Mirov qasî tama ku ji zimanê xwe digre, ewqas welatperwer e…
***
Kurdî, zimanê min ê zikmakî.
Zimanê dîya min.
Zimanê ku di zaroktîya xwe da pê girîyam, pê kenîyam û pê axifîm.
Zimanê ku pê mezin bûm û pê lîstim.
Zimanê ku, di heft salîya min da, ji alî neyaran, bi destê zorê li min hate qedexekirin.
Wê rojê, ew roja ku min dest bi dibistanê kir…
Kerr û lal bûm…
Guhê min xitimîn…
Zimanê min di devê min da tevizî…
Axaftina min hate birîn.
Kenên min revîyan, ji min dûr ketin.
Tenê girîyên min li ba min man.
Şev û roj, li der û li hundir, li mal û li dibistanê, li çol û çîyan, bê deng û bê qisedan, di dilê xwe da girîyam.
Wê rojê…
Di zaroktîya min da, jîyana min ji min hate dizîn.
Jiyaneke nenas û derew dan ber min.
Zaroktî û xortanîya min, ji zimanê dayîka min dûr derbas bû.
Zimanê min ji min xeyîdî, ez ji wî dûr ketim.
Bîst salên min bi zimaneke bîyanî, bi zimaneke pûç û vala, bi zimanê neyarên bav û kalên min derbas bû.
Bêken û bêrûken.
Piştî bîst salan, di bajarên xerîb û di kûçe û kolanên tarî da, li pê rêça zimanê dayîka xwe ketim û careke din lê vegerîyam.
Di wan kûçe û kolanên tarî û xerîb da…
Rastî Ereb Şemoyê nemîr hatim.
Bi Jîyana Bextewar va li pê koka xwe ketim…
Bi Şivanê Kurd va, ber bi welatê bav û kalên xwe çûm..
Bi Hopo ra çûm Kela Dimdimê, li wir, bi mêrxasî û dîroka dewlemend a gelê xwe hesîyam.
Di bin sîya bircên Kela Dimdimê da, min ji xwe ra warek nû ava kir.
Ji nû va bi zimanê dayîka xwe axifîm, bi zimanê dayîka xwe kenîyam û wek demên piçûktîya xwe bi dengekî bilind pê girîyam.
Guhên min ên xitimandî vebûn.
Zimanê min livîya.
Rûyê min kenîya.
Şev û roj, bi kêf û eşq axifîm, axifîm û axifîm…
Bênavber û bêwestan…
Bêxew û bêzeman…
Gor dil û daxwazên min, jîyana min ji nû va guherî.,,
Bi dengê Şakiro va dewlemend…
Bi stranên Şivan va rengîn bû.
Salên xwe yên windayî li paş xwe hîşt.
Di jîyana xwe da rûpelek nû vekir.
Di wê rûpelê da…
Îro bi dilekî şa…
Bi mêjûyekî zelal…
Û bi rûken…
Bi zimanê xwe yên zikmakî.
Ew zimanê ku dayîka min bi lorîyên xwe min mêjand û mezin kir…
Bi wî zimanî…
Ji dil va…
Difikirim…
Dikenim…
Diaxifim…
Dixwînim…
Û dinivîsînim…
Bi dewlemendîya zimanê min…
Dilê min geş…
Hestên min azad…
Jîyana min xweş û rengin dibe…
***
Îro, roja 21’ê Sibatê, roja zimanê zikmakî ya cîhanê ye.
Ev roja bi rûmet, li Kurdên ku bi zimanê dayîka xwe difikirin, dikenin û diaxifin, pîroz be!..
21.02.2016
ikramoguz@navkurd.net