Sîyaset jî wek xalek ji xalên jîyanê ye.
Armanca sîyasetê, çareserkirina pirsgirekên civakê ye.
Ji bo vê jî hin hacet hewce ne ku ew jî hêz û partî ne.
Di şert û mercên Tirkîyê, yên di salên 1970’ê yî da îmkana damezrandina partîyên Kurd yên legal nebûn.
Sedem wê yekê Kurdên ku wê demê dixwastin sîyasetê bikin, partîyên binerd (illegal) didan damezrandin, di bin sîya wan da komelên ciwanî û çandî ava dikirin û bi wî awayî di bazara sîyasetê da cîh digirtin.
Piştî salên heştêyî cîhê komelan, navêndên çandî û hunerî girt, dû ra jî partîyên legal…
Bi destpêka vê sedsalê va, li seranserî dinê guhartinên gring çêbûn, bi kêmasîbe jî, dewleta Tirk jî ji wan guhartinan para xwe girt.
Di pirsgirekên civakê da, di şert û mercên çareserkirina wan û sîyasetê da jî guhartin çêbûn.
Bi vî awayî ew astengên ku ji salan vir da pêşî li sîyaseta Kurd girtibûn, ew jî hêdî hêdî ji holê rabûn.
Îro, ji oldaran heta sosyalîstan, ji karkeran heta lîberalan, hemû Kurd jî dikarin gor ray û ramanên xwe, ji xwe ra partîyên legal damezrînin.
Ne dewlet astengên nû derdixe pêşîya wan, ne jî Kurd rê li wan digrin.
Derîyê hemû kanalên televîzyonan û rojnameyên Tirk jî ji Kurdên sîyasetvan ra hata dawîyê vekirîne.
Daxwazên wan çi dibin bila bibin, ew îro dikarin hemû daxwazên xwe yên sîyasî, bêsînor tînin ziman û dengê xwe digîhîjin alîgirên xwe.
Dengê çek û rextan jî êdî wek salên bori zêde dernakeve pêşîya wan û dengê wan nafetisîne…
Hemû bahaneyên ku hata îro dihatin ziman, ew jî yekoyek ji holê rabûn…
Lê dîsa jî di nav sîyaseta Kurdan da tu alternatîfeke balkêş hê xuya nake…
Li civat û bazara sîyasetê dinihêrî, pirsgirekên sîyasetê bêtir zêde bûne, mixabin bazara sîyasetê hê vik û vala ye.
Bazar hêjî di bin bandora du partîyan da tevdigere…
Ji wan yek HDP, ya din jî AKP ye…
AKP partîyeke Tirk e, kirin û kiryarên wê tên zanîn, mirov dizane ku heta nuha çi kirîye û ewê ji vir şûnda jî çi bike.
Di dest da tenê HDP maye ku ew jî bi daxwaz û kirinên xwe ne zelal e.
Li Hak-Par û PSK’ê dinêrî, di destê wan da xêncî navê Burkay tu tiştek nema ye.
Li KADEP’ê dinêrî, Birêz Şerafettin Elçî bi salan berê çû ber rihma Xwedê, lê partîya wî wek mîratê bêxwedî li ortêmeydanê maye…
Li partîyên ku navên wan PDK’e ne dinêrî, mirov hêjmara wan nizane û navên wan li hev diqelibîne.
Navên wan yek in û hêjmara wan zêde ne.
Mixabin di navbera wan da tenê du ferq hene, ew jî, ya yekemîn navê serokên wan in, ya duyemîn jî ew tîpa ku di serî an jî di dawîya navê wan va girêdayî ye…
Li PAK’ê dinêrî, serokê wî xort û çeleng e, lê li pêş û paş wî kes nîne.
Huda-Par wek seksîyona AKP’ê dilive û ji bendê xwe yên kevn xilas nabe…
OSP bi şoreşa Rojhilata Navîn û bi guhartina Sistema Dinê va mijûl e…
Welhasil, li derdora bazarê canbaz zêde ne, lê ew jî wek hinek canbazên ajalan, bê hêz û bê quwetin û destvala ne.
Wek tê zanîn, di bazara ajalan da du cûre canbaz hene.
Ji wan cûreyek xwedî pul û pere û sermaye ne…
Yên din jî zik birçî û destvala ne.
Li serê wan şewqeyên şeşgoşe, di destê wan da jî yek çoyên zirav…
Armanca wan ne dan û standin, ne jî kirîn û firotin e.
Hemû derd û kulên wan, çûyîn û hatina wan a bazarê, ji bo destxistana perê tasek şorbeya germîn e.
Dema ku di navbera xwedîyê ajalan û canbazên xwedî sermaye da bazarek çê be, wê demê ew jî dikevin nav bazarê û fîyeta ajalan dadixînin jêr. Yek qelsîya ajalan dide pêş, yekî din nexwaşîya wan. Firoşer bêçare dimîne û ajalên xwe bi erzanî difroşe…
Danûstandin xilas dibe, canbazê xwedî sermaye perê tasek şorbê li wan belav dike û karê wan jî bi wî awayî diqede…
Serok û rêvebirên partîyên Kurd jî wek canbazên destvala, li derdora bazarê tevdigerin. Hinek li destê HDP û AKP’ê dinêrin. Hinek jî berê xwe didin Başûr û li bazareke nû digerin.
Li kîjan alî kursîyek vala bibînin, ji bo berjewendîyên xwe, li wî alî bazarê gurr dikin.
Yên ku kursîyê vala bi dest nexînin, ew jî bi zikê tî û birçî berê xwe didin malên xwe û bi xewn û xeyalên puç û vala sebra xwe tînin…
21.11.2015
ikramoguz@navkurd.net