Gotineke Tirkî ye. Dibêjîn; “Osmanli’da oyun bitmez! – Lîstikên Osmanîyan xilas nabin!”
Lîstikeke wan biqede, yekî din dest pê dike.
Tewleta Tirk jî mîratgirê (wêris) Dewleta Osmanî ye. Lîstikên bi fen û fût jî wek jê ra mîrat maye. Nêzikî sed salâne bi Kurdan ra dilîze. Carcaran bi rûyekî nerm û dilgerm, carcaran jî bi awirên hişk û bi pozbilindî nêzikî Kurdan dibê.
Gor şert û mercên xwe, gor nîyet û armanca xwe dest bi lîstikê dike, di encamê da bi her awayî bi ser dikeve û lîstik bi têkçûna Kurdan va diqede.
Kurd, heta ku fen û fûtên dewletê dibînin, lîstik bi dawî dibe. Tirk bi pozbilindî gavek din dîsa derdikevin pêş, Kurd jî kor û poşman kortika xwe dixwirînin û xwe gavek şûnda dikişînin. Demek din, bi fen û fûrtên nû lîstikeke nû dest pê dike. Di hêr lîstikê da encam yek e û tu car naguher e. Dewlet her carê kesbdar derdikeve, Kurd jî kor û poşman li ser belengazîya xwe da vedigere.
Di destpêka damezrandina Comara Tirk da, damezrênerê comarê Ataturk bi Kurdan ra leyist, bi gotinên xweş û pîroz dest û pîyên Kurdan girê da, jî alî Kurdan va pişta xwe rast kir. Dû ra gor armanca xwe ya dûr û dirêj gav bi gav pêşda çû.
Rê qedîya, armanc pêk hat.
Lingê wî cîh girt, gotinên xwe yên xweş û pîroz ji bîr kir û li ser Kurdan da vegerîya.
Hinekan bi navê olperestîyê, hinekan bi navê nijadperestîyê, hinekan jî bi navê eşqîyatîyê tawanbar kir û kok li wan anî.
Di navberê da sî sal derbas bû. Fen û fûtên dewletê yekoyek eşkere bûn. Kurd bi nezanî û xizanîya xwe hesîyan, careke din ji xewa mirinê hişyar bûn, serê xwe hêdîka ji bin sivdera xwe derxistin û dirêj kirin.
Menderesê rûken û dilgerm dîtin. Bi ken û girî xwe avêtin ber bextê wî û bîr û bawerîya xwe pê anîn.
Mixabin careke din xwe di nav lîstikeke bi fen û fût da dîtin.
Kurdên ji zilm û zordarîya Ataturk sax mabûn, ji wan hinek bi çeptî û komunîstîyê hatin tawanbarkirin û hatin derdestkirin, hinek jî sedem kirinên bav û kalên xwe hatin nefîkirin.
Dema Menderes qedîya, ya Demirel dest pê kir.
Dû ra, Ecevît, careke din Demirel…
Evren, Ozal, , Çiller û Erbakan, dorbidor bi kurdan ra leyîstin.
Di her demê da û bi her lîstikvanê Tirk va, dewleta Tirk bi ser ket, Kurd têk çûn.
Ne lîstika Tirkan qedîya, ne jî Kurd bi xapandina xwe hesîyan.
Hercarê dewlet bi ser ket, Kurd bi xapîyan û wunda kirin.
Wek bapîrên xwe panzdeh sal e, Erdoxan bi Kurdan ra dilîze, wek listikvaneke xwedî tecrûbe û zana.
Di destpêka serdestîya xwe da, bi her gavekî xwe, xalekî ji Kurdan nêzikî xwe kir. Bi dijbertîya artêşa Tirk, di dilên Kurdên çep da, bi parastina dîn û îmanê jî, di dilê Kurdên olperst da textê xwe çikand.
Serîkî bend kir nav destên wan, bi serîyê din dest û pîyên wan girê da.
Kûrdên ji wi dûra sekinîbûn, tevr û bêr da destên wan. Ew jî, bi wan tevr û bêrên wî, di nav kûçe û kolanên bajaran da ji xwe ra gor vedan.
Îro, lîstika ku panzdeh sal berê dest pêkiribû, hêdî hêdî diqede.
Erdoxan jî wek bapîrên xwe, bi fen û fût, dijbertîya dewletê ya li hemberî Gelê Kurd, bi navê dijbertîya teror û şer vedişêre û ji bo serkeftina dewletê, dixwaze careke din Kurdan bixapîne.
Kurdên olperest û berjewendperset, wek kesên bîrkor, ji fen û fûtên Erdoxan û ji lîstikên dewletê bêhayîdar, Erdoxan dişopînin û bîr û bawerîya xwe bi gotinên wî tînin.
Sedem vê yekê, xûyaye ev lîstika dûr û dirêj jî wek yên berê diqede.
Encama vê lîstikê jî wek hercarê dûbare dibe.
Careke din Dewleta Tirk bi ser dikeve, Kurd têk diçe.
Dû ra, ji bo lîstikeke nû di çokên Kurdan da çiqas taqet dimîne, ji îro da ne dîyar e.
Lê belê heger taqet bimîne jî, ew di pêşerojê da nikare helwesta wan biguherîne.
Ji ber ku, ji bo guhartinê, ji taqetê bêtir, hişmendîya dîrokî û neteweyî pêwîst e.
Ew pêk neyên, rêvebirên dewleta Tirk werin guhartinêjî, têkçûna Kurdan wek qedera reş li ser enîya wan hatîyê nivîsandin, tu car naguhere!
17.09.2016