PKK di nav bajar û navçeyan da xendeqan dikole.
Dewleta Tirk bi top û tankan dikeve nav bajaran û wek xwalîya ku ji xendeqan derdikeve, di ser serê Kurdan da gula dibarîne.
Dewleta Tirk, di salên 1990’î da gund dişewitand, îro bajaran dişewitîne.
Gelê Kurd bist sal berê ji gundan koçber dibû, îro ji bajaran koçber dibe û dikeve serê rê û dirban.
Bist sal berê bi hezaran gund vala û wêran bûn, îro bajar dişewiritin û wêran dibin.
Kurd xendeqan dikolin…
Kurd di malên xwe da hepis dibin…
Kurd ji kar û barê xwe şûnda dimînin…
Kurd tên kuştin…
Kurd tî û birçî dimînin…
Kurd koçber dibin…
Kurd di bin lingên leşker û polêsên dewletê da dipelixin…
Tirkên li ser pişta Kurdan sîysetê dikin, di malên xwe yên germ û li ser palkursîyên xwe yên nerm rûdinên û teorîya şerê xendeqan dikin…
Keç û xortên Kurd di xemdeqên kolayî da tên kuştin…
Çepên Tirk ji dûr va li kuştina wan temaşe dikin û çepikan lêdixin…
Dibêjin bi berxwedan û bi serketina şerê xendeqan va biratîya gelan xurt dibe…
Demoqrasîya Tirkîyê pêş va diçe…
Rojhilata Navîn rizgar û azad dibe…
Lê dema ku li derdora xendeqan û şerê xendeqa dinêrim, ji bilî Kurdan tu kesî nabînim.
Yên ku xendeqan dikolin Kurd in…
Yên ku tên kuştin Kurd in..
Yên ku mal û warên xwe li paş xwe dihêlin û koçber dibin Kurd in…
Bajarên ku dişewitin bajarên Kurdan in…
Li Tirkên xendeqhiz dinêrim û gotinên wan guhdarî dikim, ew edebîyata biratîya gelan dikin.
Li wan vedigerim û dipirsim:
– Ma heyran madem bi kolandina xendeqan va biratîya gelan xurt dibe û demoqrasîya Tirkîyê pêşda diçe, hun jî li Enqerê bikolin ku bila demoqrasî û biratîya gelan derengi nekeve…
Dibêjîn:
– Li Enqerê kolandina erdê zehmete, ji bo vê yekê quwet lazim e…
Dibêjîm:
– Emê quwetê bidin we…
Dibêjin:
– Tevr û bêr lazim in…
Cîhê tevr û bêran ravayê wan didim…
Dibêjin:
– Ji bo kolandina xendeqan Kurd lazim in…
Kurdên ku li Enqerê sîyasetê dikin pêşkêşî wan dikm…
Dibêjin:
– Ew ji dersa biratîya gelan derbasbûne, Kurdî nizanin…“
Çi pêşnîyar dikim, bikim, ew wek tajîyên tirsonek li der-dora xwe çiv didin û ji xwe ra bahaneyeke maqûl dibînin…
Deyndarîya wan tînim bîra wan, ew bi neteweperestî û paşverûtîyê min tawanbar dikin û rûyê xwe ji min diguherînin…
Li xendeqvanan vedigerim û dipirsim:
– Ji bo çi van xendeqan dikolin, armanca we çî ye?
Dibêjin:
– Heval, armanc rêvebirîya xweserî ye…
Pişta xwe didim xendeqan û ji gel dipirsim:
– Hun xendqan çawa dibînin?
Ew jî li min dinêrin û bi dilek xemgîn dibêjin:
– Heval xendeqan dikolin, hezên dewletê jî xwelîya ku xendeqan derdikeve, digrin li ser serê me da dibarînin…
Dinêrim xendeqvan ji kolandina xendeqan, Tirkên xendeqhiz ji kirinên xendqvanan, dewlet jî ji her du alîyan kêfxweş e…
Daxwaza gel jî ne muhîm e…
Li rewşa xwe dinêrim, ji kolandina xendeqan û ji şerê xendeqan kâr û zirarê nabînim…
Berê xwe didim alî bayê gurr û diqêrim:
Bijî şerê xendeqan!..
15.12.2015
ikramoguz@navkurd.net