Çend roj berê, min bi navê „Çêleka ku dizî tê ga, eşkere dizê“ nivîsek nivîsandibû.
Hevalekî min ê Tirk, li ji pirranînya Kurdan baştir Kurdî dizane û dixwîne, ji min ra peyamek şandibû û di peyama xwe digot, „Di warê pêşgotinan da Kurdî zimaneke dewlemend e û hemû pêsgotin jî girîng û bi wate ne.“
Min jî weke bersiv jê ra got, „saya serê dewleta we, dewleta we zimanê me qedexe kir, me jî ji xwe ra rîyeke din vekir û em di wê rê da çûn. Di wê rêwîtîyê da kilam û stran, çîrok û gotin derketin û her yekî bi awayekî rîya me ronahî kir…“
Hinek kurdên beredayî yên ku ji ziman û çand û dîroka Kurd dûr ketine û tenê bi derewan xwe dixapînin, ne giringîya ziman dibînin, ne jî ji dewlemendîya koka xwe hayîdar in.
Li ser pozê xwe ra kesî jî nabînin û weke golika mozkirî, çirtikan davêjin û xwe diwestînin.
Bi wê jî nasekinin, ji kesên derdora xwe ra dibêjin, „hûn çima baznadin!“
Ev pêşgotina li jor jî tu dibêjî qey ji bo wan kesan hatîyê gotinê.
Ew, hemû kesan wek xwe keçel dibînîn û kumê xwe dirêjî wan dikin û dibêjin „te heta nuha çi kir û çi dikî?“
Nuha ez jî ji wan ra dibêjîm…
Zaroktîya min din gund da, di odeyên mêran da derbas bû.
Ya wan di kûçe û kolanên bajaran da.
Ez bi xwendina Nûbara Ehmedê Xanê û bi Mewlûda Melayê Batê mezin bûm.
Dibe ku ew jî bi şiîrên Nazim Hîkmet û Atilla Îlhan.
Ez li koka xwe gerîyam.
Ew li pê kokekî kuvî ketin.
Ez li dervayî welat jî, weke Kurdekî dijîm.
Ew li welat wek Tirk û Faris û Ecem…
Ez bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurdî difikirim, diaxifim û dinivîsînim.
Ew bi çend peyvên ji zimanê neyarên xwe, jîyana xwe didomînin.
Ez li kilam û stranên Sakiro, Şivan û Ciwan Haco guhdarî dikim.
Ew bi kilam û stranên Mahsûnî û Reyhanî ji xwe diçin.
Ez Bîra Qederê, Sîya Êvînê û Jîyana Bextewar dixwînim.
Ew bi rêzêfilmên Tirkî ra wexta xwe derbas dikin
Ez ji bo biratîya gelê Kurd dinivîsînim.
Ew ji bo biratîya gelan diqêrin…
Ez dibêjim, Kurdistaneke serbixwe.
Ew dibêjin; heremên xwe(lî li)ser.
Ez Azadîya gelê Kurd dixwazim.
Ew dibêjîn „bijî“ serkeftina biratîya gelan.
Bi çavên wan ez kurdekî vala…
Ew enter-nasyonalîst û şor-eşger in…
Çi bibêjîm…
Bila şoreşgertîya wan, li wan..
Valahîya min jî li min bimbarek be!..
20.05.2017
ikramoguz@navkurd.net