Sîyaseta miletên bindest wek tîcareta cambazan e. Canbazên baqil bi danûstandinên destkeftî dibin tucar, sîyasetvanên baqil û dûrbîn jî bi sîyaseteke rast dikarin bibin xwedî dewlet.
Tîcaret, çalakîya dan û stendinê ye ku ji bo bidestxistina kespê tê kirin. Ji kesên vî karî dikin ra jî dibêjin tucar an jî bazirgan. Sermayeyê tîcaretê pere, an jî mal û mulk e.
Armanca tîcaretê kar’a tucar an jî bazirgan e.
Sîyaset an jî polîtika, birêkûpêkkirina karê dewletê, an jî ray û ramanên di derbarê hunera rêvebirîya dewletê ye. Sermayeyê sîyasetê jî di dema îroyîn da fikr û ramanên sîyasetvan û raya gel e.
Armanca sîyasetê jî geşdarî û bextewarîya gel e.
Di zimanê Îngilîzî da beranberîya sîyasetê „Politichs“ e.
Koka peyva politichs jî digijhe dema Yewnan a Kevn û, ji peyva bajêr, „polîs“ va tê.
Arîsto, sîyasetê wek karekî mezin û giranbûha tarîf dike ku vê yekê jî weke hişê kolektiv nîşan dide, mirov jî wek „ajaleke sîyasî“ bi nav dike.
Arîsto, pergala sîyaseta xwe jî wuha tasnîf dike:
- Rêvebirîya yekane ya ji bo armanca qencîya şirîgtayîyê : Monarşî
- Rêvebirîya kêmayetîyê ya ji bo armanca qencîya şirîgtayîyê: Arîstokrasî
- Rêvebirîya pirranîyê ya ji bo armanca qencîya şirîgtayîyê: Polîteîa
- Rêvebirîya yekane ya ji bo armanca berjewendîyên yekane: Tîranî
- Rêvebirîya kêmayetîyê ya ji bo armanca berjewendîyên dewlemendan: Oligarşî
- Rêvebirîya pirranîyê ya ji bo armanca berjewendîyên feqîran: Demoqrasî
Lord Butler: Sîyaset, hunera tiştên bi îmkan in.
Benyamîn Îsraelî: Sîyaset, bi rîya xapandinê hunera rêvebirîya mirovan e.
Adolf Hitler: Sîyaset, hunerê rêvebirîya tekoşîna sedemê hebûna miletekî ye.
H. Laswel: Sîyaset, kifşkirina karê ji alî otorîteyê ye ku, kî/kê li kîderê, kîngê çi bidestdixîne.
Rog Hague: Sîyaset, pêvajoya pêkanîna biryarên kolektîv in.
Bernard Crick: Kuştina sîyaset a pirralî, tê maneya mirina sosyolojîya pirralî…
Ji dema Yewnan a Kevn vir da sîyaset û tarîfa sîyasetê hatibe guhartinê jî, armanca sîyasetê di heman demê da yek e û ji îro şûn va jî nayê guhartinê.
Di welatekî da an jî cîhê ku sîyaset tê da tê kirin sê tişt jêneger in.
Ew jî:
- Desthilatî
- Serdestî
- Meşrûtî (Rewatî) ye.
Desthilatî, hêz û quweta ferd an jî koma ku gor daxwazên xwe li ser ferd an jî komên din bi rêva dibe, ye.
Rêman a Serdestî, ji peyva Latinî ya Împerîûm tê û ew jî tê wate ya deshilatîya bilind.
Yê ku ev rêman di rêzkarîya sîyasetê da bi cîh anîye, ew, Jean Bodin e.
Bodîn serdestîyê wuha tarîf dike; „Serdestî, ji alî hêzekî va rêvebirîya jibo parastina şirîgtayîya berjewendîyên çend malbatan e.“
Thomas Hobbes jî wuha dibêje; „Serdestî, selahîyeta serdest a ku hemû hêz û qudretên ferdî gor ray û ramana xwe bi kar tîne.
Îro li rû dinê, wek endamê Yekitîya Miletan (UN) 194 dewlet hene ku ji wan yek jî Vatîkan’a li Romayê ye.
Ji van 194 dewletan, sîstema pirranîya wan bi navê demoqrasîyê were binavkirin jî, ji wan dewletan gelek ji demoqrasî û ji mafên mirovatîyê dûr în.
Ji yên din jî hinek hê bi sîstema monarşîyê, hinek gor rê û rêbazên arîstokrasîyê, hinek jî ji alî Tîran ên modern va bi rê ve diçin.
Bêguman hê Miletên bê dewlet jî hene û heta hêjmara wan dibe ku ji hêjmara hemû dewletan jî zêdetir be. Ji wan miletan yek jî Miletê Kurd e.
Hemû miletên xwedî dewlet ji sîstema dewleta xwe razî nebîn jî, li dijberî dewletbûnê tu car derneketin e û îro jî dernakevin.
Ji bilî Kurdan hemû miletên ku hebûna xwe parastine û heta roja îro nebûne xwedî dewlet, ew jî mafê dewletbûnê dixwazin û jibo vê yekê tekoşîna xwe didomînin.
Li Miletê Kurd dinêrî, di warê gelheyê da hêjmara Kurdan ji pirranîya miletên xwedî dewlet zêdetir e. Di warê ax û dewlemendîya axê da, erdnîgarîya Kurdan jî dîsa ji pirannîya miletên xwedî dewlet mezintir û dewlemendtir e.
Mixabin wek Miletê Kurd, hemû miletên bê dewlet di nav pergala dinê da cîh nagrin û rûmetê nabînin.
Ji ber ku di pergala dinê cîhgirtin jibo her miletek bi şertê xwedîdewletbûnê va mimkûn e, pîvana rûmeta wan jî gor sîstema rêvebirîya dewleta wan e.
Heta dawîya sedsala 20’an firsenda dewletbûnê neket destê Kurdan. Miletê Kurd di nav pergala dinê da ji xwe ra cîhekî bi rûmet nedît û ji wê pergalê dûr ma.
Bi destpêka sedsala nû va, ew pergala ku Kurd li derveyî xwe hîştibû guherî û îro bi awayekî din tevdigere. Rûmetê dide hebûn û tekoşîna Miletê Kurd û ber bi xwe dikişîne.
Kurd, kêm an jî zêde vê yekê bi çavê serê xwe dibînin, kêfxweş dibin, sedem vê yekê pesnê xwe jî didin. Lê dîsa jî ji tirs û xofa salan, di bin tesîra neyarên xwe da dimînin. Xwe şûnda dikişînin û firsenda ku îro bidestketîye, di nav lep û gepên xwe da diherimînin. Li dijberî hev derdikevin û daw û doza heqî û neheqîyê li hev dikin.
Halbûkî heqî û neheqî jî, rûmet û bêrumetî jî bi deshilatî û serdestîyê va girêdayî ye.
Kurd çii dikin?
Kurd sîyasetê dikin ku sîyaseta wan jî sîyaseteke meşrû ye.
Armanca desthilatîyê dikin, lebelê desthilatîya navxwe, deshilatîya bi bajar û herêman va sînorkirî.
Di vê sîyasetê armanca serdestîya li ser axa Kurdistanê cîh negirt. Miletê ku li ser axa xwe nebin xwedî dewlet, sîyasetê bikin û li hinek gund û bajar û herêman da bibin desthilat jî, tu car nabin serdest.
Sîyaseteke meşrû û desthilatîyeke herêmî jî dawî li bindestî û koletîyê nayne. Mirov an jî miletê kole û bindest neheq nebe jî, ne dikare di nav pergala dinê da cîh bigre, ne jî di nav pergala dinê da rûmetê dibîne.
Dem tê wek malê li bazara tîcaretê ji alî serdestan va tê kirîn an jî tê firotin.
25.11.2016