Sîyarên Deşta Anatolîyê, navê pirtûka Muzaffer Ozgur e. Birêz Muzaffer Ozgur di dawîya sala derbasbûyî da pirtûka xwe dîyarî min kiribû. Di hemahengîya sersalê da min firsenda xwendinê nedît. Dû ra hin tiştên din derketin pêş û heta roja îro ma. Ancax îro min dest pê kir û di derbkî da xwend û xilas kir. Dû ra kûr û dûr li ser naveroka pirtûkê û ziman fikirim, zimanê li ber mirinê…
Ez bixwe nivîsandina bi zimanên li ber mirinê, karekî pîroz û bi rûmet dibînim. Îro zimanê Kurdî jî, bi saya Kurdên Bakûr û li Kurdistan’a Bakûr, roj bi roj ber bi mirinê diçe.
Muzaffer Ozgur jî bi pirtûka xwe ya bi navê “Sîyarên Deşta Anatolîyê” karekî pîroz daye ser mile xwe û bi serkeftî anîye cîh.
Nivîskar jî di destpêka pirtûka xwe da gor agahîyên ku Hec Mistefa dide, qala koka Kurdên Anatolîyê dike.
Kurdên Anatolîya Navîn çima ji axa xwe koçberbûne û ji kuderê hatine?
Ji kîjan êl û eşîran in û çawa li wir bicîh bûne û heta roja îro xwe parastine?
Bi çîroka ku nêzikî sedsal bere qewimîye, çîroka Osê Birê û hevalên wî, jîyana Kurdên Anatolîya navîn dide ber çav…
Wek di pirtûkê da jî hatîye vegotin, Kurdên Anatolîya Navîn ji derveyî axa Kurdistanê doravek avakirine û di wê doravê da bi hestên Kurd û Kurdayetîyê jîyane û dijîn.
Ji sedsalan vir da, gor şert û mercên eşîrtîyê jîyana xwe domandine û li ziman û çanda xwe xwedî derketine…
Wek tê zanîn, ziman û ax hîmên netewetîyê ne û bi hev ra girêdayî ne… Milêtê ku ji axa xwe dûrdikeve, ji zimanê xwe jî dûr dikeve û jibîr dike.
Mixabin rewşa Kurdên Anatolîya Navîn îstisnayeke balkeş e. Ew çiqas ji axa bav û kalen xwe dûr ketibin jî, ji Kurdên ku hê li ser axa Kurdistanê dijîn, bêtir Kurd û Kurdistanî ne…
Bêguman sedemên Kurdbûn û Kurdmayîna wan gelek in, lê ez bawerim ji wan ya herî girîng, jîyana wan a eşîrtî ye… Kurdên ku îro li ser axa Kurdistanê dijîn, ji wan yên ku xwe bi enternasyonalîstîyê û ometperestîyê binav nekin, nemane… Lêbelê Kurdên Anatolîya Navîn wek di pirtûkê da jî hatîye ziman, ew hê jî xwe û gundên xwe bi navê eşîretên xwe, binav dikin…
Weke misal…
Reşî, Celikî, Şêxbizinî, Canbegî, Sewedî, Millî, Xelikî û hwd…
Di pirtûkê da gelek kêmasî jî hene, bi taybetî di hevoksazî û bikaranîna deman da…
Ez ji sedema du tiştan naxwazim zede li ser kêmasîyên pirtûke bisekinim. Jiber ku nivîskar jî di pêsgotina xwe da nivîsandîye ku, pirtûka xwe gor axaftina Kurdên Anatolîya Navîn nivîsandî ye.
Ya din jî, nivîsandina wî ya bi Kurdî, nivîsandina bi zimanê li ber mirinê ye…
Ev yek bi sere xwe tene karekî giranbûha û bi rûmet e ku, tê da kêmasî hebe jî, giranîya pirtûkê erzan nake…
Jibo vê yeke jî ez careke din nivîskarê “Sîyarên Deşta Anatolîyê” birêz Muzaffer Ozgur pîroz dikim û di berhemên wî yên nû da serkeftinê dixwazim…
20.01.2018
ikramoguz@navkurd.net