Ez û hemû kurd û dinya jî qebûl dike ku Serok Mesûd Barzanî, serokekî xwezayî û milî û dîrokî û demokrat e.
Ew, bi zorê nebûye serok. Loma xwezayî ye.
Ji bona dewletbûna Kurdistanê û azadiya kurdan xebat dike, loma neteweyî ye.
Hemû jiyana xwe bi têkoşîna neteweyî, bi qezençkirina maf û azadiya neteweya kurd derbaskiriye, loma jî dîrokî ye.
Ew serokekî civata kurd e, loma jî civakî ye.
Ew xwe tu wext di ser gel re nagre. Ew xwe wek pêşmerge terîf dike. Ew loma jî têkoşerê neteweya xwe ye.
Ew, ji hiqûq û demokrasiya civakî re rêzgirtî ye. Di heman dem de ew xwediyê wan nirxan e. Loma jî kesekî demokrat e.
Wek tê gotin, serokatiya hilbijartî ji bona wî xwediyê hêjayiyeke mezin nîn e. Ew serokbûna hilbijartî, mijareke teknîkî ya demokrasi diecibîne.
Lewra ew dema ku serokê hilbijartî nebe, gel wî serokê xwe yê xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat dizane.
Bi wan nirxan bi wî bawer in, ji wî re rêzgirtî ne.
Heger derdê wî netewe kurd nebûya, serokatî bûya, ewê ji Iraqê re bibûya serokkomar.
Ew kesên ku digotin “Serok Mesûd Barzanî posta serokdewletiyê îşgal kiriye”, ew ne heq in. Ew dijminitî dikin.
Serok Barzanî ji bona ku serokekî xwezayî, milî, civakî û demokrat e, gelek bi rehetî diyar kir ku dema di referandûmê de serkeftin nebe û an jî serkeftin bibe, dê dest ji serokatiyê berde.”
Ew nerînan ji bona Serok Mesûd Barzanî her demê hatine pejirandin. Ji bona neteweya kurd van nerînên wan nehatiye guhertin.
Dema ku Serok Barzanî dest ji serokdewletê berda, bi taybetî dijminên kurdan û yên wî qempanyeke gelek xerab meşandin û propaganda kirin ku mîsyon û jiyana siyasî ya Serok Mesûd Barzanî qediya.
Ev propaganda, bi taybetî jî ji aliyê hêz, kes, dewletên ku ji bona îşgala Kerkukê ji Hikûmeta navendî ya Iraqê re alîkarî kiribûn, dikir.
Wê demê jî kurdên dilsoz û welatevîn ji wan nerînan re îtibar nekirin û li dijî wan nerînan deketin.
Di vê navberê de her kurdekî baş dizanî ku serok Barzanî ji bona pêşêrojan di nav hzaziriyekê de ye. Lewra serok Barzanî di wê demê hem persiyarîyên xwe yên hiqûqî û hem jî berpirsiyariyên xwe yên siyasî ji Hikûmeta Kurdistanê û ji Meclîsa Kurdistanê re hişt.
Hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî serokwezîrê Kurdistanê di wê qonaxê de tu kêmasiyek nehişt, dîplomasiyeke gelek baş û serkeftî li derve meşand; siyaseteke çalak ji bona berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Kurdistaniyan li hemberî Hikûmeta Federal ya Iraqê jî meşand.
Demek dirêj derbas nebû, bi taybetî jî piştî hilbijartina giştî ya Iraqa Federal; nerînên dijminan di derbarê Serok Barzanî de derewîn derketin, nerînên welatevînên Kurdistanê di derbarê Serok Barzanî de rast derketn.
Serok Mesûd Barzanî û partiya wî, di Hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de yekemîn derket. Dema ku encamên hilbijartinê hatin girtin, ew dijminên kurdan û yên serok Barzanî, şermazar bûn.
Wê demê Serok Barzanî dîsa bi mîsyona xwe ya dîrokî û milî û serokê xwezayî derket qada siyaseta Iraqê û Kurdistanê; qada siyaseta navneteweyî.
Di destpêkê de ji bona Hikûmeta Iraqê siyasertmedarên Iraqî û ereb yên ji Serok Barzanî re dijminitî dikirin, hatin li deriyê wî xistin. Wî dîsa mezintiya xwe nîşan da. Ji bona ku Hikûmet ava bibe û krîzekî siyasî dernekeve; hikûmeteke pirsgirêkên di navbeyna kurdan/kurdistaniyan û ereban de çareser bike, hewil da.
Piştî demekê ew vexwendin Bexdayê û li Bexdayê wek sewrokderwletekî pêşwazî hat kirin.
Serok Barzanî li Baxdayê bi berpirsiyariyeke Kurdistanî bi berpirsiyarên Iraqî re rûnişt, mijarên Kurdistanê û Iraqê qise kir. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Hîç maxrurî nekir. Gor encama referandûma serxwebûna Kurdistanê tevgeriya. Stratejiya dewletbûnê derxist pêş.
Wezîrê derva yê Îranê hat ziyareta Serok BarzanÎ. Ji serok Barzanî re hêviyên xwe diyar kir. Di çareseriya pirsên herêmê û Iraqê de mîsyona Serok Barzanî teqdîr kir.
Wezîrê Karên Derva yê Emerıkayê POMPEİ hat ziyareta serok Barzanî. Wî jî pesna Serok Barzanî da, rola wî ya li Iraqê û Rojhilata Navîn diyar wî û raya giştî ya dinyayê kir.
Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweya Yekgirtî hat ziyareta wî. Di çareserkirina pirsên Iraqê û herêmê de rolekî girîng da serok Barzanî.
Wezîrê Fransayê hat ziyareta serok Bazranî, got ji bona ku dostekî min ê wek serok Barzanî heye, ew ji bona min kêfxweşî îû serbilindiyê.
Her roj ji berpirsiyarên dewletên dinyayê tên seredaniya Serok Barzanî. Ji serok Barzanî re rêz nîşan didin. Ji bona gelek pirs û mijarên li herêmên bên çareser kirin, ji wî alîkarî xwestin.
Serok Barzanî bi ew helwest û berpirsiyariya xwe ya dîrokî ji bona hemû kurdan dîsa bû hêviyeke mezin.
Di van rojên dawî de sefîrê Elmanyayê yê Iraqê Cyrill Nunnn û konsolosêsereke Barbara Wolf hat ziyareta Serok Barzanî. Wan ji Serok Barzanî re diyar kirin ku “ew ji bona welatên wan Elmanyayê xwediyê girîngiyekê ye, di hemandem gotin ku serok Barzanî ji bona Rojhelata Navîn û hemû kurdan hêvî ye.”
Dîsa beriya çend rojan Şandeke Opozîsyona Suriyeyê ya Ereb Serok Barzanî ziyaret kir. Wan jî ji Serok Barzanî daxwaz kirin ku di çareseriya pirsa Sûriyeyê de rol bilîze û midexalekar be.
Endamên Karên Derve îbrahîm Biro di derbarê vê hevûdîtin û rola Serok Barzanî li Sûriyeyê wusa dibêje: “Herêma Kurdistanê xwedî ezmûneke dirêj a xebatê ye, ku di salên dûr û dirêj de tevî xebata li dijî rêjîma Iraqê, lê karî pêwendiyên baş bi gelê Iraqê re dane. Opozîsyona Sûriyê jî bi çavekî mezin li vê ezmûnê dinêre. Bi taybet ku opozîsyona Sûriyê dikare cihê xwe li Herêma Kurdistanê bibîne, lê wê yekê li Bexdayê nabîne. Herwiha opozîsyona Sûriyê dizane ku pêwendiyên xurt ên Serok Barzanî bi aliyên navdewletî re hene û dikare hevsengiyê bigire.”
Serok Mesûd Serok Barzanî, ji aliyê hiqûqî ve serokdewlet nîne. Lê ew wek serok dewletekî tê pêşwazî kirin.
Barzanî ne serok dewlet e û ne serokkomar e, lê mîsyona wî li herêmê zêdetir û xurttir e. Ew xurtbûn û mîsyona wî ji têkoşîna milî ya Tevgere Barzanî û têkoşîna wî ya şexsî te. Divê ev mîsyona Serok Mesûd Barzanî gelê me û bi taybetî jî siyasetvanên Kurdistanê baş nas bikin. Gor wê qiymetzana û rêzgirtî be.
Performansa Serok Barzanî jî di rastiyê de qasî serokdewletên mezin e.
Hewlêr jî wek serekbajarê Dewleta Federe ya Kurdistanê, performansa serekbajareke dewletên mezin nîşan dide.
Di vê performansê de rola serokwezîr û namzetê serok dewletê Neçîrvan Barzanî û namzete serokwezîriya Kurdistanê Masrûr Barzanî jî xwediyê rolekî baş in. Hemû berpirsiyar û şandê ji dinyayê tên Kurdistanê di hemandem de bi wan re jî danûstandin dikin.
Amed, 08. 01. 2019