Roja 25’ê Gulanê, em wek heyetek bi navê Navkurd’ê çûn bajarê Kolnê û me li wir seredanîya Cîgirê Wezîrê Rewşenbîrî yê Kurdistanê, Birêz Dr. Salar Osman kir.
Dr. Salar Osman, bi helwesteke kurdewarî pêşwazî li me kir û em qasî sê saetên li ba hev rûniştin. Em li ser rewşa Kurdistanê, bi taybetî jî li ser referandûm û serxwebûna Kurdistana Başûr, dûr û dirêj axifîn. Me nêrînên xwe li gel hev anî ziman û bi hev ra parve kir.
Ji sohbeta me ya dirêj, xalekî bi destûra birêz Dr. Salar Osman li vir parve dikim.
Me di derbarê referandûm û serxwebûna Kurdistanê da pirsi, Dr. Salar Osman jî bersivand.
Dr. Osman dibêje: „Du tişt he ne, hemû kes, hemû hêzên sîyasî dawa referandûmê û serxwebûnê dikin. Hemû dibêjin, em li gel referandûmê û serxwebûnê ne’. Bes, di vî warî da kê kar dike û kê kar nake, kê vê yekê wek silogan bi kar tîne û kê di pratîkê da gav davêje.
Tu kurdekî nabêje ez li dijî serxwebun û referandûmê me.
Lê hinek bi awayekî din nîyeta xwe eşkere dikin.
Weke mîsal: Dibêjin, pêwîste berî dewletbûnê, parlamenekî baş hebe, medyayeke azad hebe û adaleteka civakî hebe… Bila her tiştê me bê kemasî çê be, dû ra jî em dewletê ava bikin…
Ev nêrîneke xelet e.
Ji ber ku em serwer nînin. Ji bo serwerîyê jî dewlet pêwîst e. Rast e, pirsgirekên me gelek in. Lê hemû bi dewletbûnê va girêdayî ne. Dewlet ava bibe, mirov dikare pirsgirekên xwe û kêmasîyên xwe bi hêsanî ji holê ra ke.“
Çima berê dewlet, berî dewletê jî mirov nikare hin astengan ji holê rake…
Dr. Osman, di vî warî da bi hinek nimuneyan nêrînên xwe wuha nîşan da.
„Em heta nebin xwedî dewlet, êriş li ser me kêm nabin“ got û axaftina xwe domand.
„Weke mîsal: Iraqî dibêjin Kurdistana Başûr mala me ye. Tirk dibêjin Kudistana Bakûr mala me ye. Îranî dibêjin Kurdistana Rojhilat, Surî jî dibêjin Kurdistana Rojava mala me ye. Ne em Tirk û Ereb û Ecem in, ne jî Kurdistan malê wan e. Mixabin bi fermî gotina wan jî rast e, axa Kurdistanê di nav sînorê wan dewletan da ye. Heta ku em vê yekê neguherînin û ji xwe ra dewletê ava nekin, gotoinên wan jî, êrişên wan jî kêm nabin. Lê gava ku me dewleta xwe ava kir, wê demê ne kes dikare êriş li me bike, ne jî kes dikare bibêje, ev der û ew der mala me ye…“
Dr. Osman, ji bo dewleteke çawa jî, wuha dibêje:
„Miletê Kurd, mileteke cuda ye. Ji Ereban jî, ji Tirk û Farisan jî cûda ye. Mileteke mirovperwer e. Di dîrokê da Kurdan êrişî tu kesî nekiri ne, bes ku kesi êriş li wan nekiribe. Di sala 1974’an da Kudistana Başûr hemû di destê Mele Mistefa Barzanî da bû. Mele Mistefa û pêşmergeyên wî, tu car êrişek li gundekî Ereban nekirin. Jin û zarokekî Ereb ne kuştin û tade lê nekirin.
Dîsa di sala 1991’da hemû Kurdistan ket bin destên me, Kerkûk jî di nav da. Wê demê jî me tu kesî nekuşt û êrişî tu kesî nekir. Ji ber ku milête me mileteke mirovperwer e, mirovdost e. Ji bo xwe dawa demokrasîyê, dawa edaletê dike. Hemû dinya jî vê yekê dizane. Emerîkî jî, Rus jî, Ingilîz jî dizanin. Kurdistan welatekî pirrolî ye, bawermendên her sê olên mezin jî li ser axa Kurdistanê dijîn. Heta roja îro kurdan li tu kesî zilum nekirîye….
Modela Herêma Kurdistanê, modela wî ya dewletbûnê, nimuneyeke mirovdost û jîyan dost e…“
Li ser nêrînên Kurdên ji parçeyên din jî Dr. Osman nêrînên xwe wuha dibêje…
„Hinek Kurdên Başûr dibêjin ne wexta dewletbûnê ye, hinek Kurdên Bakur, rêvebir û alîgirên PKK’ê jî dibêjin, dewletbûn ne pêwîst e, lazime em daw û doza sosyalîzmê bikin û Rojhilata Navîn xilas bikin…
Heger ku Kurd ji bo xwe nikaribin dewletê ava bikin, nikarin ji bo Rojhilata Navîn jî tiştekî bikin.
Ew siyaset siyasetek şaş e. Gere her Kurd li dijberî vê sîyasetê derkeve û piştevanîya dewletbûnê bike. Bêguman di vî warî da karê herî baş Serok Barzanî dike. Revebirîya dewletbûnê dike û miletê me jî li ba wî ye.
Ew kesên ku dibêjin, ne dema dewletbûnê ye, an jî dewlet ji me ra ne pêwîst e. Ev nêrîn nêrîna wan nîne. Ew tenê nêrînên dewletên cînar tînin ziman û xizmeta wan dikin…Ji bo îlankirina serxwebûnê Dr. Osman sê pirsgirekan nîşan dide û wuha dibêje:
„Sê tişt girîng in. Ji wan yek, zeman yanê wext e. Se salê em şerê DAIŞê dikin. Lazime şer biqede. Şer kêm bûye. Ez bawerim di nav demeke nêzîk da jî xilas dibe û dawî lê tê. Ji ber ku şerê eskerî qedîya ye, îro şerê fikrî tenê ma ye ku ew jî diqede…
Ya duduyan, piştgirîya dinê, bi taybetî Emerîka, Rûsya û Brîtanya. Kingê dinyayê pişta xwe li Kurda vegerand, Kurd têkçûn. Di vî warî da divê garantîyeke hebe. Ez bawerim ew garantî jî îro he ye. Axaftinên hinek senotar û siyasetvanan ne muhîm in. Sîyaseta dewletan mûhîm e, ku di wî warî da tu pirsgirêk nema ye.
Ya sisêyan û ya herî girîng jî zemînsazîyên navxweyî ne. Em îro malekî çê nakin, em dixwazin dewletekî serbixwe ava bikin. Rast e, li Başûr pirsgirek he ne. Pirsgirêka herî mezin jî yekrêzîya navxweyî ye. Ez dikarim bibêjim, du tişt hatine cîh, yek tênê maye.
Di pirsgireka yekrêzîya navxweyî da jî du qonax hene.
Qonaxa yek:
Heta nuha Barzanî kîngê qala dewletbûnê bikira, digotin Barzanî, proplema xwe û hêza xwe bi vê daxwazê vedişêre. Lê nuha her kes hat vê qonaxê û gotin û daxwazên Serok Barzanî jî rast derketin.
Xopnaxa diduyan:
Serok Barzanî naxwaze her tiştî bi tena serê xwe bike. Dixwaze karê serxwebûnê bi hemû hêzên sîyasi û sazîyên civakî ra bike. Ew dixwaze YNK; GORAN, Yekgirtû, Îslamî, Kominist, Sosyalîst û hewlatî, heta hemû Kurdên parçeyên din jî li ba wî bîn…
Yekgirtû ji serî da xwedî helwesteke baş bû, nêrînên YNK û Goranê ji tên guhartin. Ew jî dîtin ku mesela referandûm û serxwebûnê meseleyeke rastîye, heqîqet û qatî ye. Ne tenê hêzên Kurd yên Başûr, Begda jî îro vê yekê qebûl dikke û nêrînên wan jî hatine guhartinê….
Di derbarê helwesta dewletên cînar da jî Dr. Osman wuha dibêje:
„Tirsa me ne ew e ku Hasdî Şabî, an jî PKK hicûmeke bike û Hizbekî Başûrî proplemeke derbixe.. Îran û Bexda dixwazin bi şiklekî cûda, bi rîya hizbekî Kurd proplem derxînin….
Em dikarin li dijberî Tehran û Bexdayê ber xwe bidin. Dinya jî li dijberî wan derdikeve. Ya xirab ewe ku, Xelkê Hewlêrê li hewlêrê, xelkê Şingalê li Şingalê propplemek derxe… Tirsa me ya mezin, bi destê dewlettên cînar derxistina şerê navxweyî û, şerê Kurd û Kurde. Serok Barzanî jî vê yekê baş dizane ku soz daye şerê Kurdan nake û ji bo vê yekê firsendê nade kesî…“
25.05.2017
ikramoguz@navkurd.net