Roja 16ê Meha Adarê…
Li Bajarê Helepçeyê…
Ji ezmanên reş û tarî…
Bombe dibarîn, bombeyên kimyewî…
Behna sêva daketibû erdê…
Zarok li sêvên sor û zer digerîyan…
Xewnên li ser sêvan didîtin…
Di hembêza dê bavên xwe…
Di paşila pîrik û kalikên xwe da…
Can didan…
Ji bêhna sêvên tirş û tahl!..
Pênc hezar Kurd…
Zarok, qîz û lawên Kurd…
Jin û mêr…
Kal û pîr…
Di kûçe û kolanên bajêr da…
Li ser erdê sar dirêj bibûn…
Di paşilê wan da zarokên wan…
Serê xwe danîbûn ser kevir û daran…
Ketibûn xewê, xewa mirinê…
Dinya kerr û lal…
Ji dûr va
Li binpêkirina mirovahîyê dinihêrîn.
Halepçe wêran bibû…
Qîz û xort, jin û zarok, kal û pîr…
Di bin kavilê bajêr da ketibûn xewê…
Xewa mirinê…
Ewrên reş û tarî bajêr nixamtibûn…
Ji kûçe û kolanên bajêr
Bêhna sêvan dihat…
Sêvên tirş û tahl…
16.03.2017
ikramoguz@navkurd.net