Xelatên Nobelê, bi taybetî yên Aştî û Edebîyatê bala min dikişînin. Sedema vê yekê, her sal di van demên zivistanê da, nûçe û nivîsên ku di derbarê xelatdaran da hatine/tên nivîsandin, dixwînim. Nivîsên ku li min xweş werin digrim û dikim arşiva xwe. Ji wan nivîsan yek jî ya Çetin Altan a ku roja 8ê Gulana 2004an da di kuncikê xwe yê di Rojnameya Milliyetê da nivîsandibû ye. Çetin Altan di wê nivîsa xwe da dinivîse:
« Ji sala 1901î vir da, listeya xelatdarên Nobelê li dîwarê odeyên zarokên li ber mijandinê were daleqandin. Ew weke pêsîrên dayîkên xwe û mostikên xwe, bi awayekî xwezayî li lîsteya xelatdaran jî mêze bikin û mezin bibin… »
Min jî wê salê lîsteya xelatdarên Nobela Wêjeyê berhev kir û ji bo mezinan di NavKurdê da weşand. Ji wê demê vir da Xelatên Nobelê bêtir bala min dikişînin û her sal xelatdar û axaftinên wan dişopînim.
Çend roj berê xelata Wêjeyê ya sala 2017an kifş bû, sedema wê yekê ez careke din şûnda, li ser lîsteya xelatdaran vegerîyam.
Nivîsakara Belarûsî Svetlana Aleksiyeviç û axaftina wî ya di merasima xelatdayînê da (2015) kiribû, careke din bala min kişand.
Svetlana Aleksiyeviç di merasimê da û di axaftina xwe ya zelal û herikbar da, qala şer û kuştinê dike. Bi şahidîtîya ew kesên di nav şer da cîh girtine, birîndar bûne û dijberên xwe kuştine, bî û sêwî mane, çîroka şer vedibêje… Qala êş û jan a şer dike…
Çîroka ew qal dike û vedibêje, her çiqas li Rûsya û Afganîstanê derbas bibe jî, ew çîrokeke ne xerîb e. Çîroka mirovan û mirovatîyê ye û ji me her yek, bi awayekî xwe di wê çîrokê da dibîne…
Sedema vê yekê min axafina nivîskara hêja Svetlana Aleksiyeviç wergerand Kurdî û ji bo xwendevanên NavKurdê li jêr diweşînim…
Nivîseke dirêj e, lê belê hejayî xwendinê ye…
15.10.2017
Îkram Oguz
***
Di derbarê şerekî têkçûyî da…
Dostên heja,
Ez li vir tenê nîn im. Li derdora min deng hene, bi sedan deng… Ev deng her dem bi min ra ne, ji piçûktîya min vir de…
Di zarokatîya xwe da li gund dijîyam. Me ji lîstika di nav kuçeyan da dihat lîstin, hez dikir, êvaran jinebî yên westyayî –li ba me çi dibêjin- li ser sedirên dar rûnişkandi, me weke miqnatis ber bi xwe dikişandin.
Ne bav, ne bira, ne jî mêr ên wan hebûn. Piştî şer nayê bîra min ku, di gundê me da jî mêr hebin. Di dema şer da ji her çar mêr ên Belarûsî yek, li enîya şer, yan jî di şerê partîzanan da dihatin kuştin.
Dinya me ya piştî şer, tenê dinyayek jinan bû. Tiştên ku zêde di bîra min da ma ne, jinan qet qala mirinê nedikirin, tenê qala hezkirinê dikirin. Roja dawîyê, çawa ji hezkirîyên xwe qetîyabûn, çiqas û bi hesteke çawa li benda wan sekinîbûn, çawa hê disekinîn… Sal û zeman derbas bibûn, hê jî li benda bav û bira û mêrên xwe bûn.
Digotin : « Bila bê dest û pî vegere. Ez wî li ser pişta xwe digerînim, bê dest û bê pî… »
Ji zaroktîya xwe da dizanim, hezkirin qey tiştekî çawa ye…
Ji wan dengên di guhê min da mane çend deng:
Dengê yekemîn:
Vê çîroka evqas xemgîn tu yê bizanibî û çi bikî? Min û mêrê xwe, me hevdu di şer da nas kir. Ez efsera tankê bûm, heta Berlîn`ê çûm. Tê bîra min, em sekinîbûn, ew wê demê hê mêrê min nebû… Em li nêzîkî Reichstagê sekinîbûn, ji min ra digot, « ez ji te hezdikim, were em bi hev ra bizewicin. » Ev pêşnîyara wî ewqas li zora min çû ku, ji destpêka şer heta dawîyê, em di nav qîr, qirêj û xwînê da bûn, hemû tiştên derdora me bêreng bûn. Min jê ra wiha got: « Tu berê ji min jinekê çêbike, gul û sosinan bide min, gotinên xweş ji min ra bibêje. Dema ku em ji enîya şer şûnda şandin, ezê ji xwe ra fîstanek bibirim û bidurim. » Gotinên wî ewqas li zora min çûbûn ku, heta min xwestibû ez gulekî berî wî bidim. Wî jî hestên min hîs kiribû. Li ser gupikekî wî birîna şewatê hebû, hatibû dirûtin, min li ser birîna wî hêsirên çavên wî dîtin. Min jê ra got : « Dibe, bi te ra dizewicim » lê min bi xwe jî bawerîyâ xwe bi gotinên xwe neanî. Derdora me qirş û qalên şikyayî û hilweşyayî, bi awayekî din, li derdora me şer û xwîn…
Dengê duyemîn:
Em li nêzikî Santrala Nukler a Çernobîlê rûdiniştin. Ez di bufekî da dixebitîm, min kilor dipijand. Mêrê min jî agirvês bû. Em nû zewicîbûn, me destê hev bernedida, em bi wî awayî diçûn bazarê jî. Roja ku reaktor teqîya mêrê min nobedar bû. Bi bangewazîyê ra bi kincên xwe yên nav malê derket çû. Di santrala nukler da têqîn çê bibû, dîsa jî tu qiyafetên taypet nedabûn wan. Hûn jî dizanin ku jîyana me wisa bû. Heta serê sibê, bê rawestin xebitîn ji bo agir bitemirînin û qasî ku jîyana xwe ji dest bidin, bi radyasyonê ra rû bi rû mabûn. Bi destê sibê ra hemû bi balafiran birin Moskovayê. Ji nexwaşîya radyasyonê mirov ancax çend hefteyan dikare bijî. Mêrê min mirovekî bi hêz û werzîşkar bû, di dawîyê da ew jî mir.
Dema ku ez gihîştim Moskovayê, ji min ra gotin, ew di beşekî taybet da radizê û kesî nahêlin wê derê’. Min bi lava û rica ji wan ra got, ‚ez ji wî pirr hez dikim’.
Gotin: “Leşker li wan dinihêrin, tu kuda diçî?” min got: “Ez jê hez dikim.”
Min îkna dikirin û digotin, “ew êdî mirovê ku tu jî hez dikî nîn e, ew tenê tiştek e, em hewl didin ji bo ew zerarê nede tiştekî. Tu fam diki?’ Ez bi xwe jî li der û dora xwe diçûm dihatim û min digot: “Ez jê hez dikim, ez jê hez dikim.”
Bi şev, di rîya nêrdiwanên îtfaiyê re diçûm cem, yan jî min pere dida xebatkarên nexwaşxanê ji bo bihêlin ez têkevim hundir. Min ew tenê nehîşt, heta roja dawîyê li kêleka wî bûm.
Piştî mirina wî çend meh şûnda keçika min hate dinê. Ew jî tenê çend rojan jîya. Halbûkî em pirr li benda wê sekinîbûn. Min ew da kuştinê. Keça min, bi mirina xwe ez xilaskirim. Hemû radyasyona laşê min wê girtibû ser xwe. Berxa min a hûrik… Lê belê min ji herduyan jî hez dikir. Gelo mirov dikare bi hezkirinê bikuje? Çima ewqas nêzikî hev in, hezkirin û mirin? Her dem bi hev ra ne. Kî dikare ji min ra îzah bike? Nuha li ser mezelên wan bi çaplîgan digerim…
Dengê sêyemîn:
Dema ku min cara ewil yeki Alman kuşt, ez 10 salî bûm. Partizanan destê min girtibûn, ez perwerde dikirim. Alman li erdê birîndar dirêj bibû, ji min ra gotin çeka wî bigire. Ez ber bi wî çûm, di wê navberê da wî xwe ber bi çeka xwe kişand, çeka xwe kir nav herdu destên xwe û luleya wî ber bi min dirêj kir. Lêbelê hê tetika wî nekişandibû, ez gihîştim wî. Ji bo ku min mirovekî kuştîye, ez netirsîyam, heta dawîya şer jî, kuştina wî careke din nehat bîra min. Li derdora me cendekê mirovan pirr bûn, em di nav mirîyan da dijîyan.
Bi salan şûnda ev Alman ket xewna min, ez şaş û metal mam. Min tiştekî wisa texmîn nedikir. Ew xewna min pirr caran dubare bû. Di xewna xwe da ez difirîyam, wî bi min digirt, nedihîşt. Ez bilind dibûm, difirîyam û difirîyam, ew digihîşt min, em bi hev ra dadiketin û bi erdê va dizeliqîn. Em ji kaşê newalekî ber bi jêr tilor dibûn. Dixwazim rabim ser xwe, nedihîşt, ji rûyê wî da nafirim. Vê xewnê bi dehan salan pêsîra min berneda. Min ji lawê xwe ra tu car qala vê xewnê nekir. Piçûk bû, nedixwest ez qal bikim, min jê ra çîrok vedigot. Mezin bû, dîsa jî nikarim jê ra qala xewna xwe bikim.
Flaubert, ji bo xwe gotibû “mirovê qelem.” Ez jî dikarim ji bo xwe bêjim “mirovê guh”. Dema di kûçeyan da digerim, kîngê hinek peyv, gotin û gazinan bibihîzim, vê yekê difikirim: Bi derbasbûna demê ra çend roman şopa xwe jî nahêlin û di nav tarîya şevê da wenda dibin.
Ji jîyana mirovan qismek heye ku, em nikarin di wêjeyê da cîh bidinê, qisma devkî ye. Qismek wisa ye ku hê qîmeta wî nehatîye pîvandin, qismek wisa ye, ne bala me dikişîne, ne jî me şaş û metal dike. Tişta ku bandorek mezin li min dike û di bin tesîra xwe da dihele. Ez ji axaftina însanan hez dikim. Dengê mirovekî, bi serê xwe, tenê ji deng hez dikim. Evîna min a herî mezin û dîldarîya min a herî bi hêz ev e.
Ev rîya ku ez anîme ber vî kursîyî, qasî çil sal berê dest pê kirîye û dirêj e, ji însan û ji dengan e. Ji bo vê rêwîtîyê nikarim bibêjim, her dem bi hêz û bi quwetbûm, pirrî caran ji însanan tirsîyam, tewişîm, carcaran şaş û metal mam, bîzê min ji însanan hat. Tiştên ku min bihîst û xwest pirrî caran ji bîr bikim û vegerim şevereşa xwe. Lêbelê bi hezkirina dîtina însanekî baş ra, girîyên min yên ji şabûnê jî kêm nebûn.
Welatê ku tê da jîyam, ji zaroktîyê da em hîni mirinê dikirin. Mirin tiştekî çawa ye, ravayê me dan. Ji me ra gotin mirov, ji bo xwe feda bike, xwe bişevitîne û bibe qurban, mirov e. Mirovên çekdar bi me dan hezkirin. Heger li welatekî din mezin bibama, di vê rêyê ra derbas nedibûm.
Xirabî xedar e, divê mirov bê aşîkirin. Mixabin em di nav celad û qurbanîyên wan da mezin bûn. Malbatên me bi tirs dijîyan, ji me ra tişt nedigotin, lêbelê ev jahrî di rewşa jîyana me ya rojane da jî dihat hîskirin. Çavê xirabîyê her dem li ser me bû.
Min pênc pirtûk nivîsand, lêbelê gor dibêjim qey yek pirtûkek tenê ye, di derbarê dîroka xeyalekî da…
Varlam Şalamov, waha nivîsandîye: “Ji bo nûjenkirina mirovatîyê, min di nav şerekî mezinê wendakirî da cîh girt.” Ez dîroka vî şerî ji nû va dinivîsînim, serkeftin û têkçûyînîyên wî ji nû va dinivîsînim… Li rûyê dinê qiralîyetek çawa dixwestin ava bikin… Bihuştek! Bajarekî ji ronahîyê! Dawî, golekî sor, gola ji xwînê, ji xwîna mîlyon însanan, ma.
Mixabin, demek hebû ku, tu ideolojîyek siyasî yên sedsala 20an bi kominîzm û sembola wî Şoreşa Oktobrê, nehatîye berawird kirin. Tu îdolojîyek din, rewşenbîrên Rojava û hemî mirovên seranserî dinê, bi hêzeke mezin û bi ronahîyek çirûskî ber bi xwe nekişand.
Raymond Aron, ji bo Şoreşa Rûsî gotibû “afyona rewşenbîran.“ Dîroka fikrîyata kominîzmê kêmasî du hezar sal e. Em di gotinên Platon da rast tên, gotinên wî yên li ser rêvebirîya rast û ideal. Di gotinên Arîsto, di xeyala demên ku her tişt dibin hevpar da… Di Thomas More û Tommaso Campanella da… Pişt ra di Saint Sîmon, Fourîer, Owen da… Tiştek ji ruhê Rûsî he ye ku, xwestin van xewnan di rastîyê da bicêribînin.
Bîst sal berê, me bi lanet û hêsirên çavan “Împaratorîya Sor“ bi rê kir. Em îro êdî dikarin bi aramî li dîroka nêzîk binihêrin, wek nêrîna li cêribandineke dîrokî. Ev yek tiştekî pirr girîng e, jiber ku hê dawî li nirxandina sosyalîzmê nehatîye. Nesilekî nû mezin bû, di destê wan da nexşê dinyayek nû heye, mixabin dîsa jî xortên ku îro Marx û Lenîn dixwînin kêm nînin. Li bajarên Rusya yê mûzeyên Stalîn vedibin, pêykerên wî tên çikandin…
“Împaratorîya Sor“ hilweşîya, êdî nema, lê “Mirovên Sor“ hê jî he ne.
Bavê min, di van demê dawîyê da mir. Heta dawîya emrê xwe kominîstek bi bîr û bawerî bû. Nasnama xwe ya partîyê her dem veşart. Peyva « Sovok » a ku di şûna « Yekitîya Sovyetan » da tê bikaranîn, ez tu car nikarim ew peyva tinazok bi kar bînim. Ji ber ku bavê min, hemû eqrebayên min jî ji wir, ji sosyalîzmê tên. Di navbera wan da gelek kesên îdealîst û romantîk jî hebûn.
Îro ew bi awayekî din tên binavkirin, ewdên romantîk, murîdên utopyayê. Bi nêrîna min, her yekî dikarîbû jîyanek din bijîya, lê mixabin jîyana Sovyetê jîyan. Çima? Ez dûr û dirêj li ser bersiva vê pirsê sekinîm, heta demek nêzîk li seranserî welatê mezin ê ku wek YKSS (Yekîtîya Komara Sovyetên Sosyalist) bi nav dikirin, gerîyam ; bi însanan ra axifîm û min ji dengên wan bi hezaran bant qeyd kir. Ew tişta ku jê ra sosyalîzim digotin, bi awayekî ew tenê jîyana me bû. Min hêdî hêdî û yek bi yek dîroka sosyalîzma «mal» ya «hundir» Sosyalîzma ku di hestên mirovan da bi çi awayî cîh digirt, berbihev kir.
Ev navenga piçûçik tenê min eleqeder dike – Mirov… Mirovek tenê. Bi rastî her tişt, li wê derê dest pê dike û diqede.
Piştî şer, Theodor Adorno matmayî dibe, dibêje « piştî Auşchwitzê nivîsandina şiîrê barbarî ye. » Mamostê min Aleks Adamoviçê ku îro navê wî bi stayîş bibîr tînim, di derbarê kabosên sedsala 20`an da nivîsandina romanê, weke gunehkarî, didît. Li vir afirînêrî cîh nagire. Rasterast pêwîstîya veguhastina rastîyê he ye. Şahid ji vegotinê ra berpirsîyar e. Gotinên Nietzsche tên bîranîn: Tu wênekarek nêzikî rastîyê nabe. Û nikare wî ji erdê rake.
Rastîya di yek dilekî da, di yek gîhanekî da cîh nagre, êş û ezîyet daye min. Rastî cûr be cûr e, pirr e. Rastî tiştekî cûda ye, li dinê hatîye rareşandin. Dostoyevski dibêje; « mirovatî, di derheqê xwe da, tiştên bi rîya edebîyatê hatîye nîşan kirin, ji wan zêdetir tiştan dizane. »
Ez çi dikim? Hestên rojane, fikr û gotinan berbihev dikim. Ez jîyana hevdemîya xwe berbihev dikim. Dîroka hestê min eleqeder dike. Hebûna hest ya rojane bala min dikişîne. Dîroka mezin a ku bi pozbilindi min lê dinihêrî û nedidît, dîroka ku ji dest çûye karê min e. Heta nuha çawa ku min bi caran bihîstibû, tişta ku ez nuha dikim wêje nîne, jê ra “berbihev” kirin tê gotin.
Nuha wêje çî ye? Kî bersiva vê pirsê dide? Em ji berê bêtir bi lez dijîn. Naverok, dirûv tevlihev dike û derbas dibe. Xirab dike û diguherîne. Her tişt ji sînorê xwe derbas dibe, muzîk jî, resim jî, peyvên di nav hevokan da jî ji cîhê xwe difirin. Di navbera rastî û xeyalê da sînor nîn e, yek derbasî yê din dibe. Yên ku şahiditîyê dikin, hestên wan jî hene. Mirovê ku vedibêje, diafirîne, wek tekoşîna bi mermer ra dilîze, bi demê ra tekoşînê dike. Mirovê vedibêje, hem lîstikvan hem jî afirînêr e…
Mirovên piçûk min eleqeder dikin. « Mirovê piçûkê mezin » min waha digot, jiber ku zilm û zordarî mirovan mezin dike. Ew, di pirtûkên min da, bi vegotina çîroka xwe ya piçûk û dîroka xwe, dîroka mezin jî vedibêje. Me hê tu wate nedaye tiştên hatine serê me, û hê jî tên serê me. Ji bo vê yekê, divê ew werin vegotin, divê ji berî destpêke va bên ziman. Ev yek me ditirsîne, em hê di wê rewşê da nîn in ku bi paşeroja xwe ra rû bi rû bibin. Di Ecinnîyên Dostoyevskî da, Şatov di destpêka sohbetên xwe da ji Stavrogîn ra wuha dibêje: Em, du kes, di bêdawîtîyê da hatin ba hev, cara dawîyê di dinê da… Dest ji vî lerzê xwe berdin û wek mirovan biaxifin. Ji bo yek carê be jî, bi dengê mirovan biaxifin!
Axaftina bi lehengên min ra jî kêm zêde wisa dest pê dike. Mirov, bê şik dîroka xwe vedibêje, bêbingeh naaxife. Lêbelê gihîştina hestên mirov ên ku bi hurafeyên hevdemî, bi dildarî û xapandinan, bi rojname û televizyonan va qilêr bûye, zor û zehmet e.
Dem çawa derbas dibe, raman çawa dimire, lê dîsa jî di şopa wî da çawa diçim, dixwazim bi axaftina çend rûpelên ji rojnivîsên xwe nîşanî we bidim…
1980-1985
Di derbarê şer da pirtûkek dinivîsînim. Çima di derbarê şer da? Jiber ku em kesên şervan in, herdem di şer da ne, yan jî xwe ji bo şer amade dikin. Heger bala xwe baş bidinê, ewê bibînin ku em di derbarê hemû tiştan da em bi mantiqê şer difikirin. Li mal, li kuçe û kolanan. Sedema vê yeke ew e ku li ba me jîyana mirovan ewqas erzan e. Tu dibêjî qey her tişt di nav şer da ye…
Di destpêkê da ez ketim şikê. Di derbarê şer da pirtûkeke din. Ji bo çi?
Wek rojnamevan, di rêwîtîyek xwe da rastî jinikekê hatim, di şer da wek karmenda bijûndarîyê cîh girtibû. Ji min ra waha got: Demsala zivistanê, ji Gol a Ladoga derbas dibin. Ji alî dijmin va yek tevgera wan ferq dike û dest bi gulebaranê dike. Hesp û mirov ditewişin û dû ra dikevin bin cemedê. Ev tişt bişev diqewime. Jinik jî, bi mirovekî birîndar digire û wî heta peravê bi xwe ra dikişîne. Dikişînim, lêbelê şil û tazî, dibêjim qey kincên wî qelişîn. Dema em derketin peravê, têgihîştim ku tişta ez dikişînim, mesîyeke kafyar, mesîyek mezin û birîndar e. Çi hat devê min, min got! Canê mirov jan dide, lê ajal, çûçik û masî? wan, çi xirabî kirine?
Di rêwîtîyek din, jinikek di şer da, di liqa siwarî da dîsa wek karmenda bijûndarî xebitîye, vedigot: Leşkerekî Alman di dema pozberîyê da birîndar dibe ; ew, wî ber bi cîhê ku gula topê çal kirîye, dikişîne ; lêbelê di çalikê da têdigihîje ku leşkerê kişandîye Alman e. Çîpa wî şikîya ye, xwîna wî diherike. Mirov dijmin e! Wê çi bike? Li jor xortên ji gelê wî dimirin. Lê jinik birîna wî dipêçe, xwe di erdê ra kaş dike û şûnda vedikişe. Demeke din şûnda îjar bi leşkerekî Rûsî va xwe ber bi çalikê dikişîne, leşker hişê xwe wenda kirîye û birîndar e. Dema hişê wan tê serê wan, her du leşkerên birîndar, Alman û Rûs hewl didin xwe ji bo hevdu bikujin. Digot : « Bi pişta destê xwe şîrmaqekî li yekî dixim, dû ra vedigerim li yê din dixim. Lingê me heta çokê di xwînê da mabû, xwîna hemûyan tevlihev bibû. »
Ev, şer bû, şerê ku ez nizanim. Şerê jinan. Şerê di derbarê lehengan da nîn e. Di derbarê gelê lehengê ku, bi çi awayî gelekî din dikuşt, nîn e. Girî û gazinên jinekî tê bîra min, digot: Piştî pozberîyê li meydanê digere. Hemû li erdê dirêj bûne… Hemû jî xort, ewqas bedewin ku… Li erdê vezelîyane û li ezmanan temaşe dikin. Ji wan ra jî heyf e, ji yên din ra jî… »
Belê ev e, « ji wan ra jî, ji yên din ra jî » di derbarê mijara pirtûka min da fikrek da min. Ku ew jî, şer cînayetek girseyî ye. Şer di hişê jinan da wisa ma bû. Lahzekî berê, ji wan yek dikenîya, cixare dikişand – belê ew mirov êdî tune. Ji her tiştî zêdetir, jinan behsa tunebûnê dikirin, di şer da her tişt çawa ber bi tunebûnê didirûvîn. Mirov jî, dema mirovatîyê jî…
Rast e, bi daxwaza xwe çûbûn enîya şer Di 17-18 salîyên xwe da. Daxwaza wan kuştin nebû, lê ji bo mirinê xwe amade kiribûn. Mirina ji bo axa welat. Mirina ji bo Stalîn jî… tu gotinan nikarî ji dîrokê derxî û bavêjî.
Pirtûk heta du salan nehat çapkirin. Heta Perestroyk`a Gorbaçov çap nekirin. Sansûrkeran digotin: “Piştî pirtûka we êdî kes naxwaze here enîya şer” û aqil didan min digotin: “Şerê tu qal dikî şerekî hêwîlnak e. Çima lehengên we nîn in?”
Ez li lehengan nedigerîyam. Min dîrok, bi çîroka wan kesên şahidîtî li şer kiribûn, tevî şer bibûn û nedihatin xuyakirin, dinîvîsand. Tu kesekî carek ji van mirovan nepirsî. Mirovan, mirovên ji rêzê, di derbarê fikrên mezin û giranbuha da çi difikirin, em nizanin.
Piştî şer mirov çîrokekê vedibêje, 10 sal şûnda jî çîrokek din. Bê nebê hinek tişt tên guhartin, jiber ku mirov di bîranînên xwe da hemû parçeyên ji jîyana xwe dide ser hev û rêz dikê. Hemû kesayetîyên xwe. Di wan salan da çawa jîyaye, çi xwendîye, bi kî û kê ra rû bi rû bûye, bawerîya xwe bi çi anîye, di dawîyê da jî gelo bextewar bûye, yan na… Ev hemû, gor guhartina me ew jî belgeyên li ber guhartinê ne.
Lê ez ji vê yekê sedî sed bawerim; jinên wisa ciwan, jinên ku di salên 1941î da jinên wek leşker, êdî tu car nayên dîtin. Ew, salên bandevbûna Mengî ya Sor bûn, mengîyeke ji dema şoreşê û ji dema Lênîn bêtir li jor. Serkeftina wan, îro jî baregehên Gulagan di bin sîya xwe da dihêlin. Ez, bê sînor ji van keçikan hez dikim. Lê ne mumkûn e ku mirov bi wan ra di derbarê Stalîn biaxife, an jî di derbarê rastîya lêşkerên ji şer serkeftî derketibûn û hema piştî şer, di vagonên tîrenan da ber bi Sibîryayê hatibûn bi rê kirin, biaxife. Yên li paş mabûn jî, vegerîyan malên xwe û bêdeng man.
Carekê min gotinek waha bihîst: “Em, tenê di şer da azad bûn. Li pêşîya enîya şer.” Sermayînê me yê herî mezin, jan e. Petrol nîn e, gaza binerd nîn e – jan. Tişta ku em bê navber diafirînin ev e. Hergav li bersiva vê pirsê digerim: Jan a ku em dikişînin çima wek azadî li me venagere? Gelo ev hemû jan tiştekî badilhewa ye?
Çadayev rast gotîye: Rûsya, welatê bêhiş, welatê hişê bi tevayî wendakirî, ji bo rexne û ramînê herdem amade, cîhê hişmendîyeke xam…
Di bin lingên me da pirtûkên mezin dipelixin…
1989
Li Kabîlê me. Êdî naxwazim di derbarê şer da binivîsînim. Lêbelê di nav şerekî rastî da me. Ji Rojnama Pravda yê jêgiranek: « Ji bo înşakirina sosyalîzmê alîkarîya birayên xwe yên Afgan dikin. » Mirovên şer, hemû tiştên şer li her derê. Dem, di dema şer da ne.
Duh ez nebirim enîya şer. Li otêlê bimînin. Dû ra emê mecbûr nebin ji bo te hesab bidin.’ Li otêle rûniştime û difikirim; di temaşekirina ji dûr va, li cesareta mirovan û xeternaka ku girtine ser xwe, di wê temaşekirinê da rûyekî bêsincî he ye. Du hefte ye ez li vir im û ji hestên ku, dibêjin; şer ber a xwezayîya mêran ê, xwe nafilitînim, jibo min, ev tişteke ne fêmkirî ye.
Lê rewşa şer ya rojane şemildareke mezin e. Têgihîştim ku çek ne zêde xirab in – tiving, mayîn û tank… Mirov, fikirîye û serê xwe êşandîye êdî çawa baş dikarim mirovan bikujim. Di navbera rastî û bedewîyê da gengeşîyeke bêdawî ye. Ji malê Îtalyayê mayîneke nû ravayî min dan. Wek jinek reaksîyan min: “Pirr baş e. Çima wisa pirr baş? » Bi zimaneke leşkerî her tişt tê îzah kirin. Kesên ku pêlî vê mayînê bike, yan jî pêlî kêleka wî bike, ji laşê wî nîv elb goşt tenê şûnda dimîne. Li vir tişten ku neasayî jî, wek tiştên asayî qal dikin. Mantiqa her tiştî ji hev cûda ye. Çer hebe di şer da ne… Ev tiştên ku xuya dikin, aqilê kesî ji serê kesî narevîne. Wek mîsal, mirovek li erdê dirêj bûye, ya ku wî kuştîye ne bûyerek xwezayî, ne jî qeder e, yê ku ew kuştîye mirovek din e.
Min li barkirinek Teyrê Reş temaşe kir; balafirên ku termên leşkerên li Afganîstanê tên kuştin, dikin nav tabûteke ji çînko û dibin welatê wan. Unîforma û şalên ji salên 40î mane li mirîyan dikin, carcaran ew jî têr nakin. Leşker di navbera hev da diaxifin: « Termên leşkerên nû mirine, ji sarincokan tînin, tu dibêjî qey goştê berazên kûvî bîhn didin. » Ez wan dinivîsînim. Ditirsim ku hemwelatîyên min ji min bawer nekin. Rojnameyên me jî dinivîsînin ku, leşkerên Sovyetê li vir gul û sosinên dostanîyê diçinin.
Bi kesên xort ra diaxifim. Hemû bi îradeya xwe hatine, bi xwe xwestine ku wan bişînin vê derê. Têdigihîjim ku hemû ji malbatên pêşverû ne; dê û bavên wan mamoste, bijîşk, rewşenbîr, bi kurtayî ji malbatên zana… Bi dil û can, bi mabesta alîkarîya wan ku gelê Afgan sosyalîzmê înşa bike, hatine. Nuha bi xwe dikenin. Li firokxaneyê cîhekî ravayê min dan, bi sedan tabûtên çînko, di bin tîrejên tavê da dibiriqin û bi nîhan disekinin. Efserê li kêleka min xwe ranegirt got: « Dibe ku mezelê min jî di nav vana da be. Termê min wê bikin hundurê ji van yekî. Ez çima li vir im, ji bo çi şer dikim? » Hema wê gavê ji gotinên xwe veciniqî got; « Van gotinên han min nenivîsînin.”
Bi komek hemşîre ra, çûm nexwaşxaneyek kesên Afgan yên sivîl tê da tedawî dibin. Me ji zarokan ra dîyari bir. Leyîstok, şekir, qurabîye. Di destê min da pênc leyîstok hebûn. Em gihîştin nexwaşxanê, qişlayeke mezin û dirêj. Di şûna newresiman da li ser her kesî batanîyek hebû. Jinikek Afgan, jinikek ciwan nêzikî min bû. Di hembêza wê da pitikeke piçûk. Dixwest tiştekî bibêje, di dema şerê ku 10 sal bû dikudîya, hema hemû kes hinek Rûsî hîn bibûn. Min ji leyîstokên di destê xwe da, yek da pitikê, bi diranê xwe girt. Gelo çima bi diranê xwe digre, ez matmayî mam. Jinika Afganî batanîye ji ser pitikê kişand, milên pitikê tunebûn. Jinikê got : « Rûsên te bombe kirin. » Ez xeriqîm li erdê diketim, yekî bi min girt.
Roketên me yên jê ra digotin « Grad » çawa gund weke zevî vik û vala kiribûn, min bi çavê serê xwe dît. Ez çûm goristanek Afganîyan, goristanek dirêj. Di nava goristanê da pîrek Afganî, diqêrîya. Tabûta çînko ya ku li gundekî ji başûrê Mînskê anîbûn hate bîra min, gilî û gazinên dayikekê… Ne gilî û gazinekî mirovahî ne jî ajalî bû… Tenê dişibîya dengêkî ji gorîstan a Kabîlê dihat guhê min.
Îtiraf dikim ku azad nebûm. Ligel lehengên çîrokên xwe samîmî bûm, wan jî bawerîya xwe bi min dianîn. Rêyên em ber bi azadîyê dibirin, ji hev cûda bûn. Heta dema herim Afganîstanê, min bawerîya xwe bi sosyalîzma rûken dianî. Dema ez vegerîyam, ji hemû xewnên xwe dûr ketibûm. Wexta min bavê xwe dît, min got : « Bavo min biborîne » Te ez bi bîr û bawerîya xwe ya îdealên kominîzmê terbîye kirim, lê ew xwendevanên ku te û dîya min bi hev ra (dê û bavê min mamosteyên gund bûn) perwerde kiribûn, îro li welateke bîyanî, çawa mirovan dikujin we carekî bidîta, ji bo pûçbûna hemû gotinên we bes bûn. Em qatîl in bavo, tu min fêm dikî ? Bavê min girîya.
Gelek kes bi vî awayî ji Afganîstanê azad vegerîyan. Lê mînakek min ê din jî he ye. Li wir, li Afganîstanê mirovekî xort bi ser min da wiha qêrîyabû: “Tu, jinek, ji şer çi fêm dikî? Mirov di şer da, wek mirina di pirtûk û fîliman da tên nîşankirin, namirin. Yên li wir dimirin, baş dimirin. Duh hevalekî min kuştin. Gule li serê wî ket, nesekinî 10 mêtro dîsa revîya, dixwest mêjûyê xwe yê li hewa bigre.” Ev xort, piştî heft salan şûnda, bibû karsazekî bi serkeftî yê ji vegotina çîrokên Afganîstanê hez dikir. Rojek ji rojan ji min ra telefon vekir got: “Pirtûkên te ji çi ra dibîn? Zêde hêwîlnak in.” Ew êdî mirovekî din bû. Ew kesê ku min di nav mirinê da naskiribû û nedixwest di 20 salîya emrê xwe da bimre, ew mirov nebû…
Min ji xwe dipirsî, ez di derbarê şer da pirtûkek çawa dixwazim, binivîsînim? Min dixwest di derheqê kêsê ku naxwaze gule berde de binivîsînim. Di derheqê mirovê ku naxwaze kesekî bikuje, di derheqê mirovê ku fikra şer jî wî diêşîne de binivîsînim. Ew mirov li ku ye? Min ew nas nekir.
1990-1997
Tenê wêjeya Rusî… Ew cêribandina bêhempa ya ku demek di nav wî welatê bê serî û bê binî da derbas bûbû, tenê wêjeya Rûsî dikare binivîsîne; sedema vê yekê balkêş e. Herdem ji min dipirsin; « tu çima tenê di derbarê felaketan da dinivîsî ? » Jiber ku jîyana me felaket e. Êdî em li welatên cûda jî bijîn, « Mirovê Sor » li her derê ye. Mirovên di jîyana wekhev da jîyane, mirovên bi bîranînên wekhev dijîn.
Demeke dirêj min xwest di derbarê Çernobîlê da binivîsînim. Di vê mijarê da çawa binivîsînim, bi kîjan amûran, ji kîderê dest pê bikim, min nizanîbû. Ew welatê ku di derbarê wê da heta nuha li dinê tu kesî tiştek nebihîstibû, welatê min ê piçûk ê ku bi kuncikekî Ewropayê va zeliqîbû, navê wê nuha di devê herkesî da ye. Em Belarusî jî bûbûn Gelê Çernobîl. Yên ku cara yekem tofana nedîyarî lêxist, em bûn. Me fêm kir ku, ji bilî tofana komînîzmê, ya qewmî û olî, tofanên hovnak, belayên mezin, belayên ku hê bi çavan nayên dîtin, derdikevin pêşîya me. Bi çernobîlê re, gîhaneke nû dest pê kir.
Mesela tişta ku di bîra min da ma ye, gilî û gazinên kalek ajovan bû, gilî û gazinên wî yên di derbarê çûcika li cama pêşîya ereba wî ketibû: « Di rojê da 2-3 çûçik wisa lê dikevin. Rojname jî dinivîsîn, rewş aram e di bin kontrolê da ye. »
Di nav parkên bajêr da pelê daran berhev dikirin, dibirin derveyî bajêr. Pel li wir binerd dikirin. Xwelîya hatibû jahrîkirin, dibirin di bin erdê da vedişartin. Xwelî di nav xwelîyê da defin dikirin. Qirş û qal, hêşinayî dikirin bin erdê. Di wan rojan da te digot qey herkes hinek dîn û har bûye.
Baxçevanek kal vegotibû: « Sibê zû derketim derva, kêmasîyek hebû. Kêmasîya dengekî naskirî. Tu mozek namabû, dengê yek mozekî nedihat, ji yekî tenê jî. Ev çi tişt bû? Roja duduyan jî moz nefirîyan, roja sisîyan jî. Paşê ji me ra agahî hat, li santral a nûkler qezayek qewimîye, li santral a kêleka me. Lê demek dirêj haya me ji tu tiştekî nebû. Moz jê hayîdarbûn, haya mê jê tunebû. »
Nûçeyên li ser Çernobîlê, di rojnameyan da bi zimanê leşkerîyê dihatin weşandin: Teqîn, leşker, leheng û berdan… Li îstasyônê KGB li ser kar bû; li casûs û sabotajkeran digerîyan. Kurtepist belav bûbûn; qeza, karê hêzên taybêt yên Rojava bûn, dixwestin kampa sosyalîst hilweşînin. Muhîmatên leşkerîyê ber bi Çernobîlê di rê da bûn, leşker dihatin. Sazûman wek berê tevdigerîya; bi warê leşkerî. Lê di destê leşkeran da xêncî tivinga nû, di vê dinê da ji bilî felaketê tiştekî bike, tune bû. Tişta ku ji destê wan dihat, bi dozajek mezin dûçarê radyasyonê dibûn, diçûn mala xwe û dimirin.
Li ber çavên min, mirovên berî Çernobîle dirûvî mirovên Çernobîlê bûn.
Te radyasyon nedidît, bêhna wî nedigirt. Êdî ev dinya dîyarî û nedîyarî em dorpeç kiribûn. Dema çûm Santral a Nûklerê, ji min ra gotin: Çinîna gul û sosinan qedexe ye, li ser çîmen rûniştin qedexe ye, vexwarina av a bîrê qedexe ye… Mirin li her derê veşartî bû, lê ev mirinek ji mirinan cûda bû. Maskeyek nû dabû ber rûyê xwe, kincên bîyanî li xwe kiribû. Kalên şer dîtibûn, careke din ji malên xwe dûr diketin, li ezmanan dinihêrîn digotin: « Tav dibiriqîne, ne dû heye, ne jî gaz, yên gule berdidin jî naxuyên. Şer destpêkirîye ku, em dîsa koçber dibin? » Sibetirê herkes ber bi rojnameyan direvîyan, dû ra kor û poşman lûr dikirin û diavêtin derekî; hê casûs nedîtine. Di derbarê neyarên gel da tiştek nenivîsandine. Dinya bê casûs û bê neyarê gel jî dinyayeke bîyanî bû.
Ev destpêka tiştekî nû bû. Çernobîl û Afganîsatan, em azad kirin.
Ji bo min dinya ji cîhê xwe leqîya. Li herêma Nûkler, min xwe ne Belarûsî, ne Rûs, ne jî Ukraynî hîs kir; cûreyek bîyolojîk a tê tunekirin bûm.
Du tofan li ser hev rabûn. Tofana sosyalîst- Atlantîs a sosyalîst dadiket bin avê- û tofana kozmîk – Çernobîl. Hilweşandina împaratorîyê herkesî diqilqiland. Mirov rojane difikirîn, ji bo jîyana xwe ber xwe didan, qala pêdivîyên xwe dikirin, bi kîjan pereyî, ji kuderê? Jîyan, lê bi çi awayî? Bawerîya bi çi? Gelo îjar di bin kîjan al û filamayan da bisekinin? Yan jî bêyî « Fikrên Mezin » hînbûna jîyanê? Eva dawîyê çawa bê kirin, tu kesî tiştek nizanîbû. Heta wê rojê tu car wisa nejîyabûn. Li pêşîya Mirovê Sor bi sedan pirsgirek hebûn. Li dijberî hemûyan bi serê xwe tenê sekinî. Tu car, qasî rojên xwe yên azad tenê nema bû. Li derdora min mirovên jîyana wan tevlihev bibûn hebûn ; û min guh da gotinên wan.
Rojnivîska xwe digrim…
Bi hilweşandina împaratorîyê va çi hat serê me? Dinya, berê wek celad û qurban, ji du beşan pêk dihat, wek Kampa Gulak. Mêr û xwîşkên wan, wek dema şer. Hilbijêr; teknoloji, dinya hevdem. Dinya berê jî wek gardîyan û girtî, ji du alîyan pêk dihat. Îro jî Rojavayî û Silavî, xwefiroş û welatperwer du alî ne. Yek jî wek yên ku destkevtî ya jî nedestkevti… Ev yeka dawîyê nêrîna min piştî sosyalîzmê cêribandina herî bi jan û êş e. Ji ber ku heta demên nêzîk jî em hemû yek bûn. Mirovê Sor, negihîşt wê Împaratorîya Azad a em di pêjgehê da rûdiniştin û bi xewn û xeyalên xwe dixemiland. Bêyî wî Rusyayê parve kirin, ew jî di cîhê xwe da dest vala ma. Rût û tazî ma, piçûk hate dîtin. Êrişbaz û xeternak…
Careke din li seranserî Rusyayê gerîyam. Min ev tişt bihîstin:
- Li vî welatî nûjenbûn (modernbûn), ancax bi kampên berhevî û bi kuştinê mimkûn e.
- Tu dibêjî qey Rûs dewlemendîyê naxwazin, heta ji vê yekê ditirsin. Daxwaza wan a herî baş jî, bila kesên din jî feqîr bimînin û ji wî dewlementir nebin.
- Li vir kesên durist nayên dîtin, lê kesên oldar qasî tu nexwazî zede ne.
- Li benda neslekî ku li dijberî rêvebirina yekalî derkeve, nesekine. Mirovên Rûs ji azadîyê fêm nakin, ew tênê ji Kazak û qamçîyên wan fêm dikin.
- Du peyvên Rûsî yên bingehîn: Şer û Ceza. Dizîyê dikî, digerî, tê girtin. Derdikevi, dîsa tê girtin, dîsa tê cezakirin.
- Jîyana Rûsan, jîyaneke bê tehamûl û bedbext e; xwîna wan dikele, wê gavê jî têdigihîjin ku ew ji vê dinyayê nînin. Her tişt çiqas di xwîn û xwelîyê da be, tê da hest jî ewqas zêde cîh digre.
- Ji bo şoreşek nû di kesî da ne hêz û quwet, ne jî dîntî he ye. Ruh jî tune. Ji Rûsan ra fikrên mezin ên ku pûrta serê wan pê gij dibe, lazim e.
- Jîyana me wisa derbas dibe, di navbera şer û qirêjîyê da diçe û tê. Komunîzm nemir, termê wî hê dijî.
Bê tirs û xof dibêjim: Firsenda ku di salên 90`î da ket destê me, revîya. Divê welatê me çawa be, dema ku pirsa welatek bihêz yan jî welatek layiqî hemwelatîyê xwe be, hat ber me, me ya yekemîn hilbijart: Bila bi hêz be. Nuha dîsa dema hêz û quwetê ye. Rûs bi birayên xwe yên Ûkranyayî ra şer dikin, bavê min Belarûsî diya min jî Ûkranî ye, yê gelek kesan jî wusa ye… Balafirên Rûsyayê Sûrîyê bombebaran dikin…
Dema hêvîyê qedîya, carek din dema tirs û xofê dest pê kir. Dem şûnda vegerîya. Em di demek kevn, demek dubarekirî da dijîn.
Gelo min dîroka « Mirovê Sor » nivîsand û xilas kir, ez bawer nakim.
Sê malên min hene. Belarus, axa min, welatê bavê min, cîhê ku min hemû jîyana xwe tê da derbas kir. Ûkranya, welatê dayîka min, cîhê ku lê hatim dinê. Û medenîyeta Rûsî ya mezin, ku bê wî hebûna xwe xeyal nakim… Ji bo min hemû jî giranbuha ne. Qalkirina evinê, di hemdemîya me da tiştekî dijwar e…
08.12.2015
Svetlana Aleksiyeviç