Li kîjan parçeyên Kurdistanê dibe bila bibe, kurdên ku di dilê wan da daxwaza serxebûnê tunebe, ez bi xwe ji kurd û kurdayetîya wan dikevim şikê.
Ew kurdên ku vê daxwazê naynin ziman û li dijberî dewletbûnê derdikevin, ew, di bin tesîra hêz û partîyên ku hevsarê wan di destê dewletên dagiker da ye, dimin.
Ew partî û rêvebirên partîyên ku ji bo serxwebûna Kurdistanê bahaneyên pûç û vala tînin ziman û gor wê sîyasetê dikin, ew hîmê hebûna xwe dilerizînin.
Bi sîyaseteke durû û bi daxwazên şêlû, berê xwe, dû ra jî alîgirên xwe û Gelê Kurd dixapînin.
Hinek raste rast dibêjin; „Em dewletê naxwazin!“
Hinek jî nîyeta xwe vedişêrin û bi bahaneyên pûç û vala xwe dixapînin û dibêjin; „Em jî dixwazin, lê belê piştgirîya dewletên bi hêz û yên herêmê jî hewce ye.“
Ji van partîyan yek jî YNK ye.
Gor nûçeyên çapemenîya YNK’ê, Rêvebirê YNK’ê Mele Bextîyar, bi hinek akademîsyênên Misrê ra li ser Skype têkilî semînereke dibe û di wir da dibêje;
„Heta nuha Amerîka, Rûsya an jî dewletekî din ji bo Kurdistaneke serbixwe biryar nedane, di derbarê vê yekê da peymanek wan nîne. Kurdistaneke serbixwe mafê Gelê Kurd e û mafekî demoqratîk û meşrû ye. Lê 28 Dewletên Ewrûpî li dijberî serxwebûna Kurdistanê ne. Rûsya, Amerîka û 28 Dewletên Ewrûpî ji me û ji PDK’ê ra peyam şandine ku ew Kurdistaneke serbixwe naxwazin û yekitîya Iraqê diparêzin. Ev jî tê vê wateyê ku Herêma Kurdistanê, parçeyek ji Iraqê ye û DY jî makezagona Iraqê dinêre“.
Li ser gotinên Mele Bextîyar, Rêvebirê PDK’ê Kemal Kerkukî jî dibêje ku;
„Tu dewletek li dijberî serxwebûna Kurdistanê dernakeve. Bîlakîs bi awayekî erênî li daxwaza gelê me dinêrin. Dema wî were emê vê yekê eşkere bikin“.
Du partî, YNK û PDK…
Dû partîyên sereke yên Kurdistan’a Başûr…
Dû rêvebirên bi nav û deng, Mele Bextîyar û Kemal Kerkukî…
Mele Bextîyar li bahaneyan digere.
Kemal Kerkukî, heger hebin, pêşî li wan bahaneyan digre.
Gor raya min, ya rastî jî helwesta Kemal Kerkukî ye…
Ji ber ku biryargirtina Kurdistaneke serbixwe, ne karê Amerîkayê ye, ne jî karê Rûsyayê û dewletên Ewrûpî ne.
Helbet ji bo îlankirin û qebûlkirina dewleteke serbxwe piştgirîyeke navdewletî û xurt pêwîst e.
Lê belê biryardayîna dewleteke serbixwe tenê mafê Gelê Kurd e.
Heger ku Kurd ji bo serxwebûnê xwe amade nekin û di vî warî da gavek neavêjin, Amerîka, Rûsya û Dewletên Ewrûpî, cîhê bîla bê sebeb ji bo Kurdistaneke serbixwe biryar nagrin û ji Mele Bextîyar ra jî nabêjin; „Me biryar girt, hûn çima dewleta xwe îlan nakin“.
Bahaneyên ku Mele Bextîyar nîşan dide, di wan da rastîyek hebe jî, ew nîyata ne wî ya veşartî piştrast dike, ne jî gotinên wî yên şêlû zelal dike.
Nîyeta veşartî û sîyaseta şêlû tenê rê li ber daxwaza Gelê Kurd digrin û barê li ser milê Barzanî bêtir giran dikin.
Heger îro li Başûr ji bo Kurdistaneke serbixwe astengeg hebe, ew jî nakokîyên navxwe ne ku, di bin tesîra dewletên dagirker da, roj bi roj xurt û zêde bin.
Ji bo îlankirina dewleteke serbixwe, daxwaz, bi serê xwe tenê ne bes e.
Qasî daxwaz û îradeyeke bi hêz, piştgirayî navdewletî jî pêwîst e.
Lê belê di vê pêvajoyê da, hin gavên pêş neyên avêtin, mabestên ji berê da hatine îlankirin, wek referandum, di dema xwe da neyên cîh, ew jî bîr û bawerîya ku bi Barzanî û PDK’ê va heye, wî pûç, qasî bahaneyên Mele Bextîyar barê li ser milê Barzanî jî giran dike.
Heger ku di nav mehên pêşî da, referandum çê be, encama wê bi çi awayî dibe bila bibe, barê li ser milê Barzanî ji binî da ranebe jî, sivik dibe.
Lê careke din ev gav şûnda were avêtin, ji bo Kurdistaneke serbixwe, ne bîr dimîne ne jî bawerî…
Îro kilît jî, anaxtar jî di destê Barzanî da ye…
Rast vegerîne derî li Kurdistaneke azad vedibe.
Çep vegerîne, ew derî heta roja qiyametê girtî dimîne.
24.08.2016
ikramoguz@navkurd.net