Dewleta Tirk sî sal e li seranserî axa Kurdistanê bombeyan dibarîne.
Çiqas rasterast binavneke jî, ew çarnikalên Kurdistanê yek, Gelê Kurd jî ji xwe ra neyar dibine.
Sedemên bombebarankirina li Bakûrê Kurdistanê, parastina desthilatdarîya xwe, li Başûr û Rojava jî parastina sînorê dewleta xwe nîşan dide.
Li kîjan alîyê Kurdistanê dibe bila bibe, hemû serkeftîyên Kurdan ji bo dahatûya dewleta xwe xeternak dibine û bi hêz û quweta xwe şerê wan dike.
Sîyaseta xwe ya qirêj carcaran bi kare dîplomsîyê dixemilîne, carcaran jî bi hincetên curbecur pîne dike.
Mixabin, di herdu xalan da jî biserdikeve…
Sedemên serkeftina dewleta Tirk yek hêz û quweta wê be, yek jî helwesta hêz û partîyên Kurdan e.
Kurd zu dixapin.
Jiber ku dost û neyarên xwe baş nasnakin.
Li şirîkatîyê navxweyî bêtir, li cûdahîyên navxwe diğerin.
Bihemdî ya jî bêhemdî pirrîcaran bi dagirkerên xwe ra dibin dost, bi birayên xwe ra dibin neyar.
Dewletên dagirker Kurdistanê yek û hemû Kurdan jî weke hev, Kurd her parçeyek Kurdistanê xwe Kurdên parçeyeke din cüda dibinin.
Bi taybetî hemû hêz û partîyên Kurd gor berjewendî û desthilatdarîya xwe Kurdistanê tarif dikin û her parçeyek Kurdistanê bi navê dagirkerê wê va gire didin û binavdikin.
Sedem vê yeke ye ku, Kurdistan ji alî Kurdan va carcaran wek Bakûr û Başûr, Rojhilat û Rojava tê binavkirin. Carcaran jî dibe Bakûrê Sûrîyê û Iraqê, Rojavayê Îranê û Rojhilatê Tirkîyê.
Wê gavê jî daw û doza berjewendîyên hêz û partîyan derdikeve pêş, daw û doza gele Kurd û serxwebûna Kurdistanê jî tê jibîrkirin.
Dost û neyar tevlihev dibin.
Zilm û zordarîya dagirkeran sedem hinek kêmasîyên navxweyî, bi desten Kurdan va tê pînekirin.
Wek mesela Şêladzê…
Rojek bere Kurdên ji navçeya Şêladzê li dijberî bombebaranên Tirkîyê xwepêşandanek lidarxistin.
Ji xwepêşanderan hinek derbasî nav serbazgeheke artêşa Tirkîyê ya li Başûrê Kurdistanê dibin û wesayîteke serbazî dişewitînin.
Leşkerên Tirk xwepêşanderan gulebaran dikin, ji xwepêşanderan 2 kes tên kuştin, 16 kes jî birîndar dibin.
Li pêş û paşîya xwepêşanderan ki cîh digre bila bigre, karekî pîroz kirine.
Dewleta Tirk û leşkerên wî ji bo daw û doza dagirkirina Başûr li wir in û armanca wan jî ne tene şerê li dijberî PKKê, şerê li dijberî hemû Kurdan e.
Li Duhokê jî deh rêxistinên sivîl ên civakî sedem bombebaranên ji alî Tirkiyê va li herêmê ti kirin, daxûyanîyek dane.
Di daxuyaniyê da bombebarankirina Tirkîyê tê şermezar kirin.
Rêxistinên cîvakî di daxûyanîya xwe da ji dewleta Tirk, Hukumeta herêma Kurdistanê û PKKê daxwaz dikin.
Dibêjin, bila dewleta Tirk rêz li serweriya axa Kurdistanê bigre û bombebaranê rawestîne.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê zextê li hikûmeta Iraqê bike ku, Hukumeta Iraqê rêkeftina xwe ya li gel Tirkiyê ya ji bo dûrxistina baregehên wan ên li nav axa Kurdistanê cardin di ber çavan re derbas bike û bîne cîh.
Herwiha dibêjin bila PKK jî ji bo berjwendiya giştî ya Kurdistanê û aramiya deverên sînorî, ji nav gund û milkê xelkê vekişe…
Di daxûyanîyê da tê gotin ku, sedem bombebaranên Tirkîyê heta niha zêdetirî 50 welatiyên Kurd ên ji parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest dane û ji wan 20 kes di nav du salên dawî da hatine kuştin.
Li ser bûyerên dawî, Wezîrê Derva yê Iraqê bi daxuyanîyek bombebarana Tirkîyê ya li herêmê û êrişa li dijberî sivîlan şermezar dike…
Hukumeta Herêma Kurdistanê jî di derbarê bûyera ku li Şêladzê qewmîye daxûyanîyek dide û tê da dibêje; „Em ji bo ziyana canî û birîndaran di bûyerên navçeya Şêladizê da dilgiran in. Sersaxi û hevsoziya xwe li gel malbatên qurbaniyan radigehînin. Destekî fitneçî li pişt vê bûyerê heye, lewra dezgehên pêwendîdar bi hûrî lêkolînê dikin û sebebkarên aloziyan û fitneçî dê werin cezakirin.”
Dema ku min ev daxûyanî xwend, ez şaş û metal mam.
Qala êriş û qurbanan tê kirin.
Lê ki êrişker û kujer kî qurban e, nayê zanîn…
Ecêba herî giran jî peyva „fîtneçî“ ye ku, ew jî ji bo xwepêşanderên ku derbasî serbazgeha artêşa Tirkîyê bûne, tê kirin…
Mesela Melayê Meşhûr tê bîra min…
Jiber ku Hukumeta Herêma Kurdistanê jî bomberanen dewleta Tirk nabîne, li kêmasîyên nav malê digere…
27.01.2019
ikramoguz@navkurd.net