Birêz Dursun Alî Küçük bi navê „Xebatên Yekitîyê“, di derbarê yekitî û kongreya neteweyî da bi min ra hevpeyvînek çêkir û di Rewşenbîr.com’ê da weşand. Ey we hevpeyvînê ji bo xwendevanên Navkurd’ê li vir diweşînim. Î.O.
***
Xebatên Yekitîyê
Hizrek hevbeş û giştî heye ku dihête gotin dê sedsala 21-ê bibe sedsala Kurdistanê.
Li parçên Kurdistanê weku prosêsên şerê cîhanê ya yekê û piştî wê prosêsê, derfet û mercên dîrokî hatine pêş, her wesa heman delîve niha jî hene ku bikarin serxwebûn û hindek statûyên din bi dest xwe ve bihînin.
1-Sereray van pêşkeftinan, gelo ji ber çîye, partîyên sîyasî, grup, rewşenbîr hwd. pêkoleya yekgirtinê nakin, yan jî her çend behsa vê yekê bikin jî, lê ji bo çi nikarin bereyek, blokek û yekîtîyeka netewî ya giştî li parçên Kurdistanê çê bikin?
İkram Oğuz: Kurd û Kurdistan. Du peyvên bi hev ra girêdayî û di nav xwe da jî ji hev cûda. Welatekî çar, gelekî çil û çar parçe. Her parçeyek ji parçeyên din, her kurdek jî ji kurdekî din cûda. Ne yekitîya gel, ne jî yekitîya welatê wan, Kurdistan. Welatekî bindest û gelekî bê dewlet.
Şirîkatî, şirîkatîya ku di navbera wan û welatê wan da ma ye, ew jî qeder e, qedera wan a reş e.
Komkujî, bindestî û koçberî ye.
Kurdistana ku ji sed salan berê di navbera Farisî û Osmanîyan da hatibû parvekirin, piştî şerê cîhanê yê yekemîn careke din hate parvekirin û bu çar parçe. Li ser axa Kurdistanê dewletên nû ava bûn. Kurd û axa wan di navbera dewletên dagirker da hatin parvekirin. Bakûrê Kurdistanê di bin deshilatîya Komara Tirk da ma. Di nav şevekî da navê Kurd û Kurdistanê hate guhartin. Kurd bûn Tirk, Kurdistan jî bû parçeyek ji parçeyên Tirkîyê. Ziman û çand û hunera Gelê Kurd qedexe bû.
Li dijberî vê sîyasetê Kurd bêdeng neman û ji sala 1925’an heta sala 1938’an bi dehan caran serî hildan, mixabin di her carê da têk çûn û bi ser neketin. Hatin kuştin, di bin lingên dagirkeran da pelixîn û koçber bûn.
Dewleta Tirk, li alîkî bi komkujî û koçberîyê bi demoqrafîya Kurdan ra lîst, li alîyê din jî dest bi asîmîlasyonê kir. Kurd koçber û asîmîle bûn. Ne tenê ji axa xwe, ji kurd û kurdayetîyê jî dûr ketin û li seranserî dinê belav bûn. Îro ji Kurdên Bakûr % 40 li ser axa xwe, % 6o jî li Rojavayê Tirkîyê dijîn. Himê yekitîya wan lerizi. Di navbera wan da ne yekitîya axê, ne jî yekitîya ziman ma. Şirîkatîyên neteweyî kêm bûn, yên din, yên çînî û sîyasî derketine peş. Di vê pêvajoyê da Kurd guherîn. Îro Kurdên Bakûr:
Bi laşên xwe Kurd…
Bi zimanê xwe Tirk…
Bi hest û helwestên xwe jî tevlihev in.
Ji vê tevlihevîyê jî yekitîyek çê nabe, çê be jî ew nabe yekitîyeke Kurd û Kurdistanî.
2-Sereray ku dizanin bi dirustkirina yekgirtine, dê bibin xwedan destkeftîyên mezin, lê ji bo çi xwe nêzîkî vê yekîtîyê nakin?
İkram Oğuz: Bêguman, hemû partîyên Kurd û her Kurdek jî dizanin ku serkeftin ancax bi yekitîyeke neteweyî va mimkûn e. Lê belê her kurdek yekitîyê gor xewn û xeyalên xwe tarîf dike û gor daxwazên xwe yên sîyasî dixemilîne. Sedem vê yekê tarîfa yekitiyê jî gor her patîyek, an jî gor her kurdek tê guhartin. Ji ber ku yekitîya neteweyî, yekitîyeke sîyasî ye. Sîyaseta hêz û partîyên Kurd jî wek hest û helwestên wan tevlihev e ku, ev yek jî ji bo yekitîyeke neteweyî astengeke mezin e.
3-Axavtina partîyên sîyasî yên Kurdistanê hene, lê çalakîyên wan nîne, heger hebin jî, gelek lawaz û bê hêzin. Bi kurtî rêzdarê te dikare egera helwîstênvan partîyan bihelsengîne.
İkram Oğuz: Hîmê pirranîya partîyên Kurd yên ku îro li Kurdistana Bakûr, kêm an jî zêde sîyaseta xwe didomînin, di salên 1970’yî da hatine avêtin û hemû jî partîyên binerd û sosyalîst bûn. Bi tesîra bayê sosyalîzmê, ew bayê ku demek li seranserê dinyayê fizildûman radikir, hatibûn damezrandin. Sedem vê yekê di bingeha sîyaseta wan da, ji daw û doza Kurdistanê zêdetir, daw û doza sosyalizmê û biratîya gelan cîh digirt. Ew jî wek Kurdên îro bi navên xwe partîyên Kurd, lê ew bi xwe hêz û partîyên enternasyonalîst bûn. Di daxwazên wan da têne Kurdistaneke sosyalîst cîh digirt. Xwe wek partîyên xebatkar û karkeran bi nav dikirin û li dijberî hemû xalên civatê yên din derdiketin û şerê wan dikirin.
Piştî hilweşandina Dîwarê Berlînê, holikên ku partîyên Kurd xwe tê da veşartibûn, ew jî hilweşîyan. Hinek di bin wan holikan da wunda bûn, hinek jî wek kor û topal derketin ser rûyê erdê. Îro çiqas bi navên cûda û bi rêvebirên cûda, di bazara sîyasetê da cîh bigrin jî, hemû di mêjuyên xwe da hê bin erd û enternasyonalist in.
Ji bilî PKK’ê ne hebûna wan, ne jî tesîra wan xuya dike. Ji ber ku di nav gel da beranberîyeke wan nema ye. Hebûn û tesîra PKK’ê jî ji çekdarîya wê tê ku ew jî vê yekê bi xeletî û şaşîyan va bi kar tîne. Ji ber ku sîyaseta PKK’ê jî sîyaseteke tevlihev û demdemî ye.
PKK jî wek partîyên din, partîyeke çep hate damezrandin. Bi salan jibo daxwaza Kurdistaneke serbixwe, li dijberî dewletê şerê çekdarî kir, di nav gel da bû xwedî hêz û quwet. Kurdên aligirê PKK’ê jî ji dewletê dûr ketin, li ser koka xwe vegerîyan. Mixabin bi destpêka salên 2000’î va PKK’ê dest ji daxwaza kurdistaneke serbixwe berda û sîyaseta xwe ya îroyîn derxist pêş. Ew jî daxwaza welateke hevpar û komareke demoqrat e ku welatê hevpar Tirkîye, komara demoqrat jî komara Tirk e.
Sedem vê yekê kurdên ku bi sîyaseta PKK’ê ya di serî da ji dewletê dûr ketin, îro berê xwe dane Tirkayetîyê û ji kurd û kurdayetîyê dûr dikevin.
Dema ku yekitîya Kurdan were rojevê, PKK bi hêz û quweta xwe derdikeve pêş û adrêsa yekitîyê jî wek bin baskên xwe nîşan dide.
Di sîyaseta Kurdên Bakûr da xetek din jî he ye ku, ew jî qasî xeta çep ji Kurd û Kurdayetîyê dûr e. Wê xetê jî îro Xuda-Par temsîl dike ku, sîyaseta wê jî li ser hîmê olî bilind bûye.
PKK û partîyên din daw û doza biratîya gelan dikin, Xuda-Par jî daw û doza biratîya olî dike.
Di navê partîyên Bakûr da peyvên wek Kurd û Kurdistanî cih bigrin jî, di navbera daxwaz û navên wan da ahengîyek nîne. Ji ber vê yekê ye ku carcaran ji devê wan yekitî derkeve jî, mêjûyê wan rê li gotinên wan digre.
Sedem vê yekê ye ku PKK û partîyên çep, ji Xuda-Par’ê zêdtir xwe nêzikî CHP’ê dibînin, Xuda-Par jî ji partîyên Kurd yên çep zêdetir xwe nêzikî AKP’ê dibîne.
Partîyên Kurd jî wek Kurdên Bakûr bi navê xwe Kurd…
Lê belê bi sîyaset û daxwazên xwe enternasyonalîst û olperest in.
Bi yekitîya olî û enternasyonalî jî yekitîyeke neteweyî çê nabe.
Bê yekitî jî dewlet ava nabe…
12.02.2017
***
KOMBÛNA KONGRA NETEWA KURDİSTANÊ
Çend salên dumahî, gelek gengeşe li dor kombûna kongra netewa Kurdistanê dihêne kirin.
Nexwasme li dor PDK û KCK-ê pêkoleya kombûna kongra netewî hate kirin, lê çi encamek jê nehate wergirtin. Berê jî wek KNK-ê hindek kongreyên netewî hatine çêkirin. Lêheta di vê heyama ku em niha tê de ne, çi kongreyek bi vî rengî nehatîye dirustkirin ku bikare nûneratîya hemû kurdan bike.
1-Gelo kongra netewa Kurdistanê bi mifayên ezmûnên pêşerojê, çawa bihête komkirin? Erê gelo bêyî dirustkirina yeketîyeka netewî, komkirina kongreyekê di şîyan de ye?
İkram Oğuz: Kurdistan welatekî bindest, welatekî çar parçe û bê dewlet e. Di hemû xalên jîyanê da her parçeyek ji parçeyên din cûda ye. Her çar parçe jî kêm an jî zêde di bin tesîra dewletên dagirker da ma ne, ji hev dûr ketine û nezikî dagirkerên xwe bûne.
Di nav Kurdên Bakûr da yekitîya axê nema ye, ji ber ku pirranîya wan li rojavayê Tirkîyê dijîn.
Yekitîya ziman nemaye, pirranîya wan bi Tirkî difikirin, diaxifin û dinivîsînin.
Ji sîyaseta neteweyî dûr in, ji ber ku çareserîya pirsgireka Kurd di yekitîya Turkîyê da dibînin û bi wî awayî tevdigerin.
Li ba Kurdên Başûr ker, li ba Kurdên Rojhilat lal in. Ji ber ku Kurdên Başur û Rojava û Rojhilat Tirkî, Kurdên Bakûr jî Kurdî nizanin.
Di salên dawî da Kurdên Başûr û Rojava roj bi roj ji Bexda û Şamê dûr dikevin, Kurdên Bakûr ber bi Enqerê diçin.
Heger kurdên ku salan berê li Bexda û Şamê bi cîh bûne hebîn, vedigerin ser axa Kurdistanê, Kurdên Bakûr jî ji axa xwe derdikevin û berê xwe didin rojavayê Tirkîyê.
Partîyên Kurd yên Başûr salan berê daw û doza otonomîyê dikirin û sedem vê yekê ji alî Kurdên Bakûr va bi îxanetê dihatin tawanbarkirin. Îro ber bi serxebûnê diçin û dixwazin Kurdistaneke azad ava bikin, lêbelê îcar jî ji alî Kurdên Bakur va bi neteweperetsîyê tên tawanbarkirin.
Kurdên Bakûr ji hest û helwestên Kurd û Kurdayetîyê dûr in.
Kurdên Başûr û Rojhilat û Rojava jî di nav xwe da bi hev ra neyar in.
PDK daxwaza Kurdistaneke serbixwe dike, PKK li dijberî dewletbûnê derdikeve.
Partîyên bêhêz yekitîyê dixwazin, yên bihêz bin baskên xwe nîşan didin.
Pirsgirekên hemû parçeyan yek be jî, gor şert û mercên wan ên ji hev cûda, çareserkirina wan jî ji hev cûda ne.
Sedem van hemû derfetan jî îro ji kongreya neteweyî zêdetir, di her parçeyekî da avabûna yekitîyeke neteweyî pêwîst e.
2-Rêzdarê te dikare armanceka hevbeş ji bo kongra netewa Kurdistanê dîyar bike ku ew armance bikare hemû kesan bigire nav xwe.
İkram Oğuz: Di nav çar pârçeyên Kurdistanê da avakirina kongreyeke neteweyî, armanceke realist nîne. Ji ber ku daxwaz û nêrînên Kurdên her parçeyekî, ji yên dîn cûda ne, ger di derbarê parçeyên xwe da, ger di derbarê parçeyên din da.
Ji çar partîyên mezin PKK ji binîva dijberî Kurdistaneke serbixwe ye û îro çi dixwaze û ji bo çi şer dike, ew bi xwe jî nizane.
PDK, ji bo Başur serxwebûnê dixwaze, lêbelê pirsgireka Bakûr weke pirsgireke navxweyî ya Tirkîyê dibîne.
YNK-GORAN, ger dibin tesîra kurdan da dimînin û derî ji serxwebûnê ra vedikin, ger dikevin bin tesîra Îranê û ji her tiştî ra derî digrin.
PYD li rojava rêvebirîya sê kantonan dike, bi Ereban ra yekitîyê ava dike û bi wan ra tevdigere, ji Kurdên ji derveyî xwe dûr disekine.
Bi vê sîyasetê, bi Kurdistaneke çar parçe û di nav Kurdên çilûçar parçe da kongreyeke neteweyî ava nabe, ava be jî herkesî hembêz nake.
3-Em çawa dikarin pêngavên praktîkî bihavêjin heta ku bikarin xwe bigehînin biryar û nirxên hevbeş ji bo hemû kurd û Kurdistanê?
İkram Oğuz: Ji bo vê yekê ne hewceye ku dezgeyek hebe. Heger ku di ruhê kurdan da kurd û kurdayetî hebe, Kurd nebin yek jî dikarin di her xalî da alîkarîya hev bikin û roj bi roj şirîkatîyên xwe yên qels xurt bikin.
4-Gelo ji ber çî ye, partîyên kurd, bangawazîyên kongra netewa Kurdistanê dikin, lê paşî ji bîr dikin, bi tenê sînordarin bi bangawazî û daxuyanîyan ve?
İkram Oğuz: Partîyên Kurd sîyasetê dikin. Di sîyaseta wan da jî, ji berjewendîyên neteweyî zêtedir, berjewendîyên hizbî li pêş in. Ji bo vê yekê ne di warê yekitîyê da, ne jî di warê kongereya neteweyî da gotin û kirinên wan hev du nagrin.
Partîyên ku di daxwazên xwe da yekitî û kongreya neteweyî tînin ziman, du cûre ne û her du cûre jî di nîyetên xwe da dirust nînin.
Ew ên ku ji bo vê yekê şev û roj xwe amade nîşan didin, partîyên bêhêz û bêtesîr in. Derd û kulên wan jî, ji yekitî û kongreya neteweyî zêdetir, mayîn û nemayîn e.
Partîyên ku yekitî û kongreya neteweyî dixwazin û li dû gotinên xwe nasekinin, ew partîyên mezin û bihêz in ku, ew jî dibêjin bila yekitî di bin baskên wan da çê be, kongre jî di bin serokatîya wan da bicive.
Bi partîyên piçûk û bêhêz yekitî û kongreya neteweyî ava nabe.
Ya di bin bask û serokatîya partîyeke mezin û bihêz da ava bibe, ew jî nabe yekitî û kongreyeke neteweyî.
12.02.2017