Du roj berê, di Rûdawê da nûçeyek hatibû weşandin.
Sernivîsa nûçeyê bala min kişand.
„Partîya Pêşverû li Qamişloyê Kongreya xwe ya 15mîn, bi navê ‚Kongireya Efrînê‘ saz kir!“
Di binê sernivîsê da hatibû dîyarkirin ku, Ebdulhemîd Derwêş bi komdengî, careke din weke sekreterê giştî hatîye hilbijartin.
Navê Ebdulhemîd Derwêş bêtir bala min kişand.
Min li wêneyê di nûçeyê da hatibû bikaranîn, temaşe kir.
Berê hinek jixwe ketim şikê.
Dû ra, bixwe jixwe ra got; gelo ez tevlihev dikim yan Rûdavê tevlihev kirîye.
Careke din vegerîyam û kûr û dûr li wêne temaşe kir.
Têgihîştim ku, ew kesê ku careke din bi komdengî weke sekreterê partîyê hatîye hilbijartin, hema Hemîdê Hecî Dewrêş bixwe ye.
Hemîdê Hecî Dewrêşê ku, min di xortanîya xwe da navê wî bihîstibû, hê dest ji serokatîyê bernedaye û careke din li ser kûrsîyê xwe palda ye.
Bîranînên min ên çil sal berê di ber çavên min ra yekoyek derbas bûn.
Meraqa min bêtir zêde bû.
Gelo Partîya Pêşverû kîngê hatîye damezrandin?
Hemîdê Hecî Dewrêş çend sale serokatîya wê partîyê dike?
Di van salan da tu kesekî serokatîya partîyê bigre ser milê xwe, tênegiştîye ku, serokatîya partîyê di histûyê Hemîdê Hecî Dewrêşê heyştê salî da ma ye?
Jibo vê yekê min berê xwe da Googlê.
Ne di derbarê damezrandina partîyê da, ne jî di derbarê jîyana Hemîdê Hecî Dewrêş da tu tiştekî nedît?
Navê partîyê û navê wî bi hev ra nivîsand, tenê pirtûkek derket ser ekrana compûtera min.
“Tevgera Kurdi li Sûriya Di Bin Roniyê de”.
Bîranînên Hemîdê Hecî Dewrêş yên sîyasî.
Bîranînên ku di nav bera salên 1956-83an da qewimîne…
Ev pirtûk di sala 2000an da ji alî Weşanên Deng, li Tirkîyê jî hatîye weşandin.
Bêgûman Hemîdê Hecî Dewrêş, kingê dest bi sîyasetê kirîye û Pêşverû kîngê hatîye damezrandin, di pirtûkê da dûr û dirêj cîh digrin.
Lêbelê, gor agahîya kin a ku di derbarê pirtûkê da hatîye nivîsandin, tê zanîn ku Hemîdê Hecî Dewrêş berî salên 1956an di nav sîyaseta Kurdî da bi payekî bilind cîh girtîye û bîranînên xwe yên sîyasî ji wê salê da destpê kirîye û di pirtûka xwe da anîye ziman.
Bi awayekî din, şeş sal berî bûyîna min ew sîysetvanekî payebilind bûye.
56 salên min du meh şûnda diqedin û ez dibim 57 salî…
Edî hûn gor salên min emrê Hemîdê Hecî Dewrêş hesab bikin.
Bila Xwedê emrekî dirêj û jîyaneke bi tendurustî bike para wî.
Jixwe di vê nivîsê da mexseda min balkişandina li ser kalbûna wî nîne.
Hilbijartina wî ya ji bo serokatîya partîyê ye?
Gor agahîya li ser berga pirtûka wî hatîye nivîsandin, wek sîyasetvanekî payebilindê rojavayî 62 salên xwe li paş xwe hîştî ye.
Gelo di van 62 salan, di nav partîya xwe da kesekî têgihîştî derneketîye ku, ew di kongreya 15mîn da jî wek sekreterê partîyê, bi komdengî hatîye hilbijartin?
Bila Hemîdê Hecî Dewrêş min bibaxşîne, çiqas di vê nivîsê da navê wî derbas bibe jî, ev çîrok çîroka hemû serok û rêvebirên Kurdan e.
Jiber ku dinya duguhure, şert û mercên siyasetê tên guhartin dîsa jî serok û rêvebirên Kurd dest postên ku emrek li ser derbas kirine, bernadin…
Mirov dibeje qey bi postê serokatîyê va hatine zeliqandin.
Post bibe eyarê toraqê jî, ew weke kevirê li ser devê eyar ji cîhê xwe naleqin.
Di şert û mercên şer da xwe wek Teyrên Baz dibînin, di dema aşitîyê da jî xwe wek Kevokeka çiqlê zeytûnê di devda, didin nasîn…
Ji sedem kêmsîyên wan nifşekî nû serê xwe rake û ji wan derbas bibe, wê gavê jî bi gilî û gazin li ser keda xwe ya demdirêj çîrokan vedibêjin, heger ku mabin, bi çend murîdên xwe ra rojên xwe derbas dikin…
Kurdên belengaz jî ji dûr va, li hêjmar û navê partîyan, ew navên ku tê da Kurd û Kurdistan cîh digrin, dinihêrin û dibêjin em çima hê azad nabin?
20.11.2018
ikramoguz@navkurd.net