê mezin Şêx Ebdûlselam Barzanî dema ku weke serokê tevgera gele Kurd, li dijberî Osmanîyan derdikeve, Mele Mistefa hê 10 salî ye. Tevgera Şêx Ebdûlselam Barzanî dema ku di sala 1913an da têk diçe, ew derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibe. Deshilatdarîya Îranê wî digre û radestî Osmanîyan dike.
Desthilatdarên Osmanî Şêx Ebdûlselam Barzanî digrin, dibin Musilê û di sala 1914an da li ber çavê Mele Mistefa darda dikin.
Wê demê Mele Mistefa hê 11 salî ye û ji wê roaê şûnda jî qedera wî naguhure.
Êş û derdên gele Kurd wek êş û derdên xwe dibine û hemû jîyana wî, bi xebata ji bo rizgarîya Kurd û Kurdistanê derbas dibe.
Bi birayê xwe yê din, Şêx Ehmed Barzanî ra piştgirîya tevgera Şêx Mehmud Berzencî dike.
Mele Mistefa, di dema serîhildana 1925an da bi Şêx Seîd ra, di dema Xoybûnê da bi rêvebirên Xoybûnê ra, di dema serhildana Agirî da jî bi serok û rêvebirên serhildanê ra, di pêwendîyê da ye.
Di sala 1931an da bi birayê xwe yên mezin Şêx Ehmed Barzanî ra, li hemberî rejima Iraqê derdikeve û şer dike.
Bi têkçûna şer va, di sala 1935an da ji alî dewleta Iraqê va tê nefîkirin û heta sala 1942an li bajarê Silêmanîyê dimîne.
Di wê salê da bi awayekî ji Silêmanîyê derdikeve û careke din bere xwe dide herêma Barzan. Salekî şûnda, di 1943an da li herêma Barzan careke din dest bi şerê çekdarîyê dike.
Piştî 1945an, bere xwe dide Rojhilatê Kurdistanê û di damezrandina Komara Kurdî ya Mehabadê cîhê xwe digre.
Di 16ê Tebaxa 1946an Barzanî Partiya Demokrat a Kurdistanê dadimezirîne û wek serokê partiye tekoşîna Gelê Kurd didomîne.
Bi têkçûna Komarê ra, ew û qasî 500 Pêşmergeyên qehreman, di bin bombardimana Iraq, Îran û Tirkiyeyê da 35 rojan meşekî dirêj dikin, di roja 17ê Hezîrana 1947an da ji Çemê Erez derbas dibin û xwe diavêjin nav axa Yekîtiya Sovyetan.
Mele Mistefa di 45 saliya xwe da li Moskovayê dest di Akademiya Zimanan dest xwendina aborî, erdnîgarî, zanist û zimanê Rûsî dike
Piştî 13 salên li sirgûnîyê, di sala 1958an da careke din bere xwe dide welatê xwe vedigere Başûrê Kurdistanê.
Ji 11ê Îlona 1961 heta sala 1975an li dijî desthilatdarîya Bexdayê rêvebirîya şoreşa çekdarî kir û gelek destkeftîyê netewî û niştimanî bidestxist.
Di roja 11ê Adara 1970yî da Barzanî û hikûmeta Iraqê ji bo otonomîya Kurdistanê lihev kirin û di dîrokê da cara yekemin Kurdistan bû xwedî statûyek.
Mixabin ev destkeftin zede nekudand.
Di roja 6ê Adara 1975an bi sedema rêkeftina Sedam Husên û Şahê Îranê Mihemed Reza ku, wek Peymana Cezayîrê tê binavkirin, şoreşa Îlonê têk tê çû û careke din riya koçberiyê derket pêşîya Barzanî û Pêşmergeyan.
Mele Mistefa Barzanî, sedem nexweşiya xwe, careke din ji axa xwe dûrket û bere xwe da Amerîkayê.
Di roja 1ê Adara 1979an da li Amerîkayê sedem nexweşiya bêderman, koça xwe dawiyê kir û di roja 5ê Gulana 1979an li ser wesiyeta wî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê hate spartin.
Piştî Raperîna Adara 1991an, termê Mele Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê hat veguhastin û li navçeya Barzanî, li cihê jidayikbûna xwe hatin spratin.
Ji sedeman yek jî mirina Mele Mistefa Barzanî ye ku, Kurd meha Adarê weke meha şîn û şahîyê binav dikin.
Di vê mehê da li alî ki şînê, şîna Mele Mistefa Barzanî, Qazî Mihemed û Helepçeyê dikin, li alîkî jî şahîya Newrozê lidardixin.
Kurteçîroka Serokê nemir, Mele Mistefa Barzanî jî nîşan dide ku, nav û lehengîya wî ya bi navê Kurd û Kurdistanê va girêdayî, bê sebeb nîne.
Sedem mêranî û mêrxasîya wî û rê û rêbazên wî, Mele Mistefa Barzanî, bi vî navê xwe yê mezin di dilê gelê Kurd da cîhekî mayînde girtîye û loma tu car nayê jibîr kirin…
01.03.2019
ikramoguz@navkurd.net
