Roja 10’ê Kanûnê, Roja Mafê Mirovan e.
Ev roj, duh li seranserê dinê bi çalaki û şahîyan hate pîrozkirin.
Li Tirkîyê jî bombe teqîyan, xwîn rijîya û bi dehan mirov hatin kuştin, bi sedan mirov jî birîndar bûn.
Piştî teqîna Stenbolê Tirk û Kurd, ne li ser sedemên teqînê disekinin ne jî li encamê bûyerê dinêrin. Berê xwe didin Erdoxan û li kirin û kiryarên wî mêze dikin.
Erdoxan şînê bike ew şînê dikin, Erdoxan hêsiran bibarîne, ew hêsirên xwe dibarînin.
Erdoxan jibo pêşeroja xwe, ew jibo yekitî û pêşeroja Tirkîyê duayên muqedes dixwînin.
Şînkirin û dûakirin jî ji hestên mirovahîyê ne û her civat gor orf edetên xwe, roj tê şînê dike, roj tê dua dike, roj tê şahîyan li dar dixe.
Şîn jî, şahî jî xalek ji xalên jîyanê ne.
Mixabin hin bûyer hene ku ne bi şîn û duayên muqedes ji holê radibin, ne jî bi şahîyan didomin.
Wek jîyan û mirin…
Jîyan û mirin, du peyvên bi hev ra girêdayî ne.
Yek bê yekî nabe.
Dawîya jîyanê mirin, destpêka mirinê jî jîyan e.
Carcaran mirin ji zu va tê û di destpêkê da jîyanê difetisîne.
Wek erdhejandin, wek reqîn û teqîn, wek şerê navcivakî û navdewletî, dawî li jîyana mirovan tînin û jîyanê diherimînin.
Sedem vê yekê ye ku mirovahî di her demê da jibo jîyaneke birûmet û azad li çareserîyê gerîya ye û jibo vê yekê rê û rêbaz derketine holê.
Roja mafê mirovan jî ji wan lêgerîn û xebatan yek e.
Mixabin bi navkirin û pîrozkirina vê rojê jî heq û neheqî li seranserî dinê ji holê ranebû û di pêşerojê da jî bi temamî ranabe.
Jiberku sedemê şer û kuştin û xwînrijandinê jî hovîtîyê ye, hovîtîya mirovan e.
Welat û civatên ku mafê mirovahîyê neparezin û rûmetê nedinê, di wê welat û civatê da ne şer û kuştin, ne jî xwîn û şîn kêm dibe.
Tirkîye jî welateke wusa ye.
Mafê Kurdan di bin lingan da ye.
Mafê mirovatîyê di nav her du lêvên serokkomar da ye.
Serokkomar ger dibe muxtarê sereke, ger dibe dozger û dadger.
Ji heval û hevalbendên xwe ra li rû dinê bihuştê ava dike.
Li ser pişta cînarên xwe agir dadide.
Ji Kurdan diqahir e, şer îlan dike.
Ji dijatîyên xwe diqahire, wan heps û zîndan dike.
Jibo berjewendîyên xwe û jibo pêşeroja hukumdarîya xwe hertiştî mubah dibîne, hertiştî dike û dide kirinê.
Sedem vê yekê jî Tirkîye roj bi roj ji demoqrasîyê, ji heq û hiqûqê, ji şert û şûrtên mafê mirovatîyê dûr dikeve û ber bi pêşerojeke tarî diçe.
Di welatekî wusa da, ne şer û şîn, ne jî xwîn û kuştin kêm dibe.
Ev yek jî ne bi şîn û hêsirên derewîn, ne jî bi kirina duayên muqedes ji holê radibe.
Eş, ji kêmasîya demoqrasî û neheqîyê peyda bûye.
Dermanê wê jî demoqrasî ye.
Kurdno, Tirkno, heger ku hûn dixwazin xwîn nerije, dest ji şîngirtinê berdin û hêsirên çavên xwe badilhewa nerijînin.
Dest bidin hev û li dijberî zilm û zordarîyê, li dijberî neheqîyê derkevin, zilm û zordarî û neheqî ji alî kî/kê va tê kirin, lê nenêrin.
Tiştên ji xwe ra heq dibînin, ji heval û cînarên xwe ra jî bibînin.
Bûyerên ku naxwazin li we biqewime, jibo heval û cînarên xwe jî nexwazin.
Demoqrasî û mafê mirovahîyê biparêzin bi hêsirên hukumdar û zorkerên xwe nexapin ku bila ew, bi xwîn û hêsirên çavên we pêşeroja xwe neximilînin…
11.12.2016