Pelê daran, ew pelên ku bi destpêka biharê ra vedidan û bi rengê xweyên kesk xwezayê dixemilandin, bi destpêka payîzê ra berê reng diguherandin û sor û zer dibûn, dû ra jî bi bayekî sivik ra ji koka xwe diqetîyan û yekoyek diweşîyan.
Roja 27ê Cotmeha sala 1980yî da, Metîn Aksoy jî di bihara emrê xwe da, ber bi jor, ber bi ezmanên çîksayî firya û ji me qetîya.
Roja cejna Qurbanê bû…
Piştî girtin û zilm û zordarîyê, cara ewil bû ku em derdixistin hewşa girtîgehê ya servekirî.
Ji bo xatirê cejnê, cejna qurbanê…
Ji me kesî cejn pîorz nedikir, haya kesî ji cejnê jî tune bû…
Lê dîsa jî herkes di destpêka wê rojê da rûken û dilşa bû.
Jiber ku çavên me ji mehan şûnda bi ezmanên çîksayî diket.
Şabûn û rûkenî ya me jî, ji temaşekirina me ya li ezmanan bû…
Yê ku di wê rojê da ji temaşekirina ezmanan bêpar mabû, ew jî Metîn bû.
Ew tenê di şikbeyê (qawiş) da mabû.
Nikarîbû rabe ser xwe.
Ji sedema îşkenceya lê hatibû kirin, dil û gurçikên wî, kezeb û pişika wî bi hev ra zelîqî bûn.
Hingî ku ji Qerekosê hatibû Girtîgeha Eskerî ya Erzirumê, ne nan dixwar, ne jî av vedixwar.
Tu tiştek di qirika wî ra nediçû xwarê…
Em herdû di ranzayekî da bi cîh bibûn.
Ew li qatê binî, ez jî li qatê ser bûm.
Heta roja ku ji cîhê binçavkirine/îşkecekirinê em derxistibûn û biribûn girtîgehê, me rû bi rû hevdu nedîtibû.
Lê me ji dûr va hevdu nas dikir.
Bi pesindayîn û vegotina birayê min a di derheqe wî da, ew bibû lehengek ji lehengên xortanîya min.
Ez jî bibûm birayê wî yê piçûk.
Sedem vê yekê, roja ku em di şikbeyê da hatibûn rû hev û hevalên me yên hevpar me bi hev dabûn nasîn, li ser daxwaza wî em di ranzayekî da bi cîh bibûn.
Ew di cîhê xwe da, şev û roj li ser piştê dirêj û dinalîya, qasî çil kesên ku di wê şikbeyê da diman, ew jî hemû li der dora wî û di xizmeta wî da bûn.
Di bin çavdêrîya Dr. Nacî Kutlay da, ku ew jî ji girtîyan yek bû, me bi kevçîyê çayê şîr dida devê wî, piştî çend kevçîyan, şîrê ku me didayê hemû şûnda, di ser sûrêtê wî yê sipîçolkî da dihat xwarê…
Nacî Kutlay digot; “jiber ku di dema îşkenceyê da, li erdê û serpiştê dirêj kirine, torbeyên bi qûmê tijîkirî danîne ser singe wî û poles derketine ser torbeyan, bi wê giranîyê pişt û berê wî hatîye hev… Madê wi bi hev ra zeliqîye û tiştekî avî jî qebûl nake…”
Roja cejna qurbanê, hemû hevalan jê ra pêşnîyar kiribûn, ku ew jî derkeve derva û bejn û bala wî jî hinek sivik be…
Metin nexwestibû ji cîhê xwe bilive…
Nehîştibû kes li ba wî jî bimîne…
Weke îro tê bîra min, bi dengekî zîz û bi dilekî rûken wuha gotibû:
“Jixwe çûyîn û hatina we ya derva zêde nakudîne, hemû qasî 5 xulekan e. Jibo min bila tu kes ji dîtina ezmanên çîksayî û ji bêhna hewa paqij bêpar nemîne. Jixwe di nav 5 xulekan da tu tiştek jî bi min nayê!..”
Piştî van gotinên wî, em hemû derketin derva û pênc xulek şûnda jî vegerîyan şikbeyê…
Dem ber bi danê nîvroyê bû…
Hinek heval vegerîyabûn ser nivînên xwe…
Hinek jî di nav şikbeyê da û bi hev ra ketibûn pêgermokê…
Ez û hevalekî (Î.Y), li ber maseya pişt derî rûniştibûn, bi dar û peyayên ku me ji hundurê nan çêkiribûn, kişik dilîst.
Ji nişkêva qêrîn û qîjînek hat…
Em hemû di cîhê xwe da veciniqîn…
Deng, dengê Metîn bû…
Hemû kesan hewl dan xwe û bi lez û bez ber bi ranza wî çûn…
Kriz derbas dikir…
Metînê ku nikaribû xwe li ser nivînan bilivîne, dest û pîyê wî bêhemdê wî difirîyan, dev û didanên wî lihev diketin.
Çend heval bi hev ra dest û lingên wî girtûbûn, lê dîsa jî nikarîbûn ricafa wî zeft bikin.
Weke hercarê, li alîkî Dr. Nacî Kutlay destekarî dikir, li alî kî jî hinek heval bi hawar û gazî rêvebirîya girtigehê agahdar dikirin.
Qasî niv saetî şûnda bijîşkekî leşker di derê şikbeyê ra kete hundur.
Heta hatina wî, ricafa Metîn derbas bibû, lêbelê rewşa wî ji berê bêtir xirab bibû.
Çavê wî girtî, dest û pîyên wî jihev ketyayî, di dilê xwe da kûr kûr dinalîya…
Bijîşk nezik bû, zendika wî girt, jenîna wî pîva. Dû ra, rûyê xwe tirş kir û vegerîya, li Nacî Kutlay mêze kir û got:
“Tiştekî wî tune, krîza ku hûn dibêjin, ew jî derbas bûye…”
Hê Nacî Kutlay tiştekî negotibû, bijîşk çentê xwe girt û ber bi derî vegerîya.
Rasthatinî dibêjin ya, di şikbeya me da ji çepên Tirkan xortekî Tirk tenê hebû, bijîşkê leşker ê wê rojê hatibû, ew jî xalê wî hevalî bu…
Bijîşk hê destê xwe neavêtibû qulpê derî, xwarzîyê wî xwe avêt ber lingê xalê xwe û xwest jê ra qala krîza ku Metin derbas kiribû, bike…
Di wê gave da careke din dîsa qêrîn û qîjîn ji Metîn hat…
Bijîşk vegerîya û bi çavên sere xwe rewşa Metîn dît.
Bijîşk bang li alîkarên xwe kir, çend leşker bi sedye ya nexwaşan hatin, Metin ji cîhê wî bilind kirin û danîn ser sedyeyê û birin.
Bi çûyîna Metîn ra, şahîya ku lazekî berê dest pê kiribû, weke şîn li me vegerîya.
Şîn û şahî tevlihev bibû.
Şîna ji bêçaretîyê, her diçû giran dibû.
Herkes kişîyabû kuncikê xwe û bêdengîyek ketibû nav şikbeyê…
Weke ewrên reşê tarî, dûyê cixarê di nav şikbeyê da bilind bibû, ji dûmanê arikên şikbeyê xûya nedikir.
Bi qêrîn û girîyên Î.Y. va careke din hemû kes di cîhê xwe da veciniqîn, ji nav xewn û xeyalên xwe yên li ser bêçaretîyê hişyar bûn û rabûn ser xwe…
Î.Y. ji kerba Metin, li alîkî sere xwe li diwar dixist, li alîkî jî bi dengê bilind digirîya û şîna hevalê xwe yên mêrxas, hevalê xwe yê ku li ser soz û peymana xwe sekinîbû, dikir…
Her çar rojên cejna qurbanê, bi şîna Metîn va derbas bûn.
Di wan her çar rojan da, dê û bavên me bi hestên şahîya cejnê dihatin dîtina me, piştî dîtina qasî pênc xulekan, bi çavên hêsir û bi hestên şîngirêdanê vedigerîyan.
Roja pêncan, ew roja bêyom, roja 27ê Cotmehê, serbazek kin û qelew di derî ra kete hundur û kinc û tiştên Metîn yên taybet xwest û got:
“Bila haya we jî jê hebe, Metîn aqilê xwe wunda kirîye. Ji bo wê yekê jî wî dişînin nexweşxaneya Xarpêtê…”
Bi gotinên serbazê kin û qelew ra, careke din her hevalekî xwe avêt kuncikê xwe û bêdengîyek destpê kir…
Tenê dengê firkên ji kişandina cixarê dihatin û ewrên reş û tarî, ew ewrên ji dûmana cixarê, li ezmanên şikbeya bêdeng dilivîyan…
Bi bêdengîya ji bêçaretîyê êdî şev û roj derbas nedibûn.
Weke şîn û şahîya roja cejna qurbanê, şev û roj jî tevlihev bibûn…
Ne xew diket çavê kesî, ne jî gotinek ji devî kesî derdiket…
Xulek bibûn saet, saet jî bibûn roj…
Merîya digot qey, roj û şev jî di şînê da ne û ji cîhê xwe nalivin…
Piştî çend roj û şevên bi şîn û xemginîyê derbas bibûn, di rojekî meha Mijdarê da, bi danê sibê ra me li cemseyên sar û tarî sîyar kirin û birin. Demek dirêj şûnda me ji cemseyan peya kirin û derxistin hizûra dadgehê, dadgeha ji dadê bêpar…
Li wir, bi axaftina dozger va, em hemû têgihîştin ku, roja ku serbazê kin û qelew gotibû, “Metîn aqilê xwe wunda kirî ye…” wê rojê, Metîn per û baskê xwe li ba kirîye û ber bi ezmanên çîksayî firîya ye…
Di ser mirna Metîn Aksoy ra 38 sal derbas bûn.
Kîngê payîz dest pê dike û pelê daran ji serê daran diweşin û tên xwarê, ew roja bêyom tê ber çavên min…
Lehengê xortanîya min…
Hevalê min ê girtîgehê…
Hevparê ranza min a hesin…
Mêrxasê xwedîyê soz û peymana xwe…
Tekoşerê daw û doza Gelê Kurd Metin Aksoy tê bîra min…
Ez careke din dîsa wî birûmet bibîr tînim û dibêjim, bila ruhê te şad, cîhê te bihûşt be!
16.11.2018