Rojhilata Navîn weke sîtila avê dikele.
Alava agir carcaran kêm bibe jî, tu car natemire.
Agir koz girtîye û Kurdan dişewitîne…
Jiber ku dinya bi tiştên di nav sîtilê ra, Kurd bi agirê di bin sîtilê ra mijûl in.
Ji para dinê ra nan û av, ji para Kurdan ra jî agir û şewat dikeve.
Ji nezanû û xizanyê, Kurd ji giranîya xwe bêhayîdar in…
Sedem vê yekê ye ku, dewletên dagirker bi agir ra, Kurd jî di nav qûçên agir da û bihev ra çavçirtonekê dilîzin.
Dewletên dagirker bi karê diplomasîyê parastina xwe ya ji agir nîşan didin û dinyayê dixapînin, Kurd jî bi dubendîtîya navmalî, firsendên ku tên ber lingên wan bi destê xwe direvînin.
Di encamê da dewletên dagirker biserdikevin, Kurd jî kortika xwe dixurînin û bihevdikevin.
Li Başûr xwedî nîvdewlet, li Rojava serdestên bênav in.
Di qada şer da mêr û mêrxas, di bazara dîplomasîyê da bêdeng û belengaz in.
Li Başûr dîplomasîyâ bêyekrêzî, li Rojava jî yekrêzîya bêdiplomasî mala Kurdan dişewitîne.
Jiber ku yekrêzîya navmalî û karê dîplomasîyê bihev ra girêdayî ne.
Dîplomasîya bêyekrêzî karekî pûç û vala, yekrêzîya bêdiplomasî jî hamalî ye.
Kurdên Başûr karê dîplomasîyê bêtir mijûl in.
Her roj pêşwazî li rêvebirekî Europî an jî Amerîki dikin.
Bi wan ra rûdinên û dişêwir in.
Axaftin di wan hevdîtinan da tên kirin zêtedir wêneyên curbecur di rojname û televîzyonan da tên weşandin.
Kurdên Başûr qasî ku bi rêvebirên dewletên bîyanî ra tên ba hev, ewqas jî di nav mala xwe da hevdû bidîtana, bêguman dubendîtîya navmalî ji holê ranebiba jî, kêm dibû.
Herdu artêşên girêdayî partîyan di bin sîwana artêşeke milî da dibûn yek…
Piştî hilbijartinên parlamentoyê hukumeteke desthilatdar ji zû va saz dibû.
Her partîyek ji xwe ra li bajarekî rêvebirîya xwe ava kirîye û di navbera wan da karekî hevpar hebe, wî karî jî gor berjewendîyên hêz û partîyên xwe dimeşînin.
Di nîvdewletîyê da daw û doza du dewletan dikin.
Li Rojava rewş bêtir xirab e.
Çiqas yekrêzîyek li wir hebe jî, ew, bi destê zorê hatîye kirin û ji hest û hîmê neteweyîyê dûr e.
Ji bo çi şer dikin, çi dixwazin û armanca wan çî ye, xêncî çend rêvebirên binerd û tarî tu kes nizane.
Amerîka bi salane çek û aqil dide wan, mixabin ew bi çekên Amerîka şer dikin, lê bi aqilê neyarên xwe tevdigerin.
Li dijberî DAIŞê bi mêrxasî şer kirin û bi saya alîkarîya dewletên hevpeyman bajar û bajarokên Kurdan azad kirin.
Sedem bêaqilîya xwe duh Efrînê teslîmî Tirkîyê kirin, îro jî bo radestîkirina hemû deverên din, xwe diavêjin ber lingê Esed û pêşkêşî wî dikin.
Dema ku Amerîka ji kirin û kiryarên wan eciz dibe û xwe dide alîkî, wê gavê jî dibêjîn, „Amerîkayê li me îxanet kir…“
Hemû hêz û partîyên Kurd ên li Başûr û Rojava xwedî desthilat dema ku dikevin tengasîyê, bi tawanbarîya Amerîkayê nezanî û xizanîya xwe pîne dikin.
Bi vî aqilê xwe yên sivik berê xwe, dû ra jî Kurdên derdora xwe dixapinîn…
12.01.2019