Meha Adarê di dîroka gelê Kurd de mehegî gelek girîng e.
Adar meha şin û şahîyê ye…
Meha serhildan û berxwedanê ye…
Meha jenosîd û koçberîyê ye…
Meha newrozê ye…
Meha dîlanê ye…
Destpêka jîyanek nû ye…
Meha şinê ye.
Di vê mehê da Berzanîyê nemir, di yekê Adarê sala 1979’an da ji welatê xwe dûr, li sirgûnê çû ser dilovanîya xwe…
Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa, di roja 25’ê Adarê sala 1976’an da li Îranê bi qezayek tarî va hate kuştin.
Serokê Komara Mahabad Qazî Mihemed û sê hevalên wî 31’ê Adarê sala 1947’an da, li meydana Çarçira bi destê rejima Îranê ya qirêj hatin dardakirin
Meha jenosîdê ye…
Roja 16’ê Adarê sala 1988’an da li bajarê Helepçê 5000 Kurd ji alî Saddam Huseyn, bi çekên kimyewî va hatin kuştin, bi hezaran zarok, jin û mêr jî hatin birîndarkirin.
Bi hezaran kes ji zilm û zordarîya rejima Baas mal û milkê xwe li paş xwe hîştin û xwe avêtên serê çol û çîyan.
Meha serhildan û berxwedanê ye…
Gelê Kurd roja 21’ê Adarê, di bin serokatîya Kawayê Hesinkar, li dijî zilma Dehaqê xwînxwar serî hilda û dawî li zordarîya wî anî. Ew roj bi agirê newrozê, li kolanên bajaran, li gundan û li serê çîyan wek roja destpêka jîyanek nû hate pîrozkirin.
Ji wê vir da roja 21’ê Adarê li seranserê Kurdistanê, wek roja azadî û serkeftinê hate qebulkirin. Ev roj her sal bi kilam û stranan, bi dîlana mêr û jinan, bi lîstikên keç û xortan va, di bin ronahîya agirê newrozê da tê pîrozkirin.
Serhildana Koçgirî û serhildana Dersimê di vê mehê da destpêkirin.
Adar meha newrozê ye…
Ji sedsalan vir da Gelê Kurd kîngê ku hewl dida xwe û ji bo şahîya Newrozê dest bi kar û xebatê dikir, hemû rê lê dihatin girtin.
Zilm û zordarî dest pê dikir…
Xwîn dirijîya…
Şîn û şahî tevlihev dibu, hêsirên çavên dayîkên Kurd wek barana biharê diherikîn…
Şahîya Nêwrozê bi xwîna keç û xortan va dihat xemilandin…
Mizgînîya biharê di dilê wan dima…
Qedera wan a reş pêsîra wan digirt û bernedida…
Roja 21’ê Adarê bi rengên biharê va dest pê dikir, bi tarîya şevereş va diqedîya…
Kûçe û kolanên bajaran li Gelê Kurd diherimî, bêçare diman û xwe davêtin serê çol û çiyan…
Erd û ezman li wan sitarî nedikir.
Gazî û hewara wan digihîşt erşê al’a…
Dinya kerr û lal, li bêçaretîya wan temaşe dikir, ne kesî gazî û hewara wan dibihîst, ne jî destê xwe dirêjî wan dikir…
Tenê çîya paşla xwe vedikir û starî li wan dikir…
Bi starîya çîya berxwedidan…
Bi destpêka salên du hezarî da qedera wan a reş guherî, li Başur ewrên reş û tarî pişkifîn, di nav ezmanên çitên sipî da rojeke nû derket.
Tîrêja rojê da ser çîya û banîyan.
Kurd hişyar bun, tîna rojê dilên wan germ kir, ken hat ser dev û lêvên wan…
Şîn û şer, xwîn û hêsir li paş man, bûn dîrok…
Li pê şîna Helepçê, şahîya Newrozê, li ser axa Başûr ji nû va dest pê kir…
Tîrêja ku duh li ser axa Başur çûrisîn, îro li ser rojava, sibê jî liser alî Bakûr û rojhilatê diqulube.
Êwrên reş û tarî êdî dipişkifîn.
Rojên şevereş hêdî hêdî ronî dibin…
Ne zilm û zordarîya li ser Amed, ne jî şewitandin û xerabkirina Cizîra Botan pêşî li vê yekê nagre…
Wê li Bakûr û Rojhilat jî dengê gulê domdomê bên birîn…
Ji kûçe û kolanên bajaran dengê kilam û stranan bilind bin…
Ji gundan, ji serê çol û çîyan avazên dengbêjan bela bin…
Newroz li seranserî Kurdistanê, bê xwîn û bê girî, bi ken û bi eşq bê pîrozkirin. Keç û xort, jin û mêr, kal û pîr bê tirs û bê xof di şahîyên Newrozê da cîhê xwe bigrin û bikevin milê hev û bi hev ra govend bigerînin…
Li dora agirê Nevrozê kilam û stranan azadîyê bibêjin û bi hev ra bireqisin…
Jiber ku Newrozê xemla meha Adarê ye…
Roja serhildan û berxwedanê ye…
Dîlana keç û xortan e…
Cejna Gelê Kurd e…
Li hemû Kurdan pîroz û bimbarek be!..
20.03.2016
ikramoguz@navkurd.net