Şoreşgerî û şervanîya ji dûr ve tiştekî hêsane û bê sermal e.
Ew kesên ku vî karî dikin di her dême da hebûn, îro jî hene.
Di salên 90’î, di wan salên dijwar da hêjmara van kesan kêm bûn, îro gelek zêde bûne.
Jiberku di wan salan da ziman qedexe bû.
Li ber çapemenîya bi zimanê Kurdî astengên dijwar hebûn.
Weke îro bi navê Kurd û Kurdistanê îmkana sîyaseta legal nebû.
Ji bo karên binerd û bikaranîna ziman, ji dûr ve be jî, huner û cesaret hewce bû.
Di wan salan da dewleta Tirk bi bi zilm û zordarîyeke bê pîvan şerê Kurdan dikir.
Leşkerên dewletê gund û bajarên Kurdan dişewitandin, Kurd warê bav û kalên xwe li paş xwe dihîştin û koçber dibûn.
Tîmên Dewletê, di kûçe û kolanên bajaran da rojnamevan, ronakbîr û sîyasetvanên Kurd dikuştin.
Dadgehên Dewletê, kilît li derê partîyên ku ji alî Kurdan va dihatin damezrandin, dixistin, di derheqê serok û rêvebirên wan partîyan da dawe vedikirin û mafên wan ên sîyasetê ji destê wan digirtin.
Dozgerên dewletê, kovar û rojnameyên ku bi zimanê Kurdî dihatin weşandin, qedexe dikirin û berê nivîskar û berpirsîyarên wan didan heps û zîndanan.
Di wan salên dijwar da zilm û zordarîya dewletê bê pîvan bû.
Di destpêka salên 90’î da min jî dest bi karê çapenîyê kiribû. Min û hevalên min ên wê demê, me bi navê „Deng“ û „Azadî“ kovar û rojname diweşandin. Sedem vê yekê di derheqê min da bi sedan dawe vebûn, ez bi salan hatim cezakirin.
Di sala 1995’an da ez jî wek gelek Kurdên ku karê çapemenîyê dikirin, di rîya mirinê da derbasbûm û gihîştim Almanya.
Di wan deman da ez rojek li mala hevalekî xwe da bûm mêvan. Hevalê min jî salan berê, ji bo jîyaneke xweş û baş, dest ji karê xwe yê li welêt berdabû û berê xwe dabû Almanya. Piştî çûyîna xwe ya Almanyayê bi Kurdbûna xwe hesîyabû, ji dûr va daw û doza şerê çekdarîyê dikir û wek fermandarê şax a leşkerîyê keç û xortên Kurd dişand serê çîyê.
Hevalê min di mala xwe ya germ û li ser palkursîyê xwe nerm rûniştibû û ji min ra propogandaya avabûna Kurdistanê dikir.
Ez ji ber şer û kuştinê revîyabûm, wî mizgînaya avabûna Kurdistanê dida min.
Ew bi awayekî dilhejok û bênavber diaxifî, min li axaftina wî guhdarî dikir.
Bi axaftina wî ne dibû ez bigrîm, ne jî dibû ez bikenim.
Şev derbasbû, êdî sebr û taamûla min qedîya, min axaftina wî birrî û jê ra got:
„Heyran, yan cîhê ku ez jê têm Kurdistan nîne, yan jî Kurdistana ku tu ava dikî ew welatekî din e.“
Hevalê min awirên xwe li ser min da gerand, dû re; „Te ji berê da dijbertîya şerê çekdarîyê dikir, îro jî dikî û rastîyê nabînî…“ got û heta destê sibê axaftina xwe domand. Kurdistana ku ji dûr va û di nav şevekî de avakirbû, dixemiland û dida ber min.
Şev qedîya, lê dawî li axaftina me nehat.
Bi berbanga sibê ra hevalê min ji cîhê xwe rabû, çû pêjgehê û dû ra bi du fîncanên qahwê va vegerîya. Me bi hev ra qehweya xwe vexwar û em bi hev ra derketin derva.
Ew bêxew û westyayî çû ser karê xwe, ez jî çûm îstasyôna tîrênê, li tîrêna xwe sîyarbûm û berê xwe da mala xwe…
Ji wê rojê şûnda, ez û hevalên xwe, kêmasî di salê da carek-ducar dihatin ba hev. Hevdîtina me wek hercarê bi axftinên dûr û dirêj û bêxew derbasdibû.
Wî her carê ji nû va û ji dûr va Kurdistaneke Azad ava dikir, min jî ew Kurdistana ku wî ji dûr va ava dikir, li ber çavê wî xirab dikir.
Çend sal şûnda rîya çîyê guherîbû, rê vegerîyabû ser mala wî. Çawa ku wî bi salan rîya çîyê dabû ber keç û xortên Kurdên ji xwe dûr, yekî wek wî jî rîya çîyê dabû ber lawê wî yê 18 salî…
Hevalê min bi çûyîna lawê xwe va dest ji kar û barê xwe berda û bi roj û mehan li rêça lawê xwe gerîya. Bajar û welatên Europa ser û binê hev kir. Bi awayek gihîşt lawê xwe, pêşî lê girt û di nivê rê da vegerand.
Dest ji sîyasetê berda…
Di mala xwe da rûnişt…
Pizbenda lawê xwe kir destê xwe û wî bi xwe ra gerand.
Ser wê bûyerê da sal û zeman derbasbûn. Wek berê nebe jî, ez û hevalê xwe yên kevn carcaran hevdu dibînin û bi hev ra mijûl dibin.
Ne ew wek berê dûr û dirêj diaxife, ne jî ez gotinên wî dibirim.
Ne ew weke berê behsa şerê çekdarîyê dike, ne jî Kurdistana ku her carê avadikir û dida ber min û min xiranb dikir, tîne bîra xwe.
Dema ew kesên ku îro ji dûr va pesnê şerê xendeqa dikin û rêvebirîya xwe’li li’ser bi teorîyên bêbingeh dixemilînin, guhdarî dikim, ew hevalê min ê ku di salê da carek Kurdistan ava dikir û dida ber min, dikeve bîra min…
Ez li gotinên wan ên pûç û vala guhdarî dikim û di ber xwe da dikenim…
02.02.2016
ikramoguz@navkurd.net