Xwedîyê vê gotinê rehmetli Şêx Alî Riza Septîoxlu ye.
Min bi xwe ev gotin ji devê Şêx nebihîst. Lê heta nuha min ji gelek kesan guhdari kiribû ku digotin, Şêx di salên 70’yî da dema ku di qabîneya hukumeta Ecewît da dibe wezîr, ji wezaretê derdikeve û dixwaze here mala xwe. Li ber derê wezaretê çend parêzkar û şifêr ber ereba wezaretê li benda wî sekinîne. Şêx ji derî da derdikeve der, ber bi erebê diçe û dixwaze li koltuxa pêşîya erebê sîyar be. Ji parêzkarên wî yek ber bi derê pêşîye diçe, yê din jî derê erebê yê dawîyê vedike û dibê „fermo, li vîyalî sîyar be!“.
Şêx ji vê yekê gelek eciz dibe û di ber xwe da dibêje, „Yaho ev dewlet dewleteke çiqas bê şeref e, mirov bibe wezîr jî dîsa nikare li şifêrmehlîyê sîyar be!“
Ev yek çiqas rast e, an jî çiqas heneke, bi rastî ew kesên vê yekê dibêjin jî nizanin.
Mixabin, rast be jî, henek be jî ferq nake. Bi her awayî gotineke xweş û gelek balkêş e.
Çima şifêrmahlî ewqas muhîm e. Kesên ku ji vir çil, pêncî sal berê li gund û navçeyên Kurdistanê jîyabin, ew mesela sifêrmehlîyê baş dizanin.
Di wan salan da, di navbera bajêr û navçeyên Kurdistanê da otobês an qet nedixebitîn, an jî heftê da carekî seferek dikirin.
Rê xirab, rêwî jî kêm bûn.
Di wan rîyên xirabe de tu kesî nedixwest otobûsa xwe xil û xirabe bike.
Kesên ku ji gundan an jî ji navçeyan biçûyana bajêr, ew bi pirranî li kamyonan sîyar dibûn û rêwîtîya wana heta bajêr, li ser lingan, yanê li pê bi saetan didomîya.
Ji rêwîyan tenê du kes dikarîbûn li ba şifêr, yanê li şifêrmahlîyê rûnên… Ew jî heger hebana, Şêx û mele, an jî axa bûn. Di nav civatê da rûmeta Şêx û melan zêde bû, di berika kesên axa da jî pere…
Jiberku, rêwîtîya li paş erebê 5 panot ba, ya li şifêrmahlîyê du qat, an jî sê qat zêde bû. Sedem vê yekê şifêrmehlî vala ba jî, kesên belengaz û feqîr nikarîbûn li wir sîyararbin.
Çawa ku Şêx salan berê, „ev dewlet dewleteke çiqas bê seref e, mirov bibe wezîr jî dîsa nikare li şifêrmehlîyê sîyar be!“ gotibe, mirov dikare îro bêjê di nav dewleta bê şeref da ne ku tenê sîyarbûna şifêrmehlîyê, mirov nikare bibe Kurd jî…
Bala we jî kişandîye, Serokkomarê dewletê Erdoxan, di van demê dawîyê da kîngê firsendê bibîne, rûyê xwe tirş dike û bi mirûzên xwe yên gemar dibêjê; „Kê pêşî li Kurdan girtîye. Kurd di vî welatî da bûn wezîr, bûn serokwezîr, heta bûn serokkomar. Îro jî, eger bixwazin, dikarin bibin her tişt.“
Kurdên zimandirêj, Kurdên Tirkziman ji van gotinên Erdoxan diqahirin û qûna xwe li erdê dixînin.
Lê tu car li xwe venagerin û li rewş û jîyana xwe nanêrin.
Belengazî û rûreşîya xwe nabînin.
Sedemê hemû kêmasîyên xwe kirinên neyarên xwe nîşan didin û xwe pîr û pak dibînin
Halbukî ev gotinên Erdoxan bi awayekî gotinên pûç û vala nînin û rast in.
Îro di meclîsa Erdoxan da bi sedan gelwekîlen esilkurd cîh digrin û ji wan kesan gelekên wan jî wezî in. Mixabin di van gotinên Erdoxan da kêmasiyekek hebe, ew jî di welatê Erdoxan da Kurd tenê nikarin bibin Kurd.
Di vî warî da sûc û guneyek hebe, bi raya min ew jî ne tenê sûc û guneyê dewletê ye. Di vî warî da qasî dewletê, Kurd bi xwe jî sûcdar û gunekar in.
Wek gotina Erdoxan, di şert û mercên îroyîn da Kurd dikarin her tiştî bikin.
Kurdên sîyasetwan, komel û partîyên xwe sazkirine û bi serbestî sîyasetê dikin.
Xwedîyê rojname û televizyonanin, eger ku bixwazin, di wan rojname û televîzyonan da dikarin 24 saetan bi zimanê xwe binivsînin û biaxifin.
Wek salên borî hebûn û tunebûna Kurdan jî nayê munaqeşekirin.
Ziman serbest e.
Li pêşîya sîyaseta vekirî tu astengek nema ye.
Siyasetvan û ronakbîrên Kurd daxwazên xwe yên ji bo Kurd û Kurdistanê, di televîzyonên dewletê da jî bê sînor tînin ziman û bi hêsanî propogandaya partî û sazîyên xwe dikin.
Dibin şaredarên bajaran.
Dibin gelwekîl û wezîr.
Heta dibin serokê MÎT û ÎT’ê jî…
Lê dema ku mirov li rewşa Kurdên Bakur dinêre, dikare bêje ne tenê dewlet, Kurd bi xwe jî naxwazin bibin Kurd.
Jiberku, di hemû kar û barên xwe da, yên sîyasî an jî yên şexsî, zimanê Tirkan bikartînin.
Sîyaseta xwe bi Tirkî dikin.
Di malên xwe da, bi jin û zarên xwe ra bi Tirkî diaxifin.
Bi heval û hogiran xwe ra bi Tirkî şa dibin, bi Tirkî dikenin û bi Tirkî digrîn.
Ji bo Kurd û Kurdistanê daxwazên wan ji hev cûda bin jî, hemû hêz û partîyên Kurd, bi serok û rêvebir û alîgirên xwe va, daw û doza dinyayeke nû dikin, bi gotin û nivîsên xwe welatan ava dikin û xirab dikin, lê ji bo hînbûn û bikaranîna zimanê xwe gavek pêşda navêjin.
Ji bo vê yekê ye ku mirov dikare bêjê, çawa ku kesên belengaz nedixwastin li şifêrmehlîyê sîyarbin, Kurd jî bi vî awayî ne ku li Tirkîyê, bi navê Kurdistanê welatekî ava bikin û rêvebirîya wî welatî jî bikin, dîsa naxwazin bibin Kurd.
03.04.2016