Bavê min, mamosteyê min ê herî ewil, mamosteyê min ê dersa Qur’an’ê.
Bavê min di piçûktîya xwe da li ba şêx û meleyan, bi Erebî xwendina Qûran’ê hîn bibû.
Bi hezarcaran Qûr’an xetim kiribû.
Herf bi herf, peyv bi peyv hemû ayetên Qûr’an’e ezber kiribû.
Hemû demên xwe yên vala bi xwendina Qûr’an’ê derbas dikir, di mal da an jî di demên rêwîtîyê da…
Bibû hostayê xwendina Qûr’an’ê, Mewlûda Mele Ehmedê Batê û Nûbihara Ehmedê Xanê dixwand û dida xwendinê…
Em heft xwîşk û bira bûn.
Du xwîşk û birayên min ji min mezintir, du xwîşkên min jî ji min piçûktir bûn.
Xwîşka min a mezin û her du birayên min di pênc salîya xwe da dersa xwendina Qûr’an’ê ji bavê min girtibûn û Qûr’an xetim kiribûn.
Dema ku ez bûm pênc salî, wê demê dor hatibû min.
Mehên ziwistanê, rojên sar û seqemê da, dem dema xwendinê bû.
Piştî taştîya sibê, bavê min li kêleka soba ku bi gunî û sergînan dişewitî û tîna germ dida odê, rûdinişt, ez jî li ber çokên wî…
Di destê min da cizûya Qûr’an’ê, di destê wî da „dodo“ ya ji kaxiza birqandi çêkirî…
Herf bi herf alfabeya Erebî bi min dida nasîn û min fêrî xwendinê dikir.
Xwendekarên wî yên wek min pênc salî, di çil rojan da Qûr’an xetim dikirin, yên xort û ezeb jî ancax di sê-çar mehan da…
Bavê min, weke bavekî bi merhamet û weke mamosteyekî zana, gor bîr û bawerîyên xwe şîret li me dikir û rêyekî rast dida ber me, rêyekî bê hîle û bê xurde…
Gor ruknê Îslamê û gor orf û edetên Kurdî dijîya. Jîyana wî jîyaneke pak û sade bû. Ji pesindarîyê dûr disekinî û tu car reklama kar û kirinên xwe nedikir. Ji bo xwe, ji bo bîr û bawerîyên xwe dijîya.
Weke mîsal, di dema zaroktîya me da nedihîşt em rocîyê bigrin. Li dijberî rocîgirtina me derdiket û digot;
„Hûn hê kamil nebûne, rojî li ser kesên ku kamil nebûne, ferz nîne. Min di warê olî da ji bo we wezîfa xwe anî cîh, Qûr’an bi we da xwendinê, we fêrî şert û mercên dîn û îmanê kir û dikim. Hûn wan şert û mercan îro hîn bibin, dema ku hûn kamilîn, wê demê jî bi kirinên xwe bînin cîh. Eger ku li vê dinê ji bo xwe îbadetê bikin, ji xirabî û xeletîyan dûr bisekinin, tiştên helal û heram ji hev veqetînîn û durist bijîn, hûnê li dinya wîyalî jî mukafata wê bibînin… Li wê dinê ne ez di ber we da têm cezakirin, ne jî hûn di ber min da. Li hizûra Xwedê her kes gor kiryarên xwe yên vê dinê muamelê dibîne ku, ceza an jî mukafata xwe digre …“
Bavê min qasî ku dixwest em Qûr’an’e bixwînin, ewqas jî li dijberî xwendina me ya li dibistana Tirkî derdiket. Sebebê dijbertîya wî ya yek, di şert û mercên gundan da îmkana xwendinê nebû. Ya din jî di bin tesîra şêx û melan da mabû. Dema me daxwaza xwendina dibistanê lê bikira, digot; „Dibastanên dewleta Mistoyê kor we ji dîn îmanê dûr dixîne!..“
Sedem vê yekê piştî mekteba ewlîn, li ber xwendina me derdiket û nedixwast em xwendina xwe ya dibistanê bidomînin.
Piştî qedandina min ya mekteba ewlîn, em salek li gund man. Dû ra em bi malbatî ji gund koçberî bajêr bûn. Bi piştgirî û alîkarîya her du birayên min ên mezin min xwendina xwe domand.
Lê wan ew îmkan bikarneanîn, jiber ku salên wan mezin bibûn, dema xwendinê ji bo wan li paş mabû.
Di şert û mercên bajêr da em fêrî rê û rêbazên nû bûn. Îmkanên nû derketin peşîya me. Ez û birayên xwe yê ji min mezintir, em di xortanîya xwe da ketin nav karên sîyasetê, sîyaseta Kurdî ya çep…
Xêncî bavê min, hemû eqreba û nas û dostên me, li dijberî me û sîyaseta me derdiketin. Di derheqê me da gelek tiştên xirab û tiştên bêbingeh dianîn ziman. Gotinên xwe, bi xeybên ku wê demê di derheqê sîyaseta çêp da dihatin gotin, dixemilandin û di herêmê da belav dikirin.
Ji wan kesan yek jî xalêkî min bû.
Rojekî di civata gunda gotibû; „Ez çûm bajêr li mala zavayê xwe da bûm mêvan. Ez û herdu xwarzîyên xwe yên piçûk di odeyekî da razan. Bi berbanga sibê ra, ez ji bo nimêja sibê rabûm. Berî destmêjê min li berîka xwarzîyê xwe nihêrî. Di berîka çakêtê wî da kaxizeke qatkirî hebû. Min kaxiz derxist, qatên wî ji hev vekir. Li ser kaxizê, xêncî zavayên min, navê hemû kesên malbatê û resmên wan hebûn. Di bînê nav û resman da jî dininîvîsand ku gor kesên malbatê, ji Uris her mehê pere ji wan ra tê…“
Ev fantezîyên xalê min di demeke kurt da, di nav nas û dostan da belav bû, dê û bavê min jî bi van gotinên wî hesîyan.
Dîya min diqahirî, sedem gotinên birayê xwe hêrs dibû û digirîya.
Bavê min jî di ber xwe da dikenîya û bi dîya min ra hêrs dibû û digot; „Tu ji gotinên birayê xwe yê pûç û vala bawer dikî, an jî ji xwe û ji kirinên zarên xwe…“
Dema ku nas û dostên bavê min li rûyê wî tiştên xirab di derheqê me da bigotana, wî bersiva wan dida û digot; „Rast e, zarên min ji bo destxistina mafê Kurdan sîyasetê dikin. Sedem sîyaseta wan a çep ez jî wan rexne dikim û şîretên xwe li wan dikim. Lê di derheqa dirustîya wan da, ez tu car nakevim şikê. Eger tiştên ku ew dikin, ji bo destxistina mal û milk ba, ji bo pul û pereyan ba, ew kesên ku xeyba zarên min dikin, , berîya zarên min dest bi sîyasetê dikirin û diketin nav sîyasetê…“
Carcaran em li ser rewşa xwe û şîretên ku wî li me dikir, diaxifîn û pê ra diketin gengeşîyê.
Bi sebr û xweşbîni li me û gotinên me guhdarî dikir û digot; „Ez dizanim hûn bawerîya xwe bi hebûna dinya wîyalî jî nakin, hûn tenê ji bo vê dinê difikirin û dixebitin. Sedem vê yekê ji nimêj û îbadetan dûr disekinin. Ji bo vê yekê jî ez zorê li we nakim, lê tenê ber keda xwe dikevim ku, bi zor û zehmet min Qûr’an bi we da xwendinê, we ew jî da alîkî. Eger fikr û ramanên we rastbe û gor bîr û bawerîyên we dinya wîyalî tûnebe, ez bi nimêj û îbadetên xwe, bi xwendina xwe ya Qûr’an’ê tu car zerar û zîyanê nabînim. Lê eger ku bîr û bawerîyên we rast dernekevin, wê gavê jî hûn li halê xwe binêrin…“
Di xalên sîyasî da jî rîya me ji hev cûda bû, lê têkilîyên me yên xurt, tu car kêm nebûn û neqetîyan. Me rûmeteke mezin dida bavê xwe û di hurmeta xwe da qisûreke piçûk nedikir, wî jî hezkirin û merhameta xwe ji me texsîr nedikir.
Sedem siyaseta me û kiryarên me yên sîyasî da gelek ezîyet û cefa kişand. Şev û roj ji bo me qilqilî, li pê me gerîya. Li derê heps û zîndanan da tade dît, ji alî dost û eqrebayên xwe va hate rexnekirin, lê dîsa jî di derheqê me da tu car neket şikê û dibin her şert û mercan da li pişt me sekinî û me parast…
Sal 1979 bu. Hilbijartina parlamentôyê nêzik bibû. Me ji bo pêşveçûna demoqrasîyê û sîyaseta çep alîkarîya CHPê dikir. Daxwaza alîkarîyê li dê û bavê xwe jî dikir, piştgirîya wan dixwast.
Ji bo vê yekê bavê min hinek madê xwe sar dikir û digot; „Ez ji we û ji sîyaseta we tu tiştekî fêm nakim. Alîkî daw û doza kurdayetîyê dikin, alîyê din jî li pê neyarê bav û kalên xwe diçin. Hûn dizanin ku, ez rîya we û sîyaseta we rast nabînim, lê dîsa jî naxwazim dilê we bişkînim. Hûn ji min çi dixwazin, bixwazin, lê tenê ji min ra nebêjin ku reya xwe bide partîya Mistoyê kor. Qasî ku ez dizanim, gelek partî têkilî vê hilbijartinê dibin. Ji wan yek jî dibêjin partîya kominîstan e û serokê wê jî Marîcek e (Perînçek). Çiqas xirab be jî, me hê tu zerarek ji Merîcek nedîtîye. Lê partîya Mistoyê kor mala me xirab kir. Eger hûn bixwazin, ji bo xatirê we ezê reya xwe bidim partîya Merîcek, lê kainat ji cîhê xwe rabe, ez tu car reya xwe nadim partîya Misto…“
Bi teq û req, bi kin û dirêj min piştî dibistana ewil xwendina xwe domand û universite qedand.
Dûr ra li Îstenbolê bi cîh bûm, zewicîm, bûm xwedî mal. Bavê min hat serlêdana min û li mala min bû mêvan. Em hemû êvaran rûdiniştin, dûr û dirêj li ser paşeroj û pêşeroja xwe diaxifîn.
Di wan rojan da, di dawîya emrê xwe da ji min ra wuha got: „Ez li ber xwendina te jî derketim. Lê we hemû rê li pêşîya min girtin. Di dawîyê da min jî xwe da alîkî û te xwendina xwe domand. Gelek zeman şûnda ez bi neheqîya xwe hesîyam û min xeletîya xwe ya di vî warî da dît. Mixabin îmkana vegerê nema bû. Ez îro gelek dilşa me ku te gotina min nekir û tu gihîştî armanca xwe. Xwezila ez li ber xwendina her du birayên te jî derneketama, bila îro ronîya her du çavên min ne ba!…“
Di derheqê sîyaseta me da jî her tim wuha digot; „Ez li dijberî armanca we dernakevim. Lê ez ditirsim hun bi sernekevin. Ji bo serkeftinê quwet lazim e. Neyarê we dewlet e, bi hêz û quwet e. Bi şer û kuştinê mirov dewlêtê têk nabe. Heta nuha Kurd biserneketin, ez ditirsim hûnê jî bisernekevin. Ji bo serkftinê du tişt lazim in, ew jî, hêz û yekitî ye. Hêz û quweta we kêm e, di nav Kurdan da jî dubendîtî zêde ye…“
Di navberê salên 1990’î da berê ez, dûr ra jî birayê min, em ji zilm û zordarîya dewletê revîyan û gihîştin Europa…
Kîngê me telefon vekira; bi dengeke xemgîn û bi dilşewat; „li xwe baş binêrin û me ji bîr nekin. Çerhebe em careke din hevdu nabînin…“ digot û ahîza telefonê dida dîya min…
Ew gotina wî jî rast derket…
Me careke din bi saxî hevdu nedît.
Ew bi hesreta me çû ber rihma Xewedê, em jî ji merhamet û hezkirin û şîretên wî yên pîr û pak û rast mahrûm man…
Bavê min, mamosteyê min ê herî ewlîn, ji vir 17 sal berê çû ber rihma Xwedê.
Ji bavê min du tişt ji min ra weke mîrat man, du tiştên bi qîmet û bêhempa…
Ya yek, şîretên wî yên pîr û pak û duristîya wî…
Ya din jî, saeta wî…
Wek îro tê bîra min.
Dem, demsala payîzê bû.
Bavê min ji bajêr hatibû, ji xwe ra saetek anî bû.
Ew saeta ku ji min ra mîrate ma, tam 50 sal e, bê sekinandin tik tak tik tak lê dixe. Ne sanîyekî pêşda diçe, ne jî şûnda dimîne…
Ji vir tam 50 sal berê, bavê min jî wek gundîyên me, kar û barê xwe yê havînê qedandibû. Merg û zevî hatibûn çinandin.
Bêder ji erdê rabibûn.
Genimê ji bo toximê sala bê hatibû çalkirin, yê mayîn jî li aş hatibû hêrandin.
Ji bo tedarîka payîz û zivistanê, tenê dan û standina li bajêr mabû.
Ji bo vê yekê jî gundî biryar girtibûn û bi hev ra berê xwe dabûn bajêr.
Diçûn li bajêr dan û standina xwe dikirin, dûr ra eşyayê xwe li kamyonekî bar dikirin, bi xwe jî li ser kamyona servekirî sîyar dibûn û şûnda vedigerîyan.
Heger şansê wan heba, kamyon hata binê gund dihat, an jî gor însafa ajokerê kamyonê, kamyon li derekî disekinî. Hata ku bar dihat valakirin, ji rêwîyan yê hêrî xort, diket serê rê û bi lez û bez xwe digîhand gund. Bi hatina wî va, ji her malekî xortek erebê xwe yên ga girê didan û bi rê diketin…
Zarokên gund jî derdiketin ser banê xanîyan û ji dûr va li rêya bav û kalên xwe dipan.
Xortên ku bi erebeyan diçûn, digihîştin kamyonê, eşyayê xwe li erebê xwe bar dikirin û vedigerîyan.
Erebeyên ga û gameşan li pêy hev rêz dibûn, gundîyên ku ji bajêr hatibûn, ew jî li kêleka erebeyên xwe bi peyatî ber bi gund dimeşîyan. Dema ku erebe nêzikî gund dibûn, zarok ji ser banê xanîyan peya dibûn û ber bi wan dibezîyan. Diçûn destê mezinên xwe yên ji bajêr dihatin, radimûsan, bi şekirek sor, an jî bi baloneke rengîn şa dibûn û şûnda ber bi gund direvîyan…
Bavê min jî wê salê ji bo me her yekî kincên dirûtî û solên reş (jê ra lastîkên enqere digotin) anî bû…
Dema ku ji derî da ket hundur, wek roja îro tê bîra min, taximek kincên reş lê bûn, li ser navikâ wî jî zincîreke zîv dibriqî. Serê zincirê yek bi qulpê bişkoşka êlegê wî va girêdayî, serê din jî di berika êlegê wî da…
Ji kincên wî yê nû û diyarîyên me zêdetir zincîra li ser navika wî bala me hemûyan dikişand…
Em li dora wî kom bibûn, guhê me li gotinên wî, çavên me jî li zincîra wî bû. Berê dîyarîyên me yekoyek belav kir, pişt ra destê xwe avêt berîka êlegê xwe û serê zincîrê ji berîka xwe derxist. Di serê zincîrê da tiştekî gilover, nîvê wî yê ji alî jêr ji hesinê gewr, nivê wî yê alîyê jor jî ji camekî zelal pêk dihat. Di bin camê da jî hinek reqem û du hesinên tenik û zirav, ji alî çepê ber bi alî rastê dilivîyan û li dora hev diçûn û dihatin. Bi livandina wan va dengek jê dihat, tik tak tik tak…
Bavê min, „ji vî ya ra saet dibêjin, demê dijmêre…“
Ji me tu kesî tişt jê fêhm nedikir û nizanîbû ku saet çî ye û ji bo çi lazim e…
Lê me dengê wî meraq dikir û ji bo wê yekê jî lava dikir…
Bavê min jî hercarê saeta xwe ji berîka xwe derdixist, dor bi dor dida ber guhê me û me jî dengê wî guhdarî dikir…
Min cara yekemîn wê rojê saet dîtibû û di demek kurt da jî hînî saetê bûm…
Xwîşka min ya mezin, ji bo saeta bavê min ji morîyên rengîn qilfêk hûnand. Ji qumaşê dêrîyê xwe jî perçeyek piçûk birî û bi hundurê xilfê ku ji morîyan hûnandibû va dirût…
Ji wê rojê şunda bavê min saeta xwe berê di nav qilfê wî yê rengîn da bi cîh dikir, dûr ra jî hêdîka dikir bêrika xwe…
Her roj, ber bi 7’ê êvarê radyo vedikir, pişt ra jî saeta xwe ji berîka xwe derdixist.
Guhê wî li tûtika radyôyê, çavê wî jî li saetê, bê deng û bê qisedan, disekinî…
Dema ku xulekjimêra saetê dihat ser reqema 12’an, wê demê tûtika ajansa 7’ê êvarê jî lêdixist, ne çîrkeyek zû, ne jî dereng…
Bi rastxebata saeta xwe dilşa dibû û saeta xwe careke din bi usil dikir berîka xwe û guhdarî ajansê dikir…
Saeta bavê min, saeta wî ya 50 salî…
Îro, 17 sale ji bavê min dûr û li welateke xerîb, wek roja ewil tîk tak tîk tak lêdixe, ne çîrkeyek şûnda ne jî pêşda…
28.02.2016