Înîsiyatîva Rewşenbîrên Kurd, roja 4ê Hezîranê li paytextê Belçîka –Brûkselê civînek lidarxist. Ji gelek welatên Europa qasî 80ê kesên Kurd beşdarî civînê bûn.
Ez bawerim ev cara yekemîn bu ku civîneke Kurdan, bi Kurdî dest pê kir û bir Kurdî qedîya. Hemû axaftvanên bernamê axaftinên xwe, ew kesên ku di kursîyê azad da axifîn, wan jî nêrîn û rexneyên xwe bi kurdîyeke zelal û paqij anîn ziman. Bi pirranî Kurmancî, çend kes jî bi Zazakî û Soranî axifîn.
Civîn, bi Rêzgirtina ji bo Şehîdan û Sirûda Ey Reqîp va dest pê kir.
Aydin Dere axaftina vekirinê kir û di derbarê rêvebirîya înîsiyatîfê da agahî da.
Agir Soranî, Dazanînnameya (rapora) Koma Amadekar xwend.
Piştî xwendina Dazanînnameyê axaftvanên civînê li ser van mijaran axifîn.
Azad Yaşar: Nêrînên Analîtîk li ser Rewşenbîrên Kurd
Newzat Şirnexî: Dîaspora û Kurd
Huseyin Turhalli: Parametreyên sereke yên Sîyaseta Kurd
Îkram Oguz: Pêgihiştina Ziman û Raman
Zeynel Abidin Han: Ramanê Dewleta Netewî ya Kurd û Xemxwarîya Kurdîstanêbûnê.
Di Kursîyê Azad da jî, Hîkmet Serbilind, Mele Nureddîn Yekta, Kadîr Amaç, Sêxmûs Sefer, Îbrahîm Seydîyanî, Leyla Caliişkan Peköz, Edip Yüksel û Bilgin Derin axifîn.
Civîna Brûkselê di çend xalan da civîneke balkêş bû.
Ji wan yek, ew bû ku, dema ku were xwestin, her kurdek dikare bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife û gotinên axaftvanan fêm bike.
Ya duyemîn, civîn di dema xwe da dest pê kir û di dema xwe da qedîya (10.00-18.00)
Ya sêyemîn jî, civîn ji alî sê televîzyônên Kurd va hate şopandin. Her sê televîzyônên Kurd, Rudaw, K24 û NRT, bi axaftvan û rêvebirên civînê ra hevpeyvîn çêkirin û nêrînên wan ên di derbarê civînê û di derbarê pirsgirekên çandî û sîyasî da, girtin û wan ragihandin temaşevanên xwe.
Helbet kêmasîyên civînên jî hebûn.
Ji wan kêmasîyan yek, axaftvan bi pirranî ji mijara bernamê zêdetir li ser sîyaseta sazî û rêxistinên Kurd sekinîn.
Birazîyê min Berzan jî weke guhdarvan bi min ra hatibû civînê. Berzan xortekî 20 salî, xortekî Kurd e, lê ji sîyaseta rojane dûr nebe jî, di nav sazî û rêxisteneke Kurd da cîh nagre. Bi hestên kurdayetîyê li hemû sazî û rêxistinên Kurdan dinêre û gor vê yekê nêzîkbûn û dûrbûna xwe kifş dike.
Li rîya vegerê, min di derbarê civînê da nerînên wî jê pirsî.
Wî bi du hevokan bersiva min da û wuha got:
„Apo, rêvebirîya civînê di destpêkê da got ku em li vir sîyasetê nakin û li ser sîyasetê naaxifin. Lê kî derket ser dîkê û dest bi axaftinê kir, ji derweyî sîyasetê tiştek din negot!..“
Nêrîn û nirxandina wî di cîh da bû. Bi rastî jî hemû kesên axifîn, ji mijarê bêtir, rasterast an jî bi awayeke din, li ser sîyaseta Kurd sekinîn.
Ji ber ku, hemû Kurd, karê wan çi dibe bila bibe, xwe weke sîyasetvan bi nav dikin û kîngê fesalê bibînin, dest bi sîyasetê dikin û di tûrikê wan da çi hebe, vala dikin.
Yek jî, ji bo axaftina li ser sîyasetê, ne hewceye ku mirov xwe amade bike. Ji bo vê yekê sê hevokên tevlihev û sê siloganên tûj tenê bes in. Kurd jî ji tiştên tevlihev û vala hez dikin…
Gor hin kêmasîyan, dîsa jî civîn baş derbas bû. Di dawîya civînêda ji bo pêşerojê hin biryarên balkêş hatin girtin û civîn bi serkeftî qedîya…
06.06.2016
Axaftina min:
Pêgihîştina Ziman û Raman!..
Ez dixwazim bi bîranîneke xwe dest bi axaftina xwe bikim.
Di salên 90’da me li Stenbolê bi navên Kurdî Kovar û Rojnameyek diweşand. Ji bo danasîna wan, me şahîyên çandî lidarxistibûn û ji çar parçeyên Kurdistanê hunermend vexwendibûn. Ji wan hunermandan yek jî Seîd Gebarî bû.
Seîd Gebari qederê mehekî li Îstenbolê ma. Her şevek li mala hevalekî da dibû mevan û rojê wî jî li kargeha rojnamê derbas dibû.
Roja ku vegere, berî xatir xwestinê, gilî û gazinê xwe li me hemûyan kir û got; „Dewleta Kemalîst di nav 70’ê salan da zimanê we guhart û mala we xirab kir, we jî di nav heteyekî da mala min xirabkir…“
Seîd Gebarî neheq nebû.
Navê Rojname û Kovara me bi Kurdî bun, mixabin naveroka wan, ji % 90 Tirkî bûn.
Me daw û doza Kurdistaneke azad dikir, lê kar û barê xwe yên sîyasî û rojane bi Tirkî bi rê ve dibir.
Laşê me Kurd, mêjûyê me bi Tirkî dixebitî.
Daxwazên me Kurdî, zimanê me Tirkî bû.
Di ser wan rojan da 25 sal derbas bû, di vê navberê da Kurd, di warê sîyasî û çapemenîyê da gavên gelek balkêş avêtin. Îro di bin destên wan da bi sedan kovar û rojname, radyo û televîzyon henin. Lê ew malxirabîya ku me salan berê li Seîd Gebarî kiribû, Kurdên Bakûr îro wî malxirabîyê qat bi qat li Kurdên ji dervayî Bakûr dikin û hem mala xwe, hem jî mala wan xirab dikin.
***
Mijara Ziman û Raman mijareke grîng e…
Birîna Gelê Kurd ya herî kûr e…
Di derbarê mijara pêgihîştina ziman û raman da Antropolog dibêjîn, tişta ku mirovan ji candarên din vediqetîne ew raman e, raman jî bi ziman tê îfadekirin. Bi vî awayî mirov dikare bêje ziman veguhastina raman e.
Pêwendîya ziman û raman, her tim bala zimanzan û zanyaran kişandiye.
Ji wan yek jî Antropolog Edward Sapîr e. Sapîr, ziman weke forma raman binav dike û dibêje, cûdayîya di zimanekî da cîh digre, di zimanekî din da nîne. Em xwezayê ancak gor îmkana ku zimanê me rê dide, dibînin û tarîf dikin. Bi guhartina ziman va forma raman jî tê guhartin. Civatên ku zimanên wan ji hev cûdanin, sîstema ramanên wan jî ji hev cûda ne.
Gor vê hîpotezê her civat gor zimanê xwe, xwezayê tarîf dike û gor zimanê xwe bîçimê dide raman û çanda xwe.
Gor encamên zanistî Antropolog dibêjin, mirov ancax bi hin taybetîyan va dibin mirov.
Bi pêdivîya zanînê, mirov zanînê, bi pêdivîya bedewîyê, bedewîyê hildibirîne, hunermendîyê dike, ji hûner zewqê digre, gor rasteqîna xwe an jî gor rasteqîna civatê, rê û dirban dide ber xwe û gor wan tevdigere. Ev hemû taybetî, bi ramana mirov ve girêdayî ne.
Mirov, têkilîyên di navbera tişt û bûyerên ji xwe û ji dervayî xwe da dibîne, wan bi hev ra muqayese dike û ji wan encaman dertîne. Bi vî awayî, ji karê gihîştina encama ku ji têkilîyên di navbera tişt û bûyerên gerdûnî da derdikeve, ramîn, ji gihîştina encama ku ji ramînê tê derxistin jî raman e.
Mirov, hebûna xwe ancax bi saya ramana xwe kifş dike û jê hayîdar dibe.
Di navbera ziman û raman da têkilîyeke girîng he ye. Ziman û raman her yek weke her rûyê kaxizêkî bi hev ra girêdayîne.
Ziman, qalib û qab û amûra raman e, tişta ku raman şênber dike, ew jî ziman e. Ramana ku ji alî ziman ve nehatibe şênberkirin, nabe raman.
Raman heta ku nebe gotin û neyê ziman, hebûn û qîmeta wî jî nayê zanîn. Ji ber ku mirov ramanên xwe gor qalibên ziman, bi peyv û hevokan va îfade dike û bi kesên din ra parve dike.
Beranberîya tişta ku mirov bi peyvan tîne ziman, di mêjûyê wan kesan da ancax bi marîfeta pêyvan va tê fêm kirin.
Hîm û amûra raman peyv, mala wî jî ziman e.
Gelo, mirov difikire ku diaxife, an jî diaxife ku difikire?
Ev pirs ji dema Yewnana Kevn vir da tê gengeşîkirin.
Wek Mîsal:
Eflatun dibêje; „Raman axaftina bêdeng e“ û rola ziman nîşan dide…
Deskardes jî; „Difikirim ku, ez he me“ dibêje û rola raman dide pêş…
Filozofê Alman LEIBNIZ jî, ziman weke neynika hiş bi nav dike û dibêje hiş û ziman bi hev ra girêdayîne. Peyv ne tênê ji bo ku mirov nêrînên xwe bi hin kesan ra parve dike, dema ku mirov bi xwe bi xwe bifikire jî peyv jê ra lazim e. Mirov bi hin kesan ra biaxife, an jî bi xwe bi xwe bifikire, hişê wî li şûna tiştan peyvan datine ku ev jî karê hiş hêsan dike. Peyv çiqas baş, çiqas bikêrhatî û zelal be, hiş jî ewqas zelal û bikêrhatî dibe.
Leibniz dibêje; dema ku mirov ji zimaneke bîyanî, koka peyvan baş hîn nebe, mirov wan peyvan ji ber dike, hînbûna bi jiberkirinê jî, hişê mirov şêlû, xebata wî jî asteng dike .
Ji ber ku ziman li alîkî enstrûmana vegotina hiş e, li alikî jî hiş dikemilîne.
Qalibên ziman, ew qalibên ku mirov ji zikmakî da werdigre, di wan qaliban da mantiqên veşartî hene, ew jî hişê mirov didirûvînin. Ew çiqas zelal û paqij bin, hiş jî ewqas zelal dibe û baş dişixule…
Ziman û Têgihîştina Zarokan
Ji kîjan milêtî dibe bila bibe, her zarok peyva xwe ya herî ewil bi zimanê xwe yê zikmakî tîne ziman.
Bi zimanê xwe yê zikmakî digrî û dikene.
Bi zimanê xwe yê zikmakî kilam û stranan guhdarî dike û distirê.
Dab û nêrîtên civaka xwe, çand û huner û dîroka gelê xwe bi ziman hîn dibe.
Bi zimanê xwe yê zikmakî xwe îfade dike, fikr û raman û şexsîyeta wî bi zman pêdigîhîje.
Ji bo pêşerojê, bi zimanê xwe, ji xwe ra li rê û dirban digere.
Ancax bi zimanê xwe dikare binirxîne û biafirîne.
Ji ber ku ziman ne tenê amûra ragihandin û pêwendîyê ye, ziman nîşana nasnameyê ye, ziman ji bo her miletek weke ruh û can e!
Mirov dikare bêje, ew zarokên ku di civakên azad û xwedî dewlet da mezin dibin, bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî, ramanên xwe dewlemend û berfireh dikin, bi dewlemendî û xurtbûna ramanên wan jî, zimanên wan dewlemend dibe û pêşda diçe.
Ev pergala gerdûnî, di nav Kurdan da, bi taybetî li Kurdistana Bakûr, bi awayekî din tevdigere.
Sedemê qedexebûna ziman, her zarokeke Kurd, di heft salîya xwe da ji zimanê xwe yê zikmakî dûr dikeve û bi zimaneke bîyanî perwerde dibe. Wek zarokeke Kurd dest bi dibistanê dike, piştî dibistanê wek xorteke Tirk vedigere mala xwe.
Dê û bav pê ra Kurdî biaxifin, ew bersiva wan bi Tirkî dide.
Kurdên bajêrî, bi pirranî di nav malên xwe da, bi zar û zêçên xwe ra, bi Tirkî diaxifin, di her xalên jîyanê da zimanê Tirkan bikartînin.
Kurdên ku ji çerxa asîmîlasyonê dûr mane, di gundan da dijîn ku, ew jî di jîyana xwe ya rojane da, bi deh peyvan biaxifin, wan peyvan jî bi saya pêşveçûna teknolojîyê, nîvkurdî û nîvtirkî, tevlihev dikin û tînin ziman.
Ji bo vê yekê ye ku zimanê Kurdên Bakur îro zimaneke tevlihev û birîndar e.
Birîndarîya ziman jî, ray û ramanên wan tevlihev û şêlû dike.
Pêwendîya Ziman û Tekoşîna Gelên Bindest…
Di jîyana gelan da, bi taybetî di jîyana gelên bindest da jî ziman xwedî roleke mezin e.
Di şerê navbera serdest û bindestan da ziman weke alav û armanc tê bikaranîn. Ji ber ku ziman temsîla şaristanî û medeniyetê dike û berhemên wan vedihewîne. Heta ku ziman bi dest nekeve, ax bi temamî bi dest nakeve.
Ji ber ku ziman amûra xweîfadekirinê û vegotinê ye. Ji bo her milletî ziman xweser û taybetî ye û li gora pêdiviyên wî milletî saz bûye.
Heger ku tekoşîna gelê Kurd heta îro bi ser neketibe, ji sebebên sereke, yek jî birîndarîya ziman e.
Kurdên Bakur, bi sedsalane ji bo ziman û nasnameya xwe derdikevin serê çol û çîyan, dikevin heps û zîndanan, dimirin, dukujin, ji welatê xwe, ji axa bav û kalên xwe dûrdikevin, lê ji bo hînbûn û bikaranîna ziman gavek navêjin.
Di warê ziman da sazî û rêxistinên Kurdên Bakûr jî birîndar û seqet in. Ji bo vê yekê ye ku ew tu car dewleteke serbixwe, dewleteke netewe naxwazin û daxwaza dewletbûnê ji bo Gelê Kurd, daxwazeke çewt û gune dibînin.
Bi daxwaza federasyon û otonomî û xwelîliserîyê, berê xwe, dû ra jî Gelê Kurd dixapînin.
Halbûkî, gelê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve, ew zimanê xwe tenê wunda nake, ji çand û hunera xwe, ji dîrok û nasnameya xwe jî dûr dikeve. Hîmê miletbûne pûç dibe û dilerize.
Dema ku hîm bilerize, wê gavê tekoşîn û serkeftin jî, miletbûn û xwedî dewletbûn jî dibe xewn û xeyal.
Mîrê Cizîra Botan Bedirxan Beg, di derbarê ziman û tekoşîna gelê bindest da wuha dibêje:
Di tekoşîna gelê bindest da, gelê bindest xwedî sê çek in. Ji wan yek Ol, yek Ax, yek jî Ziman e. Heger Ol’a gelê bindest û serdastan yek be, wê gavê çeka olî ji serî da ji holê radibe. Heger Serdest, rêvebir û rewşenbîrên gelê bindest ji axa wan dûrbixînin û bi demografîyê ra bilîzin, wê demê Ax jî ji dest derdikeve û tenê Ziman dimîne. Dema ku gelê bindest li zimanê xwe xwedî dernekeve û bikarneynê, wê gavê gel jî, çek jî namîne“.
Gotinên Mîr Bedirxan, qasî rastîya xwe, ewqas jî ji bo hemû Kurdan, bi taybetî jî ji bo rewşenbîr û nivîskaran, hosîyeke netewî û dîrokî ye. Mixabin, Kurd bi pirranî li vî hosîyê wî xwedî derneketin û ew neanîn cîh.
Ziman û Rewşenbîr
Di Daxuyanîya Komîteya Amadekar ya Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd da hevokek bala min kişandibû.
„Em ji bo Kurdistaneke Yekpar ketine rê,
Jêr û Jora Kurdistanê jî ya meye.“
Rast e, armanca hemû Kurdên welatperwer Kurdistaneke serbixwe û yekpar e.
Ji bo vê yekê:
Îradeyeke xurt
Tevgerek netewî.
Hêz û partîyên Kurd û Kurdistanî pêwîst in.
Ji ber ku rîya serkeftin û serxwebûnê, rêyekî dûr û direj e.
Di vî rîya dûr û dirêj da merhaleyên kin û nêzîk, astengên kûr û dijwar hene.
Gihîştina encamê, ancax ji derbasbûna merhaleyên nêzîk va mimkûn e.
Ji wan merhaleyan yek jî ziman e.
Ziman îro birîna Kurdan ya herî kûr e.
Qelsîya kurdayetîyê ye.
Ez bawerim kêmasîya rewşenbîrên Kurd ya herî mezin jî ev e.
Divê Rewşenbîrên Kurd, berî her tiştî li ser vê kêmsîya xwe bisekinin û wî ji holê rakin.
Daxwaza ji bo Kurdistaneke serbixwe û yekpar, daxwazeke bêhempa ye. Mixabin, ev daxwaz ne di demeke kurt da, ne jî bi hêsanî tê cîh. Carcaran bi deh salan, carcaran ji bi sedsalan dikude. Di vî warî da nimûneya herî balkêş Gelê Kurd û dîroka tekoşîna wê ye. Bi sedsalane ku Gelê Kurd ji bo azadî û serxebûna xwe, bi tekoşerî şer dike û ber xwe dide. Lê hê jî biserneketîye û negihîştîye armanca xwe.
Ji bo serkeftinê hêz û partî û yekitîyeke neteweyî jî carcaran bi serê xwe tenê ne bes in.
Qasî vê yekê şert û mercên pergala dinê jî muhîm in. Eger pergala dinê li alî me venegere, em di tekoşîna gelê xwe da biserkevin jî, wek Kurdistan’a Başûr, damezrandina dewleteke serbixwe dîsa nîvco dimîne.
Ev yek, qasî sazî û rêxistinan barê rewşenbîran jî giran dike.
Rewşenbîr, bi ray û ramanên xwe, bi zimanên xwe dikarin perspektîvên nû bidin ber sazî û rêxistinan, bi vî awayî dikarin rîya wan ronî, karên wan jî sivik bikin…
Heger sazî û rêxistin dewletê damezrînin, rewşenbîr jî bi moral û ruhîyeta netewetîyê, wê dewletê dixemilînin.
Ew bi çi dibe?
Ew jî bi ziman dibe.
Ji ber ku, îro di navbera Kurd û Tirk û Ecem û Ereban da xênci ziman tu cûdahîyeke din jî nemaye.
Heger ku îro Mîr Bedirxan serê xwe ji gorê rakira û li rewşa me binêrîya, ez bawerim wê ji me hemûyan ra wuha bigota, „Ji bo gihîştina armancên xwe yên kûr û dûr, berê dest bi yên nêzik bikin û wan bînin cîh. Bi vê yekê hûnê çeka xilasbûn û serxwebûnê xurt, armancên xwe yên dûr û kûr jî nêzik û hêsan bikin…“
Belê, xebata ji bo yekitîyeke netewî û damezrandina dewleteke serbixwe, bi deh salan, heta bi sed salan dikude. Lê ji bo hînbûn û bikaranîna ziman şeş meh û hewldaneke bi ruhê kurdayetîyê tenê bes in.
Werin, em di vî warî da biryara xwe ya yekemîn bidin û li pişt vê biryara xwe bisekinin.
Kurd, ancax bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî dibin Rewşenbîrên Kurd.
Wek Mîsal: Yaşar Kemal – Mehmet Uzun, Cemal Surreya – Cegerxwîn, her çar jî Kurd bûn û ji dê û bavên Kurd peyda bibûn.
Mixabin Yaşar Kemal û Cemal Surreya nivîskar û şairê Tirk, Mehmet Uzun û Cegerxwîn jî nivîskar û şairê Kurd bûn. Sedemê Tirkbûn û Kurdbûna wan jî zimanê wan e…
Zimanê Yaşar Kemal û Cemal Surreya Tirkî, yê Mehmet Uzun û Cegerxwîn jî Kurdî bû
Kar û hunerê rewşenbîrekî bi kîjan zimanî be, ew gor wî zimanî tên binavkirin…
Werin, em ji îro de li ser zimanê xwe yên birîndar vegerin, zimanê xwe dewlemend, ramanên xwe jî zelal bikin.
Bi Kurdî bifikirin…
Bi Kurdî biaxifin…
Bi Kurdî bixwînin…
Û bi Kurdî binivîsînin…
Heger ku Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd, ev armanca nêzîk bide ber xwe û di vî warî da biserkeve, wê gavê rola xwe ya ji bo avêtina hîmê dewleteke serbixwe û yekpar jî dikare bîne cîh…
Gor raya min her kurdek qasî ku zimanê xwe dizane û wî bikartîne, ewqas xwedî nasname û xwedî rûmet e!…
Însîyatîf jî ancax bikaranîna zimanê Kurdî dibe xwedî rûmet û dibê sazîyeke Kurd…
Bi vî bîr û bawerîyê ji Însîyatîfa Rewşenbîrên Kurd ra serkeftinê dixwazim…
Brûksel, 04.06.2016
Silav û rêz…