Roja 28’ê Îlonê li Tirkîyê 12 kanalên televizyonê hatin qedexekirin û ekranên wan tarîbûn.
Ji wan kanalan yek jî Zarok TV ye.
Zarok TV, roja 21’ê Adarê sala 2015’an da, li Amedê dest bi weşanê kiribû û li ser Turksatê weşana xwe didomand.
Kanalekî piçûk, kanalekî zarokan. Zarokên Kurd.
Gor piçûkbûn û îmkanên xwe yên kêm, karekî birûmet û mezin dikir.
Bi sê zaravên Kurdî, Kurmancî, Zazakî û Soranî fîlmên Karton û bernameyên ji bo zarokan diweşand.
Ji duh êvarê da weşana wê hate qedexekirin û ekranê wê tarî bû.
Rêvebira Televîzyônê Dîlek Demîral dîyar dike ku, duh êvarê biryara qedexekirinê gihîştîye destê wan: Di derbarê biryara qedexekirinê da Demîral wuha dibêje; „Ev biryareke çawa ye, em fêm nakin, di biryarê da behsa dabeşkerî, kiryarên rûxînerî û alîkarîya FETO tê kirin. Me van karan çawa û bi çi awayî kirîye, ne kifş e. Di televîzyonê da me tenê ji bo zarokan bi zimanê Kurdî weşane kir û ji bilî vê yekê me tu tiştekî din nekirîye.“
Demîral rast dibêje, wan di televîzyonê ne bangeşeya FETO, ne jî ya hêzekî din kirine. Sûc û gunehên wan tenê weşana bi zimanê Kurdî ye.
Ji bo dewleta Tirk jî ji vê yekê bêtir ne sûcek, ne jî tirsek mezin he ye.
Tirsa dewleta Tirk zarok, sûc û guneh jî weşana bi zimanê Kurdî ye.
Ez hêjmara wan nizanim, lê bawerim îro li Tirkîyê bi sedan kanalên zarokan hene û ew jî wek Zarok TV, ji sibê heta êvarê fîlmên karton û bernameyên ji bo zarokan diweşînin. Ji bo vî karê xwe ji dewletê alîkarîyê jî digrin. Ji wan kanalan heta îro ne yek hatîye qedexekirin, ne jî astengek derketîye pêşîya wan. Ji ber ku ew ji bo zarokên Tirk weşanê dikin û ziman û çanda Tirk bi zarokan didin fêrkirin.
Zarok TV di nav selek û nîv da çî kirîye?
Wê jî ji bo zarokan fîlmên karton û bernameyên zarokan weşandî ye.
Lê belê bi yek ferqekî.
Zarok Tv, weşana xwe, bi zimanê zikmakî…
Bi sê zaravên Kurdî û ji bo zarokên Kurdî kirî ye…
Sûc zimanê zikmakî…
Tirs jî zarokên Kurd in…
Ji ber ku bi weşanên Zarok TV, zarokên Kurd zimanê xwe yên zikmakî fêr dibin.
Çand û hunera gelê xwe dinasin.
Kurd dimînin û rê li asîmîlasyona dewleta dagirker digrin.
Ev jî, ji bo rêvebirên dewleta dagirker sûcekî giran û tirs û xofekî mezin e.
Dagirker bi aqilê xwedî dewletbûnê difikirin û tevdigerin. Ew wek Kurdên be dewlet sêfîl û belengaz nînin û bi rojane jîyana xwe derbas nakin. Ew dûr û kûr difikirin û ji bo mîsogerîya pêşeroja xwe û dewleta xwe hesab û kîtabên xwe dikin û gor wê yekê biryaran digrin.
Bi qedexekirina Zarok TV’yê mabesta Dewleta Tirk, ne tenê tarîkirina ekrana televîzyonê ye, tarîkirina pêşeroja zarokên Kurd e, tarîkirina pêşeroja gelê Kurd e.
Dewleta Tirk, ji 90 salî vir da, bi rîya dibistanan, bi rîya radyo û televîzyonan, bi zilm û zordarîyê zarokên Kurd ji ziman û çand û dîroka gelê Kurd dûrxist, hemû rê û dirbên li ber wan hebûn girt, îro jî dixwaze rê û dirbên ku bi saya teknolojîyê li ber wan vebûne bixitimîne.
Ji ber ku, ew kanalekî televizyonê, kanelekî piçûk û amator, ji hêzekî çekdar, ji partîyek sîyasî û ji komelek girseyî bêtir xeternak dibînin û kilîta reş li derîyê wê dixînin.
Mirov xwedî dewlet nebe, bi aqilê dewletbûnê nafikire, tirs û xofa rêvebirên Dewleta Tirk jî, ji kirin û kiryarên wan jî tu tiştekî fêm nake.
Rojane dijî, koka xwe naparêze û hîmê pêşeroja xwe ji îro da navêje.
Wek Kurdên Tirkîhiz aş dihêle û li pê çeqçeqê dikeve.
29.09.2016
ikramoguz@navkurd.net