Tatos (Tekman) navçeyeke ji navçeyên Erzurumê ye.
Navçeyeke Kurd e.
Xêncî hinek memûr û leşkerên dewletê, hemû niştecîhên Tatosê Kurd in.
Dewleta dagirker, di dema serhildana Şêx Said’da, ji derdora Behra Reş hinek Laz anîbûn, li çend gundên Tatosê bi cîh kiribûn ku, ew demografîya Kurdan biguherînin.
Lê di demek kin da ew bi xwe hatin guhartin.
Kurdên Tatosê weke her dem Kurd man, Lazên ku ji derdora Behra Reş hatibûn ku wan bikin Tirk, bi xwe bûn Kurd.
Tatos, heta sala 1946’an wek gundekî piçûk, girêdayî Kela Xinûsê bû.
Di vê salê da Tatos bû navçe, lê belê qedera wî ya reş tu car nehat guhartin, navê wî bû navçe, lê belê ew wek gundekî piçûk ma.
Heta çend salên dawî, ji bilî hepisxane û qereoqol û bîna şaredarî û qayemqamtîyê tu tiştek li Tatosê tûne bû.
Îro jî tişteke ku helwesta Tatosê bigûherîne, tune.
Di warê pêşketîya aborî da Tatos, di nav hemû navçeyên Tirkîyê da, di rêza çaremîn, di nav navçeyên Erzurumê da jî di rêza yekemîn da cîh digre. Mixabîn ne ji alî serî da, ji alî dawîyê da…
Ji destpêkê heta roja îro, hemû şaredarên Tatosê Kurd bûn, lê di nav partîyên Tirk da dixebitîn û li ser navê wan dihatin hilbijartin.
Cara yekemîn, di hilbijartina sala 2014’an da nebîyê Şêx Said Efendi, Alî Saîd Firat, wek berendamê HDP’ê têkilî hilbijartinê bû û ji % 70, bi rêjeyekî mezin wek şaredar hate hilbijartin.
Niştecîhên Tatosê cara yekemîn li şaredarîya bajêr xwedî derketin û şaredar jî wek rêvebirek ji xwe ditin.
Şaredar Alî Saîd Firat jî, di nav du salan da qedera Tatosîyan neguhart, lê bele bi îmkanên qit û bi alîkarîya gel dest bi kar û xebatê kir. Di derbarê pirsgireka ava vexwarinê û rê da hinek gavên balkêş avêt…
Li derdora Tatosê bi hezaran kanîyên avsar hebûn.
Çemê Erez di kêleka bajêr da diherike, lê belê heta van demên dawîyê jî ava vexwarinê di bajêr da nedihat xwarê.
Navbera Tatos û Erzurumê 40 km ye, lê bi erebê 4 saet dikudand.
Di ser hilbijartina Şaredar Alî Saîd Firat da, hê du sal derbas nebû, ew jî wek şarêdarên bajar û navçeyên Kurdan yên din, ji şaredarîyê hate dûrxistin.
Qaymeqamê dewletê, memûrê Enqerê weke şaredar hate tayînkirin.
Bi vî awayî şaredarîya Tatosê jî wek navçeyên Kurd yên girêdayî Erzurumê (Qereçoban, Qereyazî, û Xinûs) careke din, bi destê zorê kete nav lepên dewletê…
Ji ber ku dewlet tu car naxwaze rêvebirîya navçe û bajarên Kurd, bikeve destê Kurdan.
Tatos û gelê Tatosê vê rastîyê dizanin û ji vê yekê jî ne razî ne.
Ez bawerim, zû an jî dereng, ewê nerazîbûna xwe bi awayekî jî bînin ziman…
Û ewê li şêx û şaredarê xwe, Alî Saîd Firat, jî xwedî derkevin…
06.01.2017
ikramoguz@navkurd.net