Dema ku min ev wêne yê li jor cîh digre dit, ev hevok bêhemdi ji devê min derket. Ev wêne, di destpêka vê salê da, di facebookê da ji alî kurdekî ku xwe wek şêwirmendê Serok Barzanî nîşan dide, hatibû parvekirin. Heger rastîya wî hebe, şêwirmendê me ne tenê parvekiribû, di binê vî wêneyî da jî pesnê Serok Barzanî jî dabû.
Ji wêne jî tê xuyakirin ku şêwirmend ji şer û şervanîyê hez dike. Hinek hevalên wî yên ronakbîr û zana yên wek wî ji şer hez dikin, wan jî parvekirina şêwirmend pejirandibûn.
Dema ku min ev wêne dît, bi rastî bala min kişand û min jî bi hevoka ku li jêr cîh digre, parvekirina şêwirmend şirove kir:
„Xwedî fem û ferasetê bide me, şewirmênden xelkê fikrên nû didin ber serokên xwe, em jî keleşek davên milê serokên xwe û dişînin ber mirinê!“
Piştî çend xulekan, şêwimendê baqil û zana(!) şiroveya min jê bir û min ji hevaltîya xwe jî avêt.
Piştî vê yekê dema ez li hinek peyamên ku li ser navê Serok Barzanî tên weşandin, dinêrim, ew şêwirmend dikeve bîra min û bixwe jixwe ra dibêjim:
Dibe ku hemû şêwirmendên Serok Barzanî Kurd bin!
Ji ber ku sîyaset karekî civakî ye.
Ji bo vî karî, berî her tiştî fikr û ramaneke xurt, partîyekî bi hêz, serokekî camêr û zana pêwîst e.
Ji bo rêvebirîyeke rast û durust jî divê li derdora serok û rêvebirên partîyan, an jî serok û rêvebirên dewletan mirovên zana û rûspî, şêwirmend, şêwirmendên di karê xwe da pispor û xwedî fikr û raman hebin…
Ev yek ji bo serokê partîyekî jî, ji bo serokê dewletekî jî pêwîst e.
Di zimanê kurdî da peyva şêwr û şêwirmend peyvên giran û xwedî wateyên girîng in ku, giranî û giringîyan wan jî ji dîrok û orf û edetên kurdan tê.
Mixabin di sîyaseta kurdan ya îroyîn da ne şêwr ne jî şêwirmend cîh digre. Hin kesên ku xwe bi payê şêwirmendîyê payedar dikin, ew jî şêwirmendîya kîjan serok û rêvebirî bikin, ne fikrekî nû didin ber wan, ne jî rêyekî nû. Ew jî weke endam û aligirên partîyan li ber serok û rêvebiran dest girê didin, li ber wan serê xwe ditewînin û tenê gotinên wan dipesinînin.
Serok û rêvebirên partîyên Kurd ên ku bi şêwirmendan ra dixebitin, kêm in.
Ji wan yek jî Serokê Herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî ye.
Di destpêka salên 2000’î da hinek şêwirmendên Serokê Herêma Kurdistanê kesên bîyanî, kesên zana û bi nav û deng bûn. Ne li ber Serok Barzanî dest girê didan, ne jî pesnê wî didan. Wek kesên profesyonel dixebitîn û karê xwe dikirin…
Sedem vê yekê sîyaseta Serok Barzanî ya salên 2000’î bêtir vekirî, peyamên wî jî bêtir zelal bûn. Îro siyaset nehatibe guhartinê jî, hin peyamên wî gor salên berê ne zelal in û carcaran bi xeletî jî tên fêm kirin.
Weke mîsal, gotinên wî yên di derbarê mijara serxebûnê da…
Ji destpêka salên 2000’î vir da siyaseta Serok Barzanî ya di derbarê serxwebûnê da sîyseteke vekirî û eşkere bû.
Kîngê bihata rojevê, Barzanî digot: „Kurdistaneke Serbixwe, daxwaza gelê Kurd e, mafê gelê Kurd e! Zu an jî dereng wê bê îlankirin!“
Bi rastî di van gotinên wî yên rast da çiqwas nêzîkbûna Kurdistaneke serbixwe cîh negirtaba jî, xewnên hemû Kurdan dixemiland.
Mixabin di van salên dawî da carcaran dema îlankirina serxwebûna Kurdistanê tê îlankirin, dem derbas dibe, wê gavê jî ew xewnên xemilandî hêdî hêdî kin, bîr û bawerî jî sist dibin.
Salek berê dihat gotin ku, di meha 10’an da referandum, dû ra jî serxwebûn îlan dibe.
Nêzîk meha 10’an jî, hate gotin ku, „referandum ne hewce ye, bê referandûm jî îlan be.“
Ber bi dawîya sala 2016’an careke din şert û merc hatin guhartin.
Berê hate gotin ku piştî şerê Musulê…
Dû ra, gotin bi dan û standinên Bexda yê…
Nuha jî tê gotin ku, heger Malîkî bibe Serokwezir…
Di bingeha hemûyan da çiqas sedemeke rast hebe jî, dema ku bi serê xwe tenê were mijarê, ev hemû vegotin jî bi xeletî tên fêm kirin.
Ji ber ku meha 10’an derbas bû, ne referandum çê bû ne jî bê referandûm tiştek qewimî.
Şerê Musulê dest pê kir, lê belê kîngê diqede, xêncî Amerîkayê ez bawerim tu kes nizane.
Dan û standina Bexdayê kîngê dest pê dike, bi çi awayî didome û bi çi rengî diqede, Amerîka jî nizane.
Mesela Serokwezîrtîya Malîkî, pêşî û paşîya wî hebe jî, ji hemûyan bêtir bi xeletî tê fêm kirin.
Her Kurdek jî dikare weke min bifikire û bibêje; gelo îlankirina Kurdistaneke serbixwe girêdayî Malîkî ye. Kîngê Malîkî bibe Serokwezîr, wê gavê Kurdistan ji Iraqê diqete.
Çima ev şik û rik.
Ez bawerim kêmasîyên ku di van gotinan da hene, ew jî nezelalîya wan tên.
Dema ku gotin zelal nebin, wê gavê bi awayekî din jî tên fêm kirin.
Serok Barzanî wek Barzanîyê berê ye û nehatîye guhartin.
Sîyaset û duruşmên wî da jî tu kêmasîyek nîne.
Heger ku di hinek pêyamên wî da nezelalîyek hebe, ez bawerim ew jî ji kêmasîyên şêwirmendên wî tên.
Dema ku nezelalîyek dibinîm, wê demê ew şêwirmendê baqil û zana (!) dikeve bîra min û careke din dibejîm:
Dibe ku hemû şêwirmendên Serok Barzanî Kurd bin!
13.03.2017