Ez naxwazim wî bi paşnavê wî yê bîyanî bi nav bikim.
Ez bawerim ew jî naxwaze…
Ew jî bi paşnavê xwe tu car dilşad û bextewar nebû, îro jî nîne.
Ji ber ku paşnavê wî ne gor daxwaza wî, ji alî dewletê va, bi zanayî hatîye lê dayîn.
Ev yek jî ne tenê qedera Ehmed e, qedera hemû Kurdan e û qedereke reş e.
Ev yek çawa û bi çi awayî tê guhartin, ew jî ne tenê pirsgireka Ehmed e, pirsgireka hemû Kurdan e.
Ehmed, ruspîyekî Kurd e.
Şaredarê Mêrdînê.
Pênce sal e, di nav sîyasetê da ye.
Ev pênce salên wî yên dawîyê, ger di parlamentoya Tirkan da, ger di girtîgehên Tirkan da derbas bû.
Îro jî girtî ye.
Di girtîgeha Elazîzê da radizê.
Kurdekî rûspî…
Kurdekî 74 salî û nexweş e.
Lê dîsa jî her du destên wî bi kelepçê, bi hev ra girêdayî…
Li derdora wî sê cendirme…
Yek di milê wî yê rastê da, yekî din milê wî yê çepê da…
Yê sisîyan jî li paş wî…
Ber bi nexwaşxwanê dimeşin…
Tu dibêjî qey zarokekî 15 salî, ji dizîyê hatîye girtin.
Ji ber ku nereve, destên wî di pêşîya wî da hatîye kelepçe kirin û cendirme ketine milên wî.
Newengerî û Şaredarîya wî bidin alîkî, sedem sal û nexwaşîya wî be jî, ne girêdana destên wî, ne jî ji alî cendirmeyan va girtina milên wî tu car nayê qebûlkirin.
Sedem vê yekê hinek newengerên AKP’ê, yên wek Galip Ensarioxlu û hinekên kevn jî vê yekê bi fedîyokî şermezar dikin û xemgînîya xwe tînin ziman.
Bi rastî, ev berpêyîyeke ne xirab e, lê bele kêm e û ne bes e.
Ji ber ku partîya wan, AKP, îro di her xalî da rêvebir û desthilatdarê dewletê ye.
Û bi çavê dewleta kemalîst li Kurdan dinêre û gor wê nêrînê tevdigere.
Ev kelepçeya dewletê, dewleta Tirk, duh li destê Nureddin Yilmaz, Şerafeddin Elçî û Melîk Firat xistibû, îro jî li destê Ehmed Tirk xistîye.
Sibê jî li destê kurdekî din dikeve.
Çawa ku paşnavê Ehemd Tirk û sîyaseta partîya wî ya li ser hîmê Tirkayetîyê wî ji heps û zîndanan dûr nexist, endametî û newengerîya AKP’ê jî Kurdan ji vê yekê xilas nake.
Ji ber ku, pirsgirek bêdewletî ye…
Çare jî, xwedîdewletbûn e…
27.01.2017