Di civata Kurd da kesên weke Kek Riza kêm in.
Kurd bi pirranî, di kelikela emrê xwe da ji nav germahîya jîyanê vedikişîn û di kuncikekî da xwe dixurifînin. Heta dawîya emrê xwe, li benda hatina ezraîl û mirinê disekinin…
Kek Riza, di 84salî ya xwe da jî weke xortekî 14 salî, bê westan û bê navber karên xwe yên giranbuha didomîne.
Di mal da, di rêwîtîyê da, heta di nexwaşxaneyê da, bi dilê xwe yê kizirî, ew dilê ku bi hesreta welat, li xerîbîyê lêdixe, eş û jana gelê Kurd tîne ziman.
Ne diweste, ne jî pênûsa wî disekine.
Nivîsên xwe, bi zamînê xwe yê zelal û helbestên xwe yên ji kûranîya dil va tê, deximilîne…
Qasî ku tê bîra min, ez di destpêka salên 90î da rastî nivîsên wî yên bi Kurdî û Tirkî hatibûm.
Me li Stenbolê Rojnama Azadî ya hefteyî û Kovara Deng ya mehane diweşand.
Kek Riza, ji welatekî dûr, ji Austuralyayê ji me ra nivîsên xwe yên dirêj û bi wate dişand.
Wê demê ne mail ne jî messenger û wathshap hebû. Nivîs bi rîya faxê dihatin, kaxiza ku ji fakxê derdiket, me digirt, dida ber xwe, bi kilavîyêî dinivîsand û derbasî ser compûterê dikir.
Nivîs çiqas dirêj ba, karê me jî ewqas giran dibû… Carcaran em ji dirêjîya nuvîsê diqahirîn, lê ne kin dikir, ne jî diguherand. Çawa şandiba, bi wî awayî derbasî ser compûterê dikir û karê xwe didomand…
Bi derbasbûna çend salan şûnda, rêyeke nû derket pêşîya min.
Rêyeke xeternak…
Rêyeke bi êş û jan.
Rîya Koçberîyê…
Herçiqas qasî Kek Riza neba, ez jî ji welatê xwe, ji hezkirîyên xwe dûrketim û li weltekî dûr û xerîb bûm penaber.
Pireya ku bi rîya rojnamê di navbera me da çêbibû, hilweşîya. Lê belê, li xerîbîyê jî, min ji dûr va karê wî yên edebîyatê şopand.
Pirtûkên wî yên bi Kurdî xwend û jê sûd girt.
Bi salan şûnda di navbera me da pireyeke nû çêbû. (https://navkurd.net/) ji Almanyayê heta Austuralyayê di navbera me da cîh girt û me bi hev ra girêda. Pireya ku hîmê wê bi hestên Kurd û Kurdayetîyê hatibû avêtin û dar û kevirên wê ji peyv û hevôkên zimanê me yê şêrîn pêk dihat…
Ew li alî serîyekî pirê, ez jî li alîyekî din…
Roj û şevên me ji hev cûda ba jî, dilê me bi hev ra lêdixist, me bi rîya peyv û hevokan dengê dilê hev dibihîst…
Ez careke din bibûm xwendevanê nivîsên wî yên weke hergav kûr û dirêj, ew jî bibû xwendevan û rexnegirê nivîsên min…
Bi rexneyen wî yên giranbuha, ez ji kêmasîyên xwe xilas dibûm.
Pesn û pêşnîyarên wî jî şewqa min zêde dikir.
Bi rexne û pê pêşnîyarên xwe yên di ware rêzimana Kurdî da ji min ra mamostetî kir.
Di nivîsên wî da rastî gelek peyvên ku hatibûn jibîrkirinê, hatim.
Weke peyva „movik“.
Kêmasîyên xwe yên di derbarê cînavên ji bo nêr û mê tên bikar anîn, bi saya wî sererast kir.
Min rojek di derbarê Leyla Zana da nivîsek nivîsandibû û di malperê (https://navkurd.net/) da weşandibû.
Di heman rojê da ji min ra mailek şandibû û tê da digot: “Îkram can, min nivîsa te ya di derbarê Leylayê da xwend, nivîskeke balkêş bû, lêbelê di nîvîsa da Leyala bûye mêr…”
Çima bibû mêr?
Jiber ku min heta wê rojê jibo cînav a mêr û nê tenê „wî” bikar dianî.
Di zarokatîya xwe da wusa hînbibûm û li seranserî herêma Serhedê jî bi wî awayî dihat bikar anîn.
Dema ku, mi ew rexneya Kek Riza xwend, gotina wî weke guharek zêrîn bi guhê min va zeliqî. Ji wê rojê vir da, kîngê cînavek bikar bînim, Kek Riza û gotina wî tê bîra min û ji dubarekirina kemasîya xwe xilas dibim.
Di destpêka vê salê da, ji pirtûkên xwe çend heb ji min ra şandibû. Pirtûkên ku, hestên wî yên bi hesreta aşitî û azadîyê, tê da diherikîn…
Heta roja îro ji min ra çend mail j imin ra şand, bi rastî ez jî nizanim. Lê hemû maîlên di dawîya wan da; „Birayê te Rizoyê Dersimî, Sydney“ hatîye nivîsandin, di arşîv û di dilê min da cîhekî sereke digrin.
Çend roj berê ji nexwaşxanê derketibû. Di heman rojê da ji min ra telefon vekir. Dengê wî jî weke hestên wî, nêzik û germ, ji kûranîya dilê wî va dihat.
Min tendurustîya wî pirsî, wî pirsa min da alîkî û eş û jana gelê Kurd anî ziman.
Qala nivîsa xwe ya ku wê sibê şandibû û hê haya min jê nebibû, dikir û digot; „Îkram ca, nivîseke dirêj e, di dema weşandinê da dîqet bike ku bila rêzên helbestê tevlihev nebin…“
Kek Riza, qasî ku bi zimanê xwe yê şêrîn, bi Kurdî dinivîsîne ewqas bi Tirkî jî dinivîsîne. Lêbelê, kîngê ku nivîsek bi Tirkî bişîne, di derbarê nivîsê da wuha dibêje; „Ez ji bo Kurdên movik, ew Kurdên ku ji zimanê dayîka xwe dûrketine û ji tama zimanê xwe yên şêrîn bêpar mane, bi Tirkî dinivîsînim, dibe ku bi xwendina van nivîsên min, rojek ew jî ji halê xwe yê sosret hayîdar bibin û li ser koka xwe vegerin…“
Jibo Kek Riza çi bibêjim jî, dîsa jî alîyek wî kêm dimîne.
Lê dikarim bibêjim, ew bi rastî jî xortekî 84 salî ye û ewê heta dawîya jîyana xwe jî xort bimîne…
Jiber ku di hestên wî da kurdayetî, di dilê wî da daxwaza aşitî û azadîyê cîh digre…
hebûna wî û kar û xebatên wî yên qedirbilind, ji bo min, ji bo xwendevanên NavKurdê û ji bo Gelê Kurd pêwîst e…
Xortê 84 salî, tu her hebî û her bijî…
Tu car jibîr neke ku, pêwîstîya me bi kar û xebatên te yên giranbuha he ye…
25.11.2018