Meselok, li gundeki Kurdistanê derbas dibe.
Xorteki bist sali di daristana bin rîya gund da, ji bo kulabeyên nîr daran diçine.
Serê xwe kirîye ber xwe, bi şimêla dasê girtîyê û li darên rast digere..
Ji jêr va sîyarek ber bi wî tê.
Haya xort ji dinê nîne, li alîkî di ber xwe da stranan dibêje, li alîkî jî devê dasa xwe li kokê daran dixîne.
Sîyarê hespê kûmêt nêzikî xort dibe, li hêla wî disekine û dibêje:
– Selamûnaleykûm Xortê delal…
Xort serê xwe ji ber xwe radike, li sîyarê hespê kûmêt dinêre û dibêje:
– Xalo, wele ez kulaba diçinim…
Sîyar tiştek ji bersiva xort fêm nake. Dengê xwe hinek bilind dike û dibêje:
– Bavê Xalo, tu çawayî, çi dikî, silametî…
Xort jî bi dengê bilind bersiva xalo dide:
– Xalo, wele hinek xar in, hinek jî rast in…
Siyarê hespê kûmêt dinêre, çi bibêje tu fayde nake, xort di derdê kulaba da ye…
Dizgîna hespê xwe dikşîne û bi rê dikeve…
Nuha mesela Dewleta Tirk û siyasetvanên Kurd in…
Kurdîstan wêran bûye.
Alava agir ketîye nav navçe û bajaran.
Keç û xortên Kurd di bihara emrê xwe da tên kuştin.
Kurd, jin û zarên xwe digrin ji Kurdistanê koçber dibin.
Siyasetvan û rêberên partîyên Kurd jî, di her firsendê da çîrokên ku li ser biratîya gelan hatine gotin, dibêjin û bi wan çîrokan biratîya Kurd û Tirkan dixemilînin…
Şaredarê Bajarê Mêrdînê Ehmed Tirk dibêje; „Em tu car ji Tirkan venaqetin…“
Şaredarê Bajarê Agirî Sirî Sakik dibêje; „Em welatê xwe (Tirkîye) parî nakin…“
Gelwekîlê HDPê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat dibejê; „Rêvebirîya Xweser Tirkîyê parî nake, Erdoxan û partîya wî AKP, Tirkîyê parî dikin…“
Gelwekîla Amedê Nursel Aydoxan dibêje; „Amerîka û Îngiltere dixwazin Kurdistana mezin ava bikin. Yê ku pêşî li avabûna Kurdistana mezin digre ew jî, Ocalan e/ PKK ye…“
Hevserokên HDPê Figen Yuksekdax û Selehaddîn Demirtaş dibêjin; „Kolandina xendeqan berxwedana dijberî darbeya Erdoxan e…“
Fermandarê PKKê Murad Karayilan jî ji wan şûnda namîne û dibêje; „Em dijberî artêşa Tirk nînin. Em dijberî Ala Tirkan nînin. Em li dijberî dewleta Tirk derneketine. Em tenê mafê xwe dixwazin…“
Lê gelo maf çî ye?
Kî Tirkîyê parî dike?
Kî yekitîya Tirkîyê diparêze?
Kî jibo çi xendeqan dikole?
Kî jibo çi sîyasetê dike?
Kî nûnerê kê yê û kî ji kê xilas dike, tu kes nizane…
Dewleta Tirk bajarên Kurdan dişewitîne…
Ji birayên wan ên Tirk deng dernakeve…
Dewleta Tirk Kurdan dikuje…
Tirkên ku bi dengên Kurdan bûne gelwekîl xwe vevarine…
Selehaddîn û Fîgen jibo berxwedana dijberî darbeya Erdoxan xendeqan dikolin…
Sirrî Surreya û Garo Pavyan li Cîhangîrê di reqsêdane…
Pervînxan jî wek cîgira serokê meclîsê (Erdoxan) meclîsa Tirkan bi rêve dibe…
Li Sûrê, li Nisêbînê, li Cizîr û li Farqînê dinêrim, dilê min dişewit e…
Li gotinên sîyasetvan û şaredar û rêvebirên HDPê guhdarî dikim, hişêmin tevlihev dibe…
Êş dikeve serê min…
Dengê televîzyonê dibirim, pişta xwe didim balîfê û çavê xwe digrim…
Gund û daristan tên ber çavê min…
Dengê sîyarê hespê kûmêt û bersiva xortê ku di daristanê da kulaba diçine, dikeve guhê min…
Bi gotinên wan va êşa serê min sivik dibe…
Çavê xwe vedikim, hêdîka ji cîhê radibim…
Ji xwe ji xwe ra;
„Hinek xar in, hinek rast in…“
„Hinek çep in, hinek rast in…“
Dibêjim û di nav malê da li dora xwe digerim…
26.12.2015
ikramoguz@navkurd.net