Ev pêşgotin, cara ewil kîngê û li kuderê hatîye gotin, kes nizane.
Lê ya ku tê zanîn ev e ku, kingê zilm û zordarîya dewleta Tirk were rojevê, ev pêşgotina ku ji bav û kalan weke mîras ji me ra ma ye, tê bibîranîn:
“Bextê Romê Tune, Rom Xayîn e…”
Bav û kalen me tu car pişta xwe nedidan Romê, Roma Tirk…
Bawerîya xwe bi hevaltî û biratîya romîyan nedianîn…
Wan jî ev pêşgotin ji bav û kalen xwe bihîstibûn.
Di jîyana xwe da jî bi bêbextîya Romê va rûbirû bibûn.
Ji ayete Quranê şik dikirin, ji bêbextîya Romê ra nediketin şikê.
Loma kîngê bihata rojevê, temî li zar û zêçên xwe dikirin ku, ew jî bi dek û dolabên romîyan nexapin û neyên xapandin…
Kurdên ku vê rastîyê nizanibin, heger hebin jî kêm in.
Mixabin Kudr îro dîsa jî bi awayekî zû dixapin û ji alî dagirkerên xwe va bi hêsanî tên xapandin.
Carcaran bi navê biratîya gelan, carcaran bi navê biratîya olî û ometê…
Kurd mêrxas in û bi mêrxasî şer dikin.
Di enîya şer da dikujin û tên kuştin.
Tî û birçî bimînin jî ber we didin.
Mixabin gor mêrxasîya xwe pirrîcaran bi gotineke xweş dixapin û têk diçin.
Jiber ku Kurd bextreş in…
Bextreşîya wan ji erdnîgarîya wan tê.
Erdnîgarîya Kurdistanê ji alî dagirkerên bêbext, ji çaralî va hatîye dorpeçkirin…
Lê ne tenê dagirker, dinya jî qasî wan ji Kurdan ra bêbext e..
Qedera reş li enîya wan hatîye nivîsandin…
Ne diqede.
Ne jî tê guhartin.
Her carê ji alîkî va derdikeve pêş û dubare dibe.
Erd û ezman jî sitarîyê li Kurdan nakin.
Tu dibêjî qey hîv û roja wan ser û bine hev bûye.
Loma di ser xelkê da berf û baran, di ser axa Kurdan da agir dibare.
Wek agirê ku îro dewleta Tirk, dewleta xwînxwar û dagirker li Efrînê dibarîne…
Bi bombeyên ku ji balafirên şer û ji top û tankan tên avêtin, gund û bajêr wêran dibin, çol û çîya dişewitin.
Kal û pîr dimirin…
Zarok can didin…
Dinya careke din dîsa kerr û lal e…
Ne agirê ku şev û roj li ser Efrînê dibare, dibine…
Ne jî hewara Kuradan dibihîse…
Bi navê Çiqlê Zeytûnê xwe dixapîne û ji dûr va temaşe dike…
Li mirina zarok û kal û pîrên Kurd.
Li wêrankirina gund û bajarên Kurd.
Li şewitandina darên Zeytûnê…
Darên ku di dine da wek sembola aşitî û berekete tên qebûlkirin…
Mirov carcaran dikeve şikê û jixwe dipirse:
Gelo Tirk dinya aleme dixapînin?
Yan dinya alem jî ji Kurdan ra durû ye…
Gor bersiva herdu pirsan jî encam nayê guhartin.
Lêbelê Kurd bîrsivik in.
Tişta ku duh hatibe sere wan, îro nayê bîra wan.
Tişta ku îro li wan biqewime, heta sibê jibîr dikin.
Loma zû dixapin û tên xapandin…
Ji koka xwe dûr dikevin û li ber derê neyarên xwe histûxwar dibin.
Wek gotina pêşîyan; Kurd di paşla dîya xwe da ji birayê xwe dûrdikevin, di delinga damarîyê da li birayên ji zirbavên xwe digerin…
02.02.2018