Di piçûktîya xwe da, min dest bi xwendina Quranê kir. Di demsala payîz û zivistanê da rojên min bi xwendinê derbas dibûn, xwendina bi zimanekî bîyanî û ezber. Xêncî navê Xwedê û navên pêxemberên ku di Qûranê da derbas dibûn, tu tiştekî jê fam nedikir. Lê dîsa jî her roj, danê sibê û danê esrê, li kêleka bavê xwe rûdiniştim, bi deng û bi meqamê ku ji bavê xwe hînbibûm, Qûran dixwend. Hevsalên min li ser cemeda çemê gund, ya jî di gomên pêz da kap dilîstîn, ez li ber soba germ rûdiniştim û pelê Qûranê di ser hev ra diquliband….
Piştî dibistana seretayî min dest ji xwendina Quranê berda û berê xwe da pirtûkên cûrbecûr. Pirtûkên ku ji xwendina wan fam dikir û jê sûd werdigirt…
Bi taybetî jî roman û çîrok bala min dikişandin. Li qalinî û ziravîya wan mêze nedikir, kîjan roman û çîrok biketa destê min, bi dil û can dixwend. Ger ku kêfa min ji pirtûkeke bihata, heta ku dawî lê nehata, dest jê ber nedida.
Carcaran bi pirtûkekî qalind derbasî kuncikekî odê dibûm, şev û roj, bi çayekî bi dem û bi cixareyek ji titûna Mûşe, xwandina xwe bê navber didomand. Ne çav diêşîyan, ne jî pişt û pal diqerimî…
Nuha jî zêde dixwînim, bi taybetî roman û çîrokên Kurdî. Herçiqas pirtûkên Kurdî hê jî zêde nebin, bixwe jixwe ra dibêjim:
„Bila bi Kurdî be, çi dibe bila bibe!“
Roman ya jî çîrok, çi rastî min were, digrim nav û destê xwe û di nav rûpelên wan da dikevim rêwîtîyê.
Ji bo min pirtûka her baş ew e ku, dema mirov dest pê dike, dixwaze ji zû va bigihîje dawîyê, lê dema ku ber bi dawîyê diçe jî, naxwaze dawî lê were û dibêje xwezila qet xilas nebe ye!
Di van salên dawîyê da pirtûkên qalind –roman û çîrokên bi Kurdî yên qalind herçiqas kêm bin jî- çavê min ditirsînin. Jiber vê yekê, heger di destên min da çend pirtûk hebe, berê ji yên zirav dest pê dikim û dixwînim.
Di meha Cotmeh û Mijdarê da jî min wusa kir..
Ji pirtûka Elî Şerîetî ya bi navê „Çar Zîndanên Însan“ va dest bi xwendinê kir. Min sî sal berê jî ev pirtûk bi zimanê Tirkî xwendibû. Tahma ku wê demê jê girtibû, ji wergera wê ya Kurdî negirt. Piştî çend rûpelan, ferq kir ku zimanê nivîskar ya jî yê wergervan zimanekî şêlû be, mijar jî şêlû dibe, tama xwendinê direve.
Loma min bi lez û bez ew xwend û xwe ji çar zîndanên tarî avêt der.
Min ew danê ser refên pirtûkan, Keştîya Bayê, pirtûka Selîm Temo bala min kişand.
Di nav rûpelên wê da gerîyam.
Bi bayê keştîyê va tama zimanê min ê şêrîn vegerîya ser dev û lêvên min…
Selîm Temo ji dûr va diqêrîya û digot:
„(…)
here tava xwe di şevê de bixewîne
çemê xwe bi nava deryayê ve bibezîne
(…)“
Dawî li helbestê hat û pirtûk qedîya. Keştîya Bayê di nav pirtûkan da bi cîh kir, Sylvia, romana Lokman Polat derket pêşîya min.
Bi meraq min dest bi çîroka Sylviayê kir û xwend. Çîroka ku bi zimaneke zelal hatibû nivîsandin, dibe ku ji mijara wê ya xerîb û wegotina nivîskar ya rasterast be, germahîyek neda min. Lê herikbarîya zimanê Lokman Polat, min bi xwe ra di nav rûpelên pirtûkê da gerand û heta dawîya çîrokê bir. Dawî li romanê hat, çavê min li pirtûkeke zirav ket. Merîya digot qey serê xwe ji nav pirtûkan dirêj kirîye û gazî merîya dike…
Pêsîrên Dayê, pirtûka Hesenê Metê…
Destê min bêhemdî çû ser pirtûkê. Ji nav çend pirtûkên qalind kişand û da ber xwe… Qasî ziravîya wê, sadebûna berg û dîzayna wê jî bala min kişand. Bi çîorka yekemîn va ketim nav xewn û xeyalên xwe yên zarokatîyê… Bi qulibandina pelan va ez firîyam û li serê çol û çîyan gerîyam… Çîrokek qedîya, yekî din dest pê kir. Çîrokên kin û bi zimaneke zelal û bi hevokên xemîlandi… Tahma zimanê dayê ji pêsîrên wê dihat…
Piştî tahma ku min ji „Pêsîrên Dayê“ girt, tirsa çavê min jî revîya. Û ez li pirtûkeke qalind gerîyam. Di nav pirtûkên li benda xwendinê da, ya herî qalind kişand û girt.
Aştîyago… Romana Ferqîn Melîk Aykoç.
Çîroka Medan, çîroka têkçûyînê…
Bi xwendina pirtûkê va di nav pelên dîrokê da wunda bûm. Di nav dîroka wundayî da rastî Aştîyago û Kuroşên hemdem, bi taybetî Aştîyagoyên ku heta roja îro bi cînartî û hevaltîya kujerên xwe xapîyan û hê jî dixapin, hatim… Bi xwendina dîroka Medan ku ji alî nivîskar bi tewna romanê û bi zimekekî herikbar hatîye nivîsandin bextewar, bi têkçûna Aştîyago yê ku ji alî nebîyê xwe va hate kuştin jî ewqas xemgîn bûm… Tekçûyînen dûbarekirî, Kerkûk û Efrîn, bêbextîyên navxweyî, şerê xal û xwarzîyan careke din hatin ber çavên min…
Ji tesîra çîroka dîrokî, min berê xwe da bayê başûr û derbasî binxetê bûm. Ji Qamişloyê dest pê kir û heta Amûdê li şopa Wehşê Di Hundurê Helîm Yusiv da gerîyam. Wehşê ku Helîm Yusiv ji hundurê xwe derdixe û bi bi peyv û hevokên weke gulîyên qîz û bûkan hûnandî, tarîf dike û dide nasîn. Mirov bi dîtin û nasîna Wehşê Di Hundurê wî va têdigihîje ku, derd û kulên hemû Kurdan jî wehşên di hundurê wan da jî yek în û wekhev in… Ha li serxetê û ha li binxetê tu car ferq nake.
Dema ku bi rûpela dwîyê va, gera min li Qamişlo û Amûdê qedîya, bixwe jixwe ra got, her ku ketime nav bajaren binxetê, serîkî li Kobanê nexim, nabe… Min berê xwe da Kobanê û bûm mêvanê Jan Dost. Pirtûka wi ya qalind girt nav destê xwe û ji rûpela serî da xwe di nav bajarê wêranbûyî da dît. Di nav kûçe û kolanên birîndar da gav bi gav gerîyam.
Di bin kavilên avahîyan da rastî keç û xortên rûken, ew keç û xortên ku di bihara emrê xwe da canê xwe ji dest dabûn, hatim.
Kal û pîr, jin û zaroken ku di bin çenkên wan da tûrikê nan, bi dilekî xemgîn û bi çavên hêsir jê dibarîyan, bere xwe dabûn xetê û derbasî serxetê dibûn, dit.
Binxeta ku bi salan bibû stargeha Kurdên serxetê, êdî starî li Kurdên binxetê nedikir. Keç û xort li alîkî, kal û pîr, jin û zarok jî her yek li alîkî pîran pîran dibûn…
Bi zelalîya zimanê nivîskar dilşa, bi naveroka pirtûkê ku, tê da eş û jan a birînên ku xwîn ji diniqitin jî, ewqas xemgîn bûm…
Bi xwendina rûpela dawîyê va pirtûk qedîya, xemgînîya min zêde bû.
Ketim nav xewn û xeyalan, kavilên bajarê wêranbûyî weke fîlmek di ber çavên min ra derbas bûn…
Bistek şûnda pirtûk ji destê min da ket û bixwe hatim, lê dilê min li bin xetê, di nav kûçe û kolanên Kobanê da ma…
01.12.2018
ikramoguz@navkurd.net