Murîdên Gûxwer!..
Gundîyê me jî wek kesên herêmê mirudê mala Şêx bûn.
Hemû kesên xwedî bîr û bawer, diketin tarîqata Şêx û di ware olî da li dû Şêx diçûn, tu car ji rêç û gotinên wî dûrnediketin.
Di navbera gundîyan da pirsgirêkeke civakî derketaba, berî dadgehê, berê xwe didan mala Şêx û xwe davêtin ber lingê Şêx. Ji bo çareserîya wê pirsgirekê alîkarîya Şêx dixwastin û wî wek dadmend qebûl dikirin.
Şêx jî gor şert û mercên xwe civînek saz dikir û di derbarê wê pirsgirekê da kî tiştek bizanibîya, wan guhdarî dikir û pişt ra bi edlayî biryara xwe dida. Ew biryar bê qewl û qirar dihat cîh û tu alîyek pirsgirekê ji bo biryara Şêx îtiraz nedikir.
Di nav murîdên mala Şêx da kesên bê bîr û bawer jî hebûn.
Wan jî murîdîtîya xwe bi awayek din dianîn cîh.
Havîna tirpan û dirmixên xwe davêtin ser milê xwe û berî zevî û mêrgên xwe diçûn ji mala Şêx ra paletî dikirin, di merg û zevîyên Şêx da dixebitîn, dû ra jî vedigerîyan, dihatin mêrg û zevîyên xwe diçinîn. Carcaran mêrg û zevîyên wan hişk dibûn, zirar û zîyanek mezin didîtin, lê dîsa jî xem nedikirin.
Di salên şêstî da, ji gundê me jî hinek kes, wek hercarê dîsa bi tirpan û dirmixên xwe va berê xwe dabûn ber bi gundê Şêx û ketibûn serê rê. Wê salê di nav wan kesan da apeke min jî hebû.
Koma gundîyên me bi hevaltî ji gund derketibûn, di mêrga Şêx da, sedem kersekek rêxa di nav pênîr da, pevçûbûn û wek neyar vegerîyabûn gund.
Gor gotina apê min, ew terin di mêrga Şêx da gîha diçinin. Rojek ji bo taştêya sibê tirpan û dirmixên xwe datînin erdê û tên li ser lasên gihê rudinên. Sifra xwe radixin û dest bi xwerinê dikin. Di sifrê da nan û mast û penîr…
Apê min di nav parçeyek penîr da kersekeke piçûk dibîne. Destê xwe dirêjî perçê penîr dike, hêdîka digre, bi dizîka dûr davêje ku bila bîzê kesî jê neyê.
Ji gundîyên me yek penîravêtina apê min dibîne û bi hêrs jê dipirse:
– Ew çi bû te avêt?
Apê min;
– Tişt nebû, tenê perçeyek penîr bu“.
– Çima?
– Di nav da kersekek rêx hebû, loma.
– Tu şerm nakî penîrê mala Şêx davêjî.
– Malxirab, di nav penîr da kersekek rêx hebû, loma min avêt.
– Rêx be jî rêxa mala Şêx e û teberik e. Tu şerm nakî wî teberikê digrî û davêjî erdê.
– Kero, madem rêxa mala Şex jî teberike, ha binêre Şêx wa ye li ber çem tahareta xwe digre. Here gûyê Şex jî bixwe, ew jî ji bo te teberik e.
Li ser vê dîyalogê, gundîyê me ji cîhê xwe radibê û êrişî apê min dike.
Paleyên din dikevin navbera wan û wan ji hev vediqetînin.
Li ser dengên wan Şex misînê xwe yê avê datîne erdê û tê ba wan. Di derheqê munaqaşa wan da ji paleyên din agahîyê digre û pişt ra ji wan ra dibêje;
„Hey malxirabno, rêx û teberik, ewqas jî nabe. Bi rastî exmeqîya wusa jî zêde ye!“
Li ser van gotinên Şêx, gundîyê me ji Şêx û apê min lêborîna xwe dixwaze, lê ji wê rojê şûnda bi apê min ra neyartîyê dike û pê ra naaxife.
Ji wan salan vir da, di civata me da jî gelek tişt hatin guhartin.
Tê da kêmasî û xeletî hebin jî, civat pêşda çû.
Tesîra Şêx û melan kêm bûn.
Tarîqatên olî jî ji wê pêşveçûnê para xwe girtin.
Mixabin, di şûna tarîqatên olî da, tarîqatên nû peyda bûn.
Bi navên mezin û bi navên giran.
Bi îddiayên pûç û vala.
Tarîqatên nû, tarîqatên sîyasî, îro xwe wek partîyên sosyalîst û komînîst û demoqrat bi nav bikin jî, ew hê bi sîtema murîdtîyê tevdigerin.
Serok(!) û rêvebirên wan, xwe wek qutnî û qûmaşê Halebê dibînîn.
Alîgirên wan jî wek murîdên bêbîr û bêbawer, di rêça wan da dimeşin û gotinên wan bêşik û bêguman dubare dikin.
Serok û rêbêrên wan çi dibêjin bila bibêjên, çi dikin bila bikin, murîd gotinên wan wek ayetên muqeddes, kirinên wan jî wek ferz û sunnet dibînin…
Bi wê yekê jî nasekinin, dixwezin hemû kes jî wek wan tevbigerin.
Heger mirov wek wan nejî û şaşî û xeletîyên serok û koma wan rexne bike û ji wan dûr bisekine, wê gavê jî ji sixêfên wan para xwe digre, sixêfên wan ên bi hêrs û sirûd…
Mirov li jîyana wan dinêre.
Ew, di hemû xalên jîyanê da ji Kurd û Kurdayetîyê, ji ziman û çanda Kurd dûr in.
Li pê berjewendîyên xwe yên şexsî digerin.
Ji bo kursîyek bê rûmet û bi naveke vik û vala xwe davêjin bazara sîyasetê û dibêjin;
„Em gûyê serokên(!) xwe dixwin, hûn jî werin bi me ra tam bikin!“
Ma heyran, hûn gûxwer in, lê hemû kesan jî wek xwe nehesibînin.
Kesî ji xwe ra şirîg nebînin û tama devê wan neherimînin.
Heger ku hûn bi gûxwerîya xwe razîne.
Bila Serokên we li we bimbarek, teberika(!) wan jî li we noşî can be!
12.04.2016
ikramoguz@navkurd.net