Hevalekî minê hêja û bi rûmet, salan berê, li bajarekî Kurdistanê zanîngeh qedandibû, pişt re çand sal xebitîbû û wek min bêçare mabû û berê xwe dabû Europa. Bi zor û zehmet gihîştibû Almanyayê û li wir bi cîh bibû.
Ez û wî carcaran dihatin ba hev û li ser rewşa xwe û rewşa welat dûr û dirêj diaxifîn.
Ew, hertim kincên xweşik li xwe dikir, kravatên xwe yên bi rengin girêdida, pîr û paqiş ji mal derdiket û berê xwe dida sûka bâjêr.
Ji min ra telefon vedikir, eger wexta min heba ez jî diçûm sûkê û me li wir hevdu didît. Em diketin kêleka hev û bi hev ra li sûka bajêr digerîyan, li camekanên dikanên kincan dinêrin. Dû ra diwestîyan û me berê xwe dida qahwexaneyên Almanan.
Em diçûn li kuncikeke qahwexanê rûdiniştin, me ji xwe ra du tas qahwe dixwest. Qahweya me dihat, me li alikî qahweya xwe hêdî hêdî dadiqultand, li alîyê din jî diketin nav sohbeteke kûr û dûr…
Bila bêşik, mijara sohbeta me, her car pirsgireka Kurd bû.
Me ji dîroka pêvejoya tekoşîna gelê Kurd ve dest pê dikir, li ser xeletî û tekçûyînên Kurdan disekinin û heta wê rojê dihatin. Dû re me xewn û xeyalên xwe yên ji bo pêşerojê dianî ziman û bi hev ra parve dikir.
Carcaran me Kurdistaneke azad û serbixwe, carcaran jî li herçar parçeyan çar herêmên xweser û bi hev ra cînar ava dikir û xewn û xeyalên xwe bi wan dixemiland.
Dû re me dinihêrî ku ji Kurdistana ku me li ser masê avakirbû, wek koşka ku Siltan Silêman Pêxamber ji pûrta teyran çêkiribû û bi hatinê bayê êvarê re hilweşîyabû, li pêşîya me jî tenê du tasên vala û xwelîdaneke tijî fitikên cixarê ma ye…
Me dest ji mijarên kûr û dûr berdida, careke din vedigerîyan ser realîteya xwe û dest bi qilf û henekan dikir.
Wek hercarê, hevalê min, berê derdora xwe qoleçan dikir, di derheqê kinc û por û bejn û bedewîya ew kesên ku weke me li qahwexanê rûnişti da diaxifî û dû ra li min û kincên min dinêrî û qilfê xwe bi min dikir.
Digot; „Yaho, tu hatî li navenda Europa bi cîh bûyî, lê hê jî te dest ji sosyalistbûna xwe berneda ye. Carcaran jî wek min kincên xweşik li xwe ke, li ser wan kravatên rengîn girê bide ku, bila kesên derdora te jî bi matmayî li te binêrin“.
Min jî wek bersiv jê ra digot; „Bawerke tu kes li min û te nanêr e, ji ber ku, ev der ne Kurdistan e, ne jî Tirkîye ye. Rast e, li welatê me kesên wek min û te bê kar û bê meşqele pirr in. Siba radibin ji malên xwe derdikevin, diçin li ber derê çayxanekî sandalya xwe datînin, li ser sandalyê rûdinên, li alî kî çaya xwe dadqultînin, li alîyê din jî li sûkê dinêrin. Kî/kê derbas be, li rêvaçûna wan, li ser û guhên wan, li kinc û porên wan dinêrin. Bila bê sebep di rêveçûn û kinc û bejn û bala herkesî da jî qisûrek dibînin.
Ji bo hinkesan dibêjin poze wî /wê xar e, bejna wî/wê kin e, kincê wî/wê kevn, an jî demode ye û rojên xwe yên vik û vala bi vî awayî derbas dikin. Lê ev der ne wusa ye, herkes xwedî kar û bar e. Ne wexta wan he ye, ne jî bejn û kincên kesî bala wan dikşîne. Ew li xwe dinêrin û jîyana xwe dijîn…“
Hevalê min disa jî gava xwe şûnda nediavêt û digot, „Welle ez bê kincên xweşik û bê kiravat dernakevim sûkê, kes li min nenêre jî gor cehnmeya dê û bavê wan…“
Kurd û sîyasetvanên Kurd jî wek hevalê min, kar û barê xwe danîne alîkî, li partî û sîyasetvanên Tirk temaşe dikin. Wek kesên li derê çayxaneyan rûniştî, berê xwe dane bazara sîyasetê, bi her partî û rêvbirên Tirkan ra qulpek girêdidin û bi hezaran kêmasîyên wan tînin ziman.
Yek dibêje; „Erdoxan careke din dixwaze bibe dîktator“.
Yê li kêleka wî, gotinên wî dipesinîne û dibêje; „Dawudoglî xwe daye bin sîya wî û ji gotinên wî cûda gavek navêje…“
Yekî din dibêje; „Kiliçdarogli jî vik û vala derket, ne gavek pêşda diçe, ne jî rê li Erdoxan digre, jiber ku miroveke bê esl û bê kiryar e…“
Yê li kêleka wî jî gotinên wî dipejirîne û dibêjê; „Qasî Kiliçdaroglî, Dewletê Bibaxçe jî tawandar e, li dijberî Kurdan miroveke nijadperest û gurekî xwînxwar, li ba Erdoxan jî wek rovîyê histuxwar e…“
Ev hemû gotin û rexne jî rast in.
Kêm in, ne zêde ne.
Bê zanîn ku ew hemû jî berdevkên dewleta kemalîst in û neyarên me ne.
Em wan baş nas bikin û neyartîya wan tu car ji bîr jî nekin.
Lê belê gere em carcaran li ser xwe da jî vegerin, li xwe û li sîyasetvanên ku li ser navê me sîyasetê dikin, binêrin, sîyasetên wan ên kevnar û gotinên wan ên vik û vala jî bipîvin û wan jî baş nas bikin.
Jiber ku mirov carcaran sedem şasî û kêmasîyên neyarên xwe, ji bîra bêbinî derdikeve, lê ji xeletî û kêmasîyên xwe hayîdar nebe, wê gavê jî di nav ava zirave (çemê tenik) da dixeniqe…
09.11.2015
ikramoguz@navkurd.net