Çend demjimêr şûnda salek diqede, bi daxwaz û hêvîyên xurt saleke nû dest pê dike.
Sala ku diqede, ne tenê ji emrê mirovan salek dibe, daxwaz û hêvîyên ku ji wê salê hatine kirin, ew jî diqedin.
Sedem vê yekê daxwaz û hêvî jî nû dibin.
Min jî wek hemû kesan di dawîya her salê da bi daxwaz û hêvîyên nû pêşwazi li sala nû dikir.
Di sala nû da bi hêvîyeke xurt, li ser Kurdistaneke azad û serbixwe diketim nav xewn û xeyalên rengin. Bi xewn û xeyalan min jî weke hemû kurdên welatparêz, di dilê xwe da ji gul û sosinan gulîstaneke rengîn ava dikir û ala rengîn tê da diçikand.
Mixabin bi destpêka sala nû va gul û sosinên ku di baxçeyên min da dipişkivîn, bi derbasbûna şev û rojan va diçilmisîn, xewn û xeyalên minên rengîn reş, hêvîyên min ên xurt sist, Kurdistan a ku min di xewn û xeyalên xwe da dixemiland, ji min dûr diket, ji ber çavên min hêdî hêdî wunda dibû.
Sedem vê yekê ye ku ez îsal, li ser Kurdistaneke azad û serbixwe, ne dikevim nav xewn û xeyalan, ne jî di dilê xwe da baxçeyeke rengîn ava dikim.
Heger ku di sala 2017’an da Kurdistaneke azad û serbixwe, di zevîyeke qeraç da jî ava be, ew jî, ji bo min dîsa ji tunebûnê çêtir e…
Ser sala we pîroz, di sala nû da rojên we bi dilşadî û aramî derbas be!…
31.12.2016